ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2018'AN

* Mamosteya resman Nesrîn Ilgoz ku atolyeya hunerê vekir, diyar kir ku ew li dijî pergala perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ye û ji ber vê wê tiştekî wisa kiriye.

* Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê, bertek nîşanî pêşnûmaya ku dê rê li ber dabeşkirina zanîngehan vebike dan û diyar kirin ku bi vî awayî tê xwestin ku naveroka zanîngehan bê valakirin. Xwendekaran got: “Eger pêşnûma di Meclîsê re derbas bibe jî, lê dê di zanîngehan re derbas nebe û em ê bersiva herî baş bidin.” 
 
* Dê li ser navê Arîn Mîrxan ku dema li hemberî DAIŞ’ê şer kir û jiyana xwe ji dest da, li Kolnê konser bê lidarxistin. 
 
* Hilbijêrên Îzmîrê, diyar kirin ku her çend dê hilbijartin di şert û mercên Rewşa Awarte de bê lidarxistin û şik û gumanên wan hebin jî, lê teqez ew ê bi ser bikevin. 
 
*  Mahîr Kiliç ku ji bo vegere ser karê xwe 168 rojin di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku eger bi sandalyeyê be jî ew ê tev li 1’ê Gulanê bibe û mafên karkeran bîne ziman. 
 
* Li Êlihê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê xebatên rêxistinên kedê dewam dikin. Nûnerên sendîkayên li Êlihê hemû kesî vexwendin mitîngê û gotin: “Werin em di govenda demokrasiyê de hev bibînin.” 
 
*  Malbatên ku xizmên wan girtîne, bertek nîşanî binpêkirinên mafan û ferzkirina kincên yektîpî yên li girtîgehan dan û gotin: “Em ê vê zilma ku li zarokên me tê kirin qebûl nekin.” 
 
* Hevberdevkê OHP’ê yê Stenbolê Serhat Çakmak, diyar kir ku der barê 267 cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê hatin derxistin heta niha tu pêşketin rû nedane û ew ê serî li Komîsertiya Bilind a Mafên Mirocan a Neteweyên Yekbûyî bidin. Her wiha Çakmak xwest malbat serî li wan bidin. 
 
* Piştî 2 salan şûnde qedexeya derketina kolanan a li Nisêbînê bi dawî bû. 
 
* 28’ê Nîsanê Roja Çalakiyên Kurewî Yên Sûr û Heskîfê’ hatiye îlankirin. Bi vê minasebetê îro dê li nêzî 20 welatan çalakî û xwepêşandanên hemwext bên lidarxistin. Platforma ji Hilweşandina Sûrê re Na, Hewldana Jiyankirina Heskîfê, Platforma Piştevaniya bi Sûrê re ya Stenbolê û Hewldana Munzur Azad Biherike têkildarî Roja Çalakiya Kurewî ya ji bo Heskîfê û Sûrê ya çalakiyan pêk bînin. (12.00)
 
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bi armanca winda bên dîtin û kujer bên darizandin û girtiyên nexweş bên berdan dê di hefteya 430'an de çalakiya xwe ya li Konakê berdewam bikin. (13.00)
 
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca girtiyên nexweş bên dermankirin û bên berdan dê di hefteya 318'an de çalakiya "Rûniştina F" pêk bînin. (13.30)
 
* Hewldana 78’an, EHP, SYKP, YSGP, Xebatkarên Hundera Dijber ji bo kesên di 1'ê Gulana 1977'an de li Taksimê jiyanaxwe ji dest dan dê li Hevraza Kazanci wan bibîr binin. (13.00)
 
* Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de gel û esnafan ziyaret bikin. (10.30-14.30) 
 
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan û heyeta pêre dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Navçeya Erdîşa Wanê esnaf û gel ziyaret bike. (10.00-16.00)
 
* Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê dî çarçoveya xebatên hilbijartinê de li avahiya HDP'ê ya Navçeya Gungorenê bi gel re bê cem hev. (16.00)
 
* Înîsiyatifa Ji Gîrtiyên nexweş re azadî dê li şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê bên cem hev û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)
 
* Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê bi tevlêbûna Parlamenterê HDP'ê Muslum Dogan û Ziya Pir dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi esnaf û welatiyan re bên cem hev. (11.00 - 18.30)
 
*Komîsyona Edalet û Heqîqetê ya Şaxa ÎHD'ê dê di 76'emîn Komkujiya Roboskê de li Qada Galatasarayê bên cem hev. (18.30)
 
* Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan bi armanca "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" dê li şaxa ÎHD'ê çalakiya xwe ya şemiyê berdewam bikin. (12.00)
 
* Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbenta windayan bipirsin dê çalakiya "Winda diyar in, kujer li ku ne?" li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin (12.00) 

Sernavên din

29/04/2018
10:02 Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
09:13 Qeyûmê Şirnexê şaredariyê hibe dike!
09:12 Banga 1’ê Gulanê: Em ê mîna artêşa betalan biherikin qadan
09:11 'Naxwazin em li ser gora zarokên xwe jî dua bikin'
09:11 ‘Em ê starta 24’ê Hezîranê di 1’ê Gulanê de bidin’
09:10 Karkerên Sûriyeyî: Em bimirin jî ne xema kesî ye
09:09 Amed ji bo 1'ê Gulanê amade ye
09:08 Li Geverê rêjeya betaliyê ji sedî 70’ê ye
09:08 Danişîna Demîrtaş sibê ye: Tekane delîl deşîfrasyona xelet a axaftina ye
09:00 ROJEVA 29'E NÎSANA 2018'AN
08:02 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de û girt 41 kes binçav kirin
28/04/2018
19:54 Polîsan avêt ser civîna gel a HDP’ê
19:43 Bûldan: Gelê kurd derî li AKP’ê girtin
18:17 Temellî: Ji tirsa me asteng dikin
17:12 Girtiya nexweş ku derman nedanê jiyana xwe ji dest da
16:56 Turkdogan: Hêza muxalif ji bo dawî li vê rêveberiyê bîne divê bibe yek
16:50 Buldan: 25’ê Hezîranê dê beyî Erdogan û Bahçelî derbas bibe
16:48 Namzetê Dihokê Kamuran Berwarî rastî êrîşê hat
16:20 Xebatkarên TV10 dawî li çalakiya xwe anîn
16:05 ‘Girtina Budakê ji sedî 96 astengdar, şerma mirovahiyê ye’
15:28 Cîhan ji bo Sûr û Heskîfê rabû ser piya: Em li Sûr, Heskîf û Çemê Dîcleyê ne, em naçin, li vir in
15:16 Parlamenterên HDP’ê ji bo 1’ê Gulanê belakov belav kirin
15:15 Heyeta HDP'ê sibê li Colemêrgê ye
15:08 Midûrê fermana kaşkirina Bîrlîk da, bû bernamzetê AKP’ê
15:04 KESK'a Colemêrgê dê 1'ê Gulanê li Bazara Gel pîroz bikin
14:46 Kesên di 1’ê Gulana 1977’an jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
14:44 ÎHD'ê aqûbeta 250 rewşenbirên 103 berê hatin windakirin pirsîn
14:29 Karkerekê îşeatê jiyana xwe ji dest da
14:15 Kedkaran banga tevlîbûna 1’ê Gulanê kirin
14:14 Ew li dawetê binçav kirin û 24 sal e winda ye
14:08 Aqûbeta Tanîel Varujan pirsîn: Tevî wî helwestên wî jî winda bûn
14:01 Şandeya HDP’ê ji bo Kiliç ê di greva bîrçîbûnê de bang li CHP û DÎSK’ê
12:48 Buldan: Gelên Tirkiyeyê êdî îtîfaqa AKP-MHP’ê naxwazin
12:47 Qeyûm ji bo MHP’ê seferber bû
11:54 Kîloya bi 80 TL li hewa difiroşin
11:53 YSK’ê biryara ‘hilbijartina zordest’ ragihand
11:40 Li Denîzlî di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin
11:31 Nisêbîniyan eleqeyek mezin nîşanî Temellî dan
11:28 Leşkeran li Efrînê zarokek kuştin
11:03 'Şerê li Sûriye li dora Helebê kom dibe'
10:29 Jinên penaber çîrokên xwe parve dikin
09:47 Kedkarên Êlihê: Em di govenda demokrasiyê de hev bibînin
09:19 Piştî 2 salan qedexeya li Nisêbînê bi dawî bû
09:18 Dê ji bo Goristana Xerzanê serî li NY’yê bide
09:17 Malbatan bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dan
09:16 ‘Eger bi sandalyeya bitekel be jî ez ê biçim 1’ê Gulanê’
09:15 Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê: Dê pêşnûma di zanîngehan re derbas nebe
09:15 Hilbijêrên Îzmîrê: Hikûmet jî dizane dê winda bike
