Serlêdanên ji bo qursên MED-DER’ê didomin: Deriyê me bi şev û roj vekirî ye

  • rojane
  • 10:34 16 Cotmeh 2023
  • |
img

AMED - Rêveberê MED-DER'ê Mazhar Aktaş diyar kir ku ew perwerdeyê hem online hem jî rû bi rû didin û ji bo serdema nû ya perwerdeyê ev bang kir: “Serlêdanên ji bo qursan berdewam in. Dema bidawîbûna qeydan nîne û kengî bixwazin dikarin serî lê bidin. Deriyê me bi şev û roj vekirî ye.”

 
Qeydên qursên zimanê kurdî yên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) berdewam dikