Yilmaz: Bêyî ku ferq û cudatî bê kirin divê li dijî êrişan deng were derxistin

  • rojane
  • 10:43 18 Cotmeh 2023
  • |
img

AMED - Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku divê mîna êrişên li dijî Filistînê, li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî deng were derxistin û wiha got: “Divê her kes bi dengekî bilind daxwaza aştiyê bike.” 

Piştî êrişa di 1’ê cotmehê de ya li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Di êrişên ku ji 4’ê cotmehê ve destpêkirin de binesaziya herêmê û qadên sivîlan hedef hatin girtin û bombebarkirin. Di êrişan de gelek sivîl hatin qetilkirin. Îktîdara ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîlan hedef digire, balkêşe ku bertekê nîşanî hedefgirtina sivîlan a li Filistîn-Îsraîlê dide. 
 
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku divê hemû kes daxwaza aştiyê bike. 
 
ÊRIŞ Û PIRSGIRÊKA KURD 
 
Yilmaz, diyar kir ku sedema êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina sivîlan neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên ewlekariyê ne û wiha got: “Tirkiye qala aştiya bi cîranên xwe re dike lê kurdan her tim li derveyî vê digire. Her tim êrişî hinek deverên Sûriye û Iraqê dike. Ziyana dide wê derê jinedîtî ve tê. Weke hemû kesên li wan deveran dijîn şervan bin û jiyaneke civakî tune be nîşan didin. Her tim têgeha ‘hêmayên terorê’ bi kar tînin. Hakan Fîdan got ku dê bendav, santralên ceyranê û hwd. hedef bigirin. Anku li xwe mikûr tê ku qadên sivîlan e. Jixwe di dîmenan de xuya dibe ku gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û gelek jî birîndar bûne.” 
 
‘DIVÊ LI DIJÎ ÊRIŞÊN SER ROJAVA DENGÊ XWE DERXÎNIN’
 
Bi domdarî Yilmaz destnîşan kir ku divê di parastina mafan de cihêkarî neyê kirin û ev tişt anî ziman: “Êrişên niha Tirkiye li dijî Rojava pêk tîne, ji bo kesên daxwaza aştiyê dikn mîna kaxiza turnusolê ye. Erê rast e em naxwazin li tu devera cîhanê şer çêbibe. Em çawa êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê şermezar bikin, em çawa êrişên Hamasê yên li dijî sivîlan şermezar bikin, divê em êrişên li dijî Rojava jî şermezar bikin. Divê em daxwaza aştiyê ji bo her deverê bikin. Divê hem muxalefet hem jî kesên daxwazên wan ên bi vî rengî hene, li dijî êrişên ser Rojava dengê xwe derxînin.” 
 
Yilmaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li vê derê şermezarkirina êrişên ser Filistînê pir hêsan e. Her kes dibêje piştgiriyê didin xelkê Filistînê. Lê li Rojava jî heman rewş heye. Berteka we ya li dijî Rojava derdixîne holê bê ka bi rastî jî hûn parastvanên mafên mirovan in an na, yan jî aştîxwaz in an na. Divê bêyî tirs hûn bikarin van êrişan şermezar bikin. Ev tê wê wateyê ku dewlet veguhere polîtîkayên aştiyan e. Her wiha Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bêdeng e. Divê ji bo çareserkirina pirsgirêkê gavan biavaêje. Hem li Rojava hem jî li Filistînê peywira xwe pêk nayîne. Divê maseya aştiyê ava bike û bi rola xwe bilîze.” 
 
 
‘DIVÊ MIROV DILWÊREK BE’
 
Yilmaz, got ku divê li dijî bêdengiya NY’ê her kes dengê xwe bêhtir bilind bike û axaftina xwe wiha qedand: “Banga me ew e ku li şûna van şer û pevçûnan, rêbazên guftûgo û muzakereyan bikevin meriyetê. Divê şer, pevçûn û operasyonên li derveyî sînor ên Tirkiyeyê bi dawî bibin û ji bo dîsa li ser aştiyê nîqaş bên kirin, raya giştî bê amadekirin. Ji bo ku aştî pêk bê û rê li ber girtina kuştina sivîlan, tişta ji destê me tê em ê bikin. Dema mirov vê dike jî hewceye dilwêrek be.” 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