09:14 Li Almanyayê ji bo Arîn Mîrxanê dê konserek bê lidarxistin
09:14 Xeyala xwe pêk anî, atolyeya xwe ya hunerê vekir
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2018'AN
27/04/2018
17:01 Serlêdana malbatan a Îmraliyê cara 73'an hat redkirin
16:02 Buldan: Li ser sindoqan birêz Ocalan bînin bîra xwe
15:12 'Heke dewlet bixwaze dikare bûyera Elçî ronî bike’
15:11 Rêveberê TUHAD-DER'ê hat binçavkirin
15:01 Li Wan û Edeneyê banga beşdariya 1’ê Gulanê hat kirin
14:59 Temellî li Qoserê ye: Tirkiye aramî û aştiya xwe winda kiriye
14:30 Buldan li Bazîdê got: Peykerê Ehmedê Xanî yê hilweşandî nîşanî AKP’ê bidin
14:08 Bîlgen: Em bi hilbijartina firsenda ne wekhev û bê edalet re rû bi rû ne
13:56 Ji bo Katoyê sewqiyata petrolê
13:36 Ji Baroya Enqere kampanya hilbijartinê: ‘Her dibistanek û parêzerek'
13:06 Kelûpelên DÎHA û JINHA derxistin ber firotinê
12:49 Di 'Doza KCK'ê ya çapemeniyê' de daxwaza derketina derve hat redkirin
12:02 Hevserokê HDP'ê Temellî li Qoserê ye
11:52 Li Stenbolê operasyona binçavkirinê
11:44 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 73’emîn serî li Dozgeriyê dan
11:37 Ji bo Heskif û Sûrê li 20 welatên çalakiyên hemwext
11:18 KCD'ê 1'ê Gulanê karker û kedkaran pîroz kir
10:57 Eugene Schoulgin: Pergala Tirkiye dîktatoriya demokratîk e
10:09 3 sal e bi guleya polîsan dijî, lê doz venabe
09:57 Amediyan: Kî dê di sindoqan de, bê veşartin em ê bibînin
09:21 Tama hezaran salan: Raxistî
09:20 Rêveberên HDP û DBP’ê: Dîlok ji hilbijartinê re amade ye
09:19 Rêxistinên Kedê: Ev hilbijartina hesab pirsîna ji hikumetê ye
09:18 Partiyên siyasî yên Edeneyê: Em ê qezenc bikin
09:17 Ji ber nameya siyasetmedarên girtî xwendin lêpirsîn hat destpêkirin
09:17 Ji ber rewşa heyî 3 salin Mîhrîcana Avaspî nayê lidarxistin
09:16 Erdogan ferman da: Li şûna ku qada hêşîn bê çêkirin, dê mizgeft bê çêkirin
09:16 Dê bi sirûda ‘Soman’in Bulutlari’ di 1’ê Gulanê de bibin dengê karkeran
09:15 Meşa Beklevîç di roja 12’an de ye: Dê gel Erdogan di sindoqan de veşêre
09:14 Eliaçik: Ez li pişt gotinên xwe me, tiştên hatin kirin derî mirovahiyê ne
09:13 Parêzerê Alayumat: Nexwe pirsgirêk ne wêne ne, perspektîfa muxalif e
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2018'AN
26/04/2018
17:30 Qeyûmê Sûrê ji bo bibe wekîlê AKP’ê îstîfa kir
16:45 Şandeya HDP’ê li Rihayê rastî eleqeyek mezin hat
16:15 Faîlên Enes Ata û Mahsum Mizrak beraet kirin
16:06 Ji bo Mamoste Ayşe daxwaza 'serbestiya bi kontrol'
16:01 Mem Ararat: Ji hunera min nefretê dikin
15:25 21’emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Navneteweyî dest pê dike
15:05 Temellî: Efrîn dê talankeran defin bike em jî dê îktîdarê defin bikin
14:35 Akin Atalay beşdarî Nobeta Edaletê bû: Li Tirkiyeyê edalet tuneye
14:30 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em di 1’ê Gulanê de li Gundogduyê ne
14:11 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîran în
14:11 Birayê Kurkut: Dadgeh tevî ew qas delîlên zelal dê bi kijan delîlên îkna bibe?
13:46 'Ji bo Heskîf di bin avê de nemîne em li benda we ne’
13:45 HDP’a Şemzînanê starta hilbijartinê da
13:43 Polîsê Fendîk kuşt: Em fermanan bi cih tînin
12:39 Li Edeneyê cînayeta kar: Karkerê penaber jiyana xwe ji dest da
12:34 Dozek din li Hevseroka KCD'ê Guven hat vekirin
12:28 Kesek li Riha hat binçavkirin