Doza Recep Hantaş: Dadgeha Îstînafê jî nexwestiye polîs were cezakirin

  • rojane
  • 09:51 21 Cotmeh 2023
  • |
img

AMED - Dadgeha Îstînafê biryara beraeta ku ji bo polîsê faîlê kuştina Recep Hantaş hatibû dayîn, xera kir. Parêzerê malbatê Mehmet Oner diyar kir ku bi biryarê wek ku di dosyeya Kemal Kurkut de hatibû kirin, ji dadgeha herêmî re dibêjin, “Tu bêje ku bersûc lêdaye lê li rêyên necezakirinê bigere.” 

 
Li Sumerparkê navçeya Bajarê Nû ya Amedê di 14’ê nîsana 2019’an de polîsan êrişî Recep Hantaş (20) ê ku kartonan berhev dikir kirin û ew bi guleyê kuştin. Danişîna biryarê ya doza der barê kuştina Hantaş de hatibû vekirin, di 21’ê hezîrana 2022’yan de hatibû lidarxistin. Di danişîna doza ku li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin de, ji sûcê “kuştinek muhtemel a bi qestî” heta 25 salan ji polîs Kazim Bozkurt re dihat xwestin. Lê dadgehê der barê polîs de biryara beraetê da. 
 
Parêzerên malbata Hantaş, biryara beraetê ku der barê polîsê bersûc de hat dayîn, serî li Dadgeha Edliyeya Herêma Amedê (Dadgeha Îstînafê) dan û îtîrazî biryarê kirin. Dadgeha Îstînafê îtîrazê nirxand û biryara beraetê ku hatiye dayîn xera kir. 
 
Dadgeha îstînafê bûyera kuştinê ku qewimî ye di çarçoveya parastina rewa de nirxandiye û nirxandina faîlê ku bi êrişê re rû bi rû maye wê nereviyaya hatiye kirin. 
 
Dadgehê di biryara xwe de diyar kiriye ku biryara beraetê ku der barê polîsê bersûc de hatiye dayîn têrê nake û biryara beraetê xera kir. 
 
BIRYAR JI BO MALBATA MEXDÛR NÎNE
 
Parêzerê malbata Hantaş, Mehmet Oner biryara îstînafê nirxand û diyar kir ku dadgehê bi hinceta “têrnekirina delîliyê” biryara xerakirina beraetê daye lê belê ev biryara xerakirinê ne ji bo malbata mexdûr e. 
 
Oner wiha got: “Dadgeha bilindtir biryarê daye. Heman dadgehê di doza Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de hat kuştin de jî dabû. Biryara xerakirinê dabû. Dadgeh dibêje, ‘tengazî tune ye, bersûc lêdaye. Ev bi rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) sabît e. Dadgeha Îstînafê ji dadgeha herêmî re dibêje, ‘bersûc lêdaye lê belê tu li rêyên necezakirna bersûc bigire’. Dadgeha Îstînafê di biryara xwe de hewl daye ji dadgeha herêmî re bêje erka polîs heye ku çeke bikar bîne û di nav parastina rewa de ev pêkan e û tu hewl bide ku bersûc neyê cezakirin.” 
 
‘BIRYAR WÊREKIYÊ DIDE POLÎS Û LEŞKERAN’ 
 
Oner da zanîn ku biryara ku hatiye dayîn biryarek binakokî ye û dadgeh di her warî de hewl dide ku bersûc neyê cezakirin. Oner anî ziman ku biryara dadgeha îstînafê peyama “ji niha şûn ve polîs hin bêtir bi xwînxwarî, hin bêtir bi wêrek û bêser û ber êriş bikin” û bi vê peyamê rê li ber kuştinên din vedike. Oner destnîşan kir ku dadgeh ji polîs û leşkeran re dibêje, ‘bila tu tirsa we nebe, ez nahêlim hûn di girtîgehê de bimînin’ û ya rast ev yek li Kurdistanê peyama bêcezahiştinê dide polîs û leşkeran. Oner destnîşan kir ku kuştina Recep Hantaş cînayetek li ber kamerayan pêk hatiye û got: “Dadgeha îstînafê ji polîsan û leşkeran re dibêje hûn cînayetan berdewam bikin. Biryara îstînafê vê yekê nîşanî me dide.” 
 