01/04/2024
00:15 Çepnî: Polîtîkayên AKP’ê yên şer û mêtingeriyê têk çûn
Beştaş: Bila Îmamoglû nebêje ‘ev deng ên min in’
00:11 Li Pasûrê polîsekî gef li peywirdarên li ser sindoqê xwar
00:09 AKP’ê bi dengên ‘veguhestî’ xesp kir
31/03/2024
23:34 Xelkê Çermûgê li dijî ber bi edliyeyê ve meşiya
23:32 Li Esenyûrtê encam bi dirûşma ‘Jin jiyan azadiyê’ tên pîrozkirin
23:30 Tulay Hatîmogûllari daxuyaniyê dide
23:15 YSK: Ji sedî 51.2’yê sindoqan hatine vekirin
23:14 Hilbijêrên veguhestî feyde nekir: DEM’ê Dep wergirt
23:01 Li Cizîrê wesayîta zirxî wergeriya
22:56 Tevî hilbijêrên ‘veguhestî’ jî: Kerboran derbasî DEM Partiyê bû
22:55 CHP li tevahiya Egeyê li pêş e
22:48 Bakirhan: Yên dixwestin bi kurdan bidin windakirin welêt winda kirin
22:44 DEM Partî: Dixwazin encamên li Şirnex û Bedlîsê biguherînin
22:44 Li Akdenîzê DEM Partî li pêş e
22:43 AKP’iyên li Curnê Reş hilbijartinê winda kirine agir berdan sindoqê
22:35 DEM Partî li Mûşê serkeftina xwe pîroz dike
22:33 DEM Partî: Li Şirnexê berxwedan heye, divê çavê herkesê li vir be
22:06 Ozel bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî da
22:04 Li Marmarayê dengên AKP’ê kêm dibin
21:51 Qeyûm û veguhestinê feyde nekir, DEM Partiyê serkeftineke mezin bi dest xist
21:47 Ji bo Qers, Bedlîs, Colêmerg, Şirnex û Rihayê bang: Xwedî li dengên xwe derkevin
21:44 Li dijî berpirsyarê dibistanê yê DEM Partiyî êrişa çekdarî hat kirin
21:43 Polîsan êrişî DEM Partiyiyan kir, hevserokê bajar hate binçavkirin
21:28 Li Gundê Fîsê DEM Partî ji sedî 89 deng girt
21:19 DEM Partî bi ferkeqe mezin li Tetwanê bi ser ket
21:13 DEM Partiyê bang kir: Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan terk nekin
21:12 Li Amedê rewşa dawî
21:07 Têkoşera ekolojiyê Nejla Işik li Akbelenê bi ser ket
20:57 Bajarên Serhedê gotin: DEM Partî
20:52 Dora li pêşiya Edliyeya Amedê çêbûye dirêjtir dibe
20:48 Koçyîgît: Li Qersê em hezar û 200 dengan li pêş in
20:38 Berdevka DEM Partiyê: Li bajarên ji me hatine dizîn em li pêş in lê sindoqan neterikînin
20:26 Li Dêrsimê DEM Partî bi ser ket
20:25 Li Roboskê DEM Partî bi ferqekî mezin bi ser ket
20:14 Li Esenyurtê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ferqakî mezin li pêş e
20:10 Ji Îmamoglû daxuyaniya ewil: Em ji wêneyê niha keyfxweş in
19:49 Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê CHP li pêş e
19:36 DEM Partî li 11 bajaran li pêş e
19:32 DEM Partî li gundê Abdullah Ocalan bi ferqekî mezin ser ket
19:20 YSK'ê qedexeya weşanê rakir
19:14 Sakik ji bo Agiriyê daxuyanî da
19:12 Oy ve Otesiyê banga girtekan ji hilbijêran kir
19:06 Hevserokên DEM Partiyê: Li dijî hîleyan hişyar bin!
18:30 Li Amedê torbeyên dengan tên edliyeyê
18:29 Rapora ÇED’ê ya Hewzaya Sarimê hat betalkirin
18:24 Banga ‘Sindoqan terk nekin’ hate kirin
18:11 Şaredarê AKP’î û 150 kesên pê re li 5 cihên cuda bi komî deng dan
18:00 Rapora ÎHD’ê: Leşker hatin veguhestin û şande hatin astengkirin
17:58 YSK’ê kişandina dîmenan li rojnemegeran qedexe kir
17:35 Ji bo muxtariyê şer kirin: 2 kes mirin 4 kes birîndar bûn
17:27 Balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyeyê DAIŞ`ê bombebaran kir
