Ciwanên daxilî nava tiryakê hatine kirin behsa tiryaka ji aliyê polîs-notirvanan tê firotin kirin

  • rojane
  • 09:03 18 Cotmeh 2023
  • |
img

MÊRDÎN - Ciwanên ku li Dêrikê tev li tiryakê bûne, anîn ziman ku firoşkar tevî hin polîs û notirvanan tiryakê difiroşin û gotin ku ji bo tiryakê dizî û fihûş li wan hatiye ferzkirin. 

 
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bikaranîna tiryakê zêde bûye. Çendî dem bi dem midûriyeta polîsan radigihîne ku "gumanbar hatine zevtkirin" jî, li navçeyê bikaranîna tiryakê gelekî zêde bûye. Herî dawî şêniyên bajêr di 30'yê tîrmehê de bertek nîşanî bikaranîna tiryakê dan û bi rojan nobed girtin. Piştî çalakiyê firoşkarên tiryakê ji bêgavî ji taxê çûn. Lê piştî demeke kurt vê carê li hin deverên cuda yên navçeyê dest bi firotina tiryakê hat kirin. Tiryak herî zêde li avahiyên xerabe tê firotin. 
 
Ciwanên ku me têkildarî tiryakê bi wan re xeber da, têkildarî mijarê agahiyên balkêş parve kirin. Ciwanên ku ji ber ewlehiyê me navê wan wekî Yilmaz û Adil bi kar aniye, destnîşan kir ku hin polîs û notirvan jî tiryakê difiroşin. 
 
POLÎS RÊ LI BER FIROŞKARAN DIXE
 
Yilmaz ragihand ku bi rêya hevalekî dest bi metamfetmîneyê kiriye ku jê re dibêjin "bûz." Yilmaz, anî ziman ku paşê kesê bi navê D.Y. nas kiriye û vî kesî metamfetmîneyê belaş daye wî û got: "Vî kesî bûzê dikişand. Belaş dida min jî. Paşê ji bo metamfetamînê diziya motorsiklêtê teklîfî min kir. D.Y. ev madeye ji Amed, Nisêbîn, Wêranşar, Şemrex û Qoserê dianî. Li Şemrexê vê madeyê ji kesê bi navê Î. ku ez jî wî nas dikim, peyda dikir. D.Y. vê madeyê difirot ciwanên Dêrikê. Bêyî li noqteya kontrolê bê sekinandin bi hêsanî dianî Dêrikê û ew difirot. Polîsê bi navê Savaş ê li Midûriyeta Polîsan a Dêrikê ev polîs demeke berê tayinî cihekî din hatiye kirin) û D.Y. bi hev re pêwendî datanîn. Ez bi xwe jî bûm şahidê peyamên wan. Polîsê bi navê Savaş hem bi awayekî fîzîkî hem jî bi peyaman D.Y. araste dikir. Ji bo neyê zevtkirin xeber digihand wî." 
 
PÊŞÎ TIRYAK BI DÛ RE FIHÛŞ
 
Yilmaz bilêv kir ku polîsê bi navê Savaş berî operasyonên tiryakê haya D.Y. pê dixe û ew bi xwe jî bûye şahidê vê yekê. Yilmaz da zanîn ku li navçeyê kesê bi navê O.D. jî tiryakê difiroşe û got ku van kesan li navçeyê pêşî tiryakê rê du jinan dane û paşê ew daxilî nava fihûşê kirine. Yilmaz destnîşan kir ku ev kes jinên daxilî nava fihûşê hatine kirin û ciwanên tiryakê bi kar tînin, wan tînin cem hev û dîmenên wan ên tazî digirin û bi vî awayî çi bixwazin bi wan didin kirin. 
 
4 POLÎS Û NOTIRVANEK
 
Yilmaz bilêv kir ku notirvanekî ku navê wî nizane û li Midûriyeta Polîsan a Dêrikê dixebite jî tevî D.Y. û O.D. tevdigere û ev tişt gotin: "Notirvan tim û tim motorsiklêtên diziyê yên hatibûn desteserkirin û li hewşa midûriyeta polîsan bûbûn didan O.D. û D.Y. Berî motorsiklêtan teslîm bikira ji D.Y. û O.D. ez dişandim cem lojmanên polîsan. Notirvan motorsiklêt dianî ber derî. Ez jî diçûm û min ew dianî. Notirvan ji bo di warê zayendî de bi keçên tiryakê bi kar tînin têkiliyê deyne van tiştan dikir. Di vê bûyera motorsiklêtên diziyê de polîsê bi navê Savaş û 3 polîsên ku navê wan niznaim û notirvanek jî hebûn." 
 