MA / Mujdat Can
 
 

Sernavên din

25/10/2023
16:07 Şahidê îşkenceya li Zindana Amedê wefat kir
16:02 ÎHD’a Enqereyê: Di 3 mehan de 2 hezar û 292 binpêkirinên mafan qewimîne
15:58 Rêxistinên Ekolojî: Bila sûcê qirkirina ekolojiyê bibe qanûn
15:57 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di mehan de 2 hezar û 491 binpêkirin
15:45 TJA’yê têkildarî tiryak û fuhûşê daxuyanî da
15:40 Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê: Gotinên Erdogan mehdê meriv li hev dixe
15:30 Koma Ma Muzîkê dê li Colemêrgê konser li dar bixe
15:29 Erdogan xwedî li Hamasê derket
14:28 Darizandina parlamenter Kaya dîsa nehat sekinandin
14:25 Operasyona li Licê hatibû destpêkirin didome
14:20 Doza Kobanê: Bêyî ku alî amade bin dadgehê li şahidê nepen guhdarî kir
14:19 Li Girtîgeha Karabukê berdana 11 girtiyan tê astengkirin
14:06 Li Amedê piştî 4 salan fûara pirtûkan: Dê pir zimanî be
13:09 Jinên botanî tecrîdê nîqaş dikin: Birêz Ocalan hêj jî ji bo aştiyê têdikoşe
13:05 Gundiyan îtîrazî firotina erd a şaredariya AKP’î kirin
11:59 Careke din êrişî baregeha Amerîkayê hate kirin
11:52 AYM'ê der barê Can Atalay de biryara ‘binpêkirinê’ da
11:48 Konseya Çandiniyê ya Amedê hat damezrandin
11:33 Dozger xwest cezayê hefsê li rojnameger Canozer were birîn
11:00 Îsraîlê baregehên Sûriyeyê bombebaran kir
10:11 Rewşa li Rojhilata Navîn: Di dawiyê tunelê de tunebûn jî azadbûn jî heye
10:10 Hemû hevberdevkên komîsyonên HEDEP’ê diyar bûn
09:28 Girtiyê ji sedî 68 astengdar nayê tedawîkirin
09:27 Pêkhateyên Şengalê: Azadiya birêz Ocalan azadiya Şengalê ye
09:26 Dayikên Aştiyê ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang kirin
09:07 Celalettîn Can: Li vir qanûn tune ye, jiyan di xetereyê de ye
09:06 Li Sîncanê berdana girtiyan tê taloqkirin: Jin hedef tên girtin
09:05 Qeyûmê ku milkên şaredariyê difiroşe, 3 milyar deyn xistiye stuyê şaredariyê
09:04 Dengê 'Azadî ji bo Ocalan, çareserî ji bo pirsgirêka kurd' li seranserê cîhanê deng veda
09:03 ‘Waliyê Şirnexê weke rêveberê AKP’ê xebatên hilbijartinê dimeşîne’
09:00 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê vê zivistanê jî bê cih û war in
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2023'YAN
24/10/2023
22:17 Cenazeyê Kaya piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin
19:44 Rewşenbîr û nivîskar: Weke her gel û miletekî mafê kurdan jî heye ku rojgara xwe diyar bike
19:09 Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê dê li dijî tiryakê çalakiya nobedê bide destpêkirin
16:27 Derket holê ku miftiyê tacîzkar di çarçoveya ÇEDES’ê de hatiye peywirdarkirin
16:09 Rojnameger Selahattîn Kaygusuz hate girtin
15:24 Li Hewselê li dijî şer darên ‘aştiyê’ hatin çandin
15:03 HEDEP’ê ji bo lêkolînkirina guherandina navnîşanan pêşnûme da Meclisê
14:11 Doza Kobanê: Xwestina azadiya Abdullah Ocalan ne sûc e
14:02 10 roj in agahî ji penaberê ji rojavayê Kurdistanê nayê girtin
13:32 Hevseroka HDP’a Mûşê hate berdan
13:23 Rêveberiya Xweser dosyaya têkildarî êrişên Tirkiyeyê ji NY’ê re şand
13:09 Rojnameger Nafiye Bal hate berdan
12:47 Hatimogûllari gazî AKP’ê kir: Çekdarên xwe ji Rojava derbixin
12:17 Serdegirtina avahiya HDP’a hat şermezarkirin: AKP’ê dest bi xebatên hilbijartinê kir
12:05 Li çoltera Licê operasyon û şer diqewime
12:00 Dadgehê daxwaza di doza KCK’ê de piştî 12 salan nirxand
11:58 15 sal cezayê hefsê jê re dihat xwestin: Beraet bû