17:27 TÎP û EMEP’ê bertek nîşanî hilbijêrên ‘gerok’ dan
17:04 Berdevka DEM Partiyê: Niha ya herî girîng parastina sindoqan e
17:00 Dengdayîn bi dawî bû
16:30 YSK’ê ji bo qedexeya weşanê daxuyanî da
16:00 Li 32 navendandan dengdayîn bi dawî bû
15:57 Hatîmogûllari: Werin dengê xwe bidin
15:55 ‘Di sindoqan de bersiva xespkirina îradeyê bidin’
15:42 Welatiyan bertek nîşanî namzetê AKP’ê dan: Hişyar bin diz heye!
15:37 Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’
15:28 Hinek kes li ser kursiya biteker hinek jî li ser gopal çûn ser sindoqê
15:07 Di sindoqa 120 hilbijêrên wê hene de tenê hilbijêrek ji Qersê ye
15:06 Polîs xaza îsotê berda namzeta DEM Partiyê
15:05 Bi gotina ‘ez ê bibim alîkar’ mohr li AKP’ê da
15:04 Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne
14:50 Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin
14:42 Namzetê Şaredariyê yê AKP’î berpirsyarê sindoqê derb kir
14:37 Hilbijêrên li dijî ‘veguhestinê’ çûn ser sindoqê: Em ê bi ser kevin
14:36 Şandeya navneteweyî çû serdana dibistanên Pasûrê
14:28 Li Kaşê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
14:14 Berdevka DEM Partiyê: Sindoqan neterikînin, roj roja serkeftinê ye
14:12 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê ji bo dengdayînê bang kirin
13:53 Sancar: Em îradeya xwe nadin xespkirin
13:53 Li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweş diçin ser sindoqan
13:50 Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe
13:33 Dengdayîna li konteyneran berdewam dike
13:29 Ser û çavên Bahçelî ku dengê xwe da reş û şîn bûne
13:18 Li bajarên bakurê Kurdistanê dê sindoq saet 16.00’an de bên girtin
13:17 Li Serhedê gel diherike ser sindoqan
13:01 Bajar bi bajar binpêkirinên mafan
12:55 Di 94 saliya xwe de çû ser sindoqê
12:54 Li Stenbolê ji bo hilbijartinê eleqeyeke zêde heye
12:45 Bakirhan: Bila gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bide
12:38 Berdevka DEM Partiyê: Hêrsa xwe bi çûyîna ser sidoqan û dengdayînê derxînin
12:36 Leşkerê ku Koçyîgît pirsa ‘Hûn ji ku hatine?’ jê kirî: Em derveyî bajar hatin
12:29 Qeymeqam bi namzetê AKP’ê re li ser sindoqan geriya
12:28 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê: Em biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin
12:26 Peywirdarê sindoqê yê gef lê hatibû xwarin hate kuştin
12:15 Ahmet Turk: Hewl didin vîna gel tune bihesibînin
12:00 Namzetê AKP’î ji bo dengan bi bihayê 2 milyon TL’an peyman mohr kir
11:53 Namzetên hevşaredariyê yên Wanê: Em deng bidin û xwedî li sindoqan derkevin
11:44 Sakik bertek nîşanî dengdayîna komî da: Diz heye diz!
11:43 DEM Partî: Em ê rê nedin tu hîleyan
11:19 Li Şirnexê rêza leşkerên ‘veguhestî’
11:09 AKP’î êrişî ÎYÎ Partiyiyan kirin
10:55 Hatîmogûllari li Edeneyê deng da: Gel dê serbikevin
10:48 Dengên xwe firotin, di komên WhatsApp'ê de parve kirin
10:41 Serokê YSK’ê binpêkirin nedîtin: Hilbijartin bêpirsgirêk didome
10:08 Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê du caran deng da
10:07 Li Xelfetiyê hîleyên hilbijartinê dest pê kir: DEM Partiyê îtîraz kir