'LI NOQTEYA LÊGERÎNÊ NEHAT SEKINANDIN'
 
Adil jî heman îdia bilêv kirin. Adil diyar kir ku O.D. di destpêkê de metamfetamînê belaş daye wî û paşê firotiye wî. Adil diyar kir ku gava xwe negihandana kesê bi navê O.D. metamfetmaniyê ji kesê bi navê H.Y. dikirîn û got: "Ji ber ku em hîn bûbûn, gava me nikaribûya tiryakê bikire O.D. ji me dixwest ku em motorsiklêtan, jantan û lastîkan bidizin. Me bi vî awayî 4 mehan li ser hev metamfetamînê stend." 
 
Adil destnîşan kir ku niha tiryakê bi kar nayne û got ku lê kesê bi navê O.D. bi wesayîta bi kêrê heftê carekê ji Amedê tiryakê dianî û di tu noqteyên lêgerînê de asê nedima. Adil di dawiyê de wiha got: "Gava tiryak dianî di rê de, di Înstagramê de weşana zindî dikir. Ez jî tev li weşana zindî dibûm û min didît di noqteyên lêgerînê de kes wî nasekinîne." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

02/04/2024
18:02 Li Curnê Reş berteka ji bo nûkirina hilbijartinê: Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin
17:58 Darbeya hilbijartinê li Kadikoyê tê protestokirin
17:41 Parêzera penaberê îşkence lê hat kirin: Li girtîgehê gef lê hatin xwarin
17:35 Di Nobeta Edaletê de bertek hat nîşandan: Tu hêz nikarin îradeya gel xesp bikin
16:57 DÎSK: Dê 1’ê Gulanê li Taksîmê were pîrozkirin
16:53 DEM Partiyê li Çêrmûgê ji bo dengên nederbasdar îtiraz kir
16:51 Li Amedê li ber YSK'ê daxuyanî: Li hemberî darbeyê bêdeng nemînin
16:34 Xelkê Şirnexê mudaxileya bi leşkerên ‘veguhestî’ protesto dike
16:30 Hejmara miriyên şewata Beşîktaşê derket 29'an
16:15 AKP’ê ji bo Bazarcixê îcar jî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da
16:12 DEM Partî: Em ê li dijî darbeyê li YSK’ê îtîrazê bikin
16:08 Ozgur Ozel: Li dijî îradeya gel kemîn hat danîn
16:07 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ev darbeyeke siyasî ye
15:58 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 AKP hewl dide Bazarcixa ketibû destê DEM Partiyê xesp bike
15:46 Wan li dijî darbeya AKP’ê veguherî qada berxwedanê
15:33 Li Curnê Reş dê hilbijartin dîsa bê lidarxistin
15:24 Qeyûmê Mêrdînê dest bi revandina koliyên alîkariyê kir
15:23 Hiqûqnas: Tu aliyê hiqûqî ya biryara têkildarî Zeydan nîne
15:00 Dê darbeya AKP’ê li gelek bajaran bê protestokirin
14:50 Gunaydin ê CHP’î: Em hewldana li dijî îradeya gelê Wanê qebûl nakin
14:46 DEM Partiyê daxuyaniyeke nû da: Darbeya siyasî didome
14:23 Dê MYK’a DEM Partiyê li Wanê bicive
14:15 Li dijî îradeya gelê Wanê darbe hat kirin: Mazbata dan namzetê AKP’ê
13:56 19 baroyan bertek nîşanî leşkerên ‘veguhestî’ dan
13:48 Xelkê Wanê biryara têkildarî Zeydan protesto dike
13:45 Ji bo protestokirina biryara têkildarî Zeydan bang li xelkê Wanê hat kirin
13:43 Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê ji dadgehê dosyaya Zeydan xwest
13:37 Li dijî hewldanên xespkirina îradeyê li Curnê Reş meş tê lidarxistin
13:18 Ocalan bang li xelkê Rihayê kir: Werin Curnê Reş
13:10 Turkdogan: Di 4’ê nîsana 2023’yan de hemû mafên qedexekirî yên Zeydan lê hatin vegerandin
13:04 Li Bedlîsê li dijî bêusiliyên hilbiajartinê îtîraz hate kirin
12:33 Jiyana Abdullah Ocalan bû xêzeroman
12:08 Bertek nîşanî xespkirina îradeya hilbijêran dan: Ev darbe ye
11:52 Gelê kurd qeyûm paş ve şand!
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:27 Li Curnê Reş piştî 45 salan serkeftineke dîrokî
11:06 Li Amedê daxuyaniya 4’ê Nîsanê
10:33 Mafê qedexeyê yê Zeydan li ser ‘telîmata’ Wezarata Dadê hat betalkirin
10:29 Hejmara şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî derket 78’an
10:28 Namzetên hevşaredariya spasiya xelkê Şirnexê kirin: Îtîrazên me didomin
10:07 Welatiyê digot ‘biaxive, tu ji ku yî?’: Bi ser neketin, îradeya gel dizîn
09:25 Li Îzmîrê tundiya mêr: Zarokek xwe kuşt yek jî birîndar kir