11:33 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
11:23 Endamên MYK’a HEDEP’ê diyar bûn
11:10 MKG: Rojnameger Bal di zûtirin demê de berdin
11:02 ‘PDK hewl dide li gel MÎT’ê Mexmûrê kontrol bike’
11:01 Der barê rojnamevanê ku wezîr rexne kir de lêpirsîn hat destpêkirin
10:48 Aktîvîstên TJA’yê: Em dikarin bi civaka polîtîk a ehlaqî li dijî şerê taybet bibin bersiv
10:24 Pirtûka girtî Kaya bi xwe nivîsandî bi hinceta ‘fikaredar e’ nadinê
10:13 30 sal piştre tehliye bû: Ev gel azadiyê heq dike
09:27 Ji AKP’ê amadekariya bidizî: 600 leşker û polîs li ser ‘Mêvaxneyê’ hatine qeydkirin
09:24 ‘Pirsgirêkên kurd û filistîniyan bi rêya demokrasiyê dikarin bên çareserkirin’
09:12 Qeyûm her tiştê şaredariyê difiroşe: Şaredariyê jî bifiroşin dê nikaribin deynan bidin
09:11 Mavîoglû: Ên ji bo şerê li dijî kurdan gotin 'erê' sedema feqîriyê ne
09:10 31 meh in xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Bila qanûn bên sepandin
09:09 Doza rojnamevan Parlak: Her ku dadgeh red dike dozger îtiraz dike
09:08 Li Semsûrê kavilên xaniyên hilweşiyayî hê nehatine rakirin
09:04 Li quntara Çiyayê Cûdî jinan dest bi berhevkirina fistiqan kir
09:03 AKP heyfa têkçûna xwe ji welatiyên feqîr digire
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:32 Li Cizîrê polîsan avêt ser avahiya HDP’ê
23/10/2023
23:17 Ozturkê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Em ê berxwedanê mezintir bikin
21:58 Rojnamevan Bayram ji girtîgehê derket
19:51 Li îranê 9 kes hatin darvekirin
19:29 Li Sêrtê 5 kes hatin girtin
16:39 HEDEP'ê ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûmeqanûn da
16:22 Aşan: Îktîdar ji bo dirêjkirina emrê xwe hewl dide destûra bingehîn biguherîne
16:07 26 girtî xistin qawişa 10 kesî: Nikarin bêhnê bigirin
15:17 Danîşîna faîlê destdirêjiyê Babat hate lidarxistin
15:16 Di doza tecawizê ya Weqfa Hîranûrê de biryar hate aşkerekirin
14:51 Dema binçavkirina rojnameger Kaygusuz hate dirêjkirin
14:37 Dozger xwest rêveberên Baroya Amedê yên berê werin cezakirin
14:34 Edîtora Xwebûnê Bal hate binçavkirin
14:31 Bi ser erdheja Wanê re 12 sal derbas bûn: Hêj qadeke kombûnê jî nîne
13:54 Rojnameger Bayram tehliye bû
12:59 Hevseroka HDP’a Mûşê Nergîz hate binçavkirin
12:50 Tevî biryara dûrxistinê jî Ayfer Kaya hate qetilkirin
11:52 Îsraîlê li Xezeyê ‘operasyona rehîneyan’ li dar xist
11:48 ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan
11:11 Li Tekîrdagê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
10:42 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Em ê destkeftiyên xwe li rojava mezintir bikin
10:37 Qeyûm 420 hektarên erd da ber firotinê: Ersa xelas dibin!
10:15 Sûdanî xwest der barê şerê li Qereçoxê de lêpirsîn bê destpêkirin
10:06 Keskîn: Dema em li dijî şer derdikevin divê em li zimanê xwe hişyar bin
09:24 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gultepe hate binçavkirin
09:06 Kana keviran a li gundê Şivonê debara gundiyan qedand
09:05 Akdenîz: Yên ku aştiya Filistînê diparêzin divê aştiya kurdan jî biparêzin
09:04 Berhevkar Hîlmî Akyol: Kurd çanda xwe berhev nakin
09:01 Xelkê Amedê: Yên ku êrişên li ser Rojava nebîne û xwedî li Filistînê derkeve durûtiyê dikin
09:00 ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2023'YAN
22/10/2023
23:57 Di teqîna li Qamişloyê de jinekê jiyana xwe ji dest da
23:17 Şaredariya Gundikê Melê şahiya jinan li dar xist