09:11 Asayîşa PDK’ê rojnameger Ehmed revand: Ev 161 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê di roja 128’an de berdewam dike
09:02 Amara li benda mevananên xwe ye
09:01 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:59 Pasûriyan serkeftina xwe pîroz kirin: Xwediyên vê axê em in
01/04/2024
23:32 Li Cizîrê pîrozbahiya serkeftinê
20:47 DEM Partî li dijî encamên li Hezroyê îtîraz kir
16:56 DEM Partiyê ji Yarkaya yê AKP’î re got: Di dîrokê de dê weke ‘diz’ bê zanîn
16:56 Bihevşaredariyê temsîliyeta jinan zêde bû
16:33 Namzetê hevşaredariyê yê Gêlê: AKP li vir bi ser neketiye
16:32 Li Agiriyê serkeftin hate pîrozkirin
16:31 Koçyîgît: Li Qersê qeyûm tayînî sindoqan hatin kirin
16:11 Ji bo mafê sewqê û tendirûstiyê 37 roj in di greva birçîbûnê de ne
16:10 Leşkerên ‘veguhestî’ ji Qersê derdikevin
16:10 Li Çermûgê DEM Partiyê li dijî encaman îtîraz kir
16:08 MYK’a DEM Partiyê dê di 3’yê nîsanê de bicive
15:54 Di Nobeta Edaletê de 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
15:41 Li Qilebanê îtîrazî encaman kirin: Gel li dijî nelirêtiyan meşiya
15:08 Li Wanê bi deh hezaran serkeftina 14 şaredariyan pîroz kirin
14:54 Bi ser koça dawî ya rojnameger Evîn Buldan re 7 sal derbas bûn
14:19 Encamên Dibistana Seretayî ya Tumgeneral Omer Keçecîoglû ya Şirnexê
13:58 Li Wan û Agiriyê pîrozbahiya hilbijartinê
13:56 Bakirhan: Şirnex, Bedlîs û Qersê gel bi ser ket
13:53 Kadîr Înanir ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin
13:26 Serokê YSK’ê Yener: Rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 78,11 e
13:25 Li Amedê ji sindoqê berteka li dijî cînayetên jinan derket
12:35 ‘Hilbijêrên’ veguhestî yên li Bedlîsê parve kir
12:33 Prz. Seydaoglû ji dosyaya KCD’ê beraet kir
12:32 Bajarên bakurê Kurdistanê bi rengên DEM Partiyê xemilîn
11:45 Şandeya ewropî: Li Kurdistanê hilbijartin di şertên demokratîk de nehat kirin
11:22 Şaredariyên bi rêya leşker û polîsên ‘veguhestî’ hatin xespkirin
11:01 Tevî 'hilbijêrên' veguhestî jî DEM Partî li Pasûrê bi ferqekî mezin bi ser ket
10:56 Navçeyên Kurdistanê yên DEM Partiyê bi ser ji sedî 70’ê deng standî
10:45 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Rêwîtiya ber bi Rojê ve’ derket
10:22 Namzetên hevşaredariyê yên bi ser ketin: Me tişta aydê xwe stand
10:08 Li Mêrsîn û Toroslarê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ser ket
09:53 Şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî
09:24 Ji DEM Partiyê li Wanê serkeftina dîrokî: Her 14 şaredarî jî bi dest xist
09:15 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 127 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 160 roj in agahî nayên girtin
09:01 Her kes di 4'ê Nîsanê de vexwend Amarayê
09:00 ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2024’AN
08:46 Li Xelfetiyê serkeftina hilbijartinê: Em diyarî Ocalan dikin
08:43 DEM Partî dê li Bedlîsê li dijî dengên nederbasdar îtîraz bike
08:41 Li Esenyurtê ‘lihevkirina bajar’ bi ser ket
08:38 DEM Partiyê 77 şaredarî bi dest xist
08:15 Li kolanên Îdirê serkeftina hilbijartinê: Bijî Serok Apo
02:53 Ji Bayindir berteka Şirnexê: Em rê nadin faşîzma AKP'ê û MHP’ê
02:32 Gel li Colemêrg û Geverê ji bo pîrozbahiyan daket kolanan
02:23 Li Rihayê bayê DEM Partiyê
01:37 Ji Temellî daxuyaniya Bedlîsê: Em ê destûra xespkirinê nedin
01:37 Li Sêrta di bin rêveberiya qeyûm de ferqeke dîrokî
01:19 Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê: Me her 14 şaredarî jî bi dest xistin
01:10 Manşeta Hilbijartinê ya Yenî Yaşamê: Serkeftina gel, têkçûna şer
01:05 Mêrdînê serkeftina xwe bi dirûşmeya Bijî Serok Apo pîroz kir
00:27 Hevserokê Şirnexê hate berdan
00:15 Gelê Qilebanê li pêşiya lijneya hilbijartinê di nobetê de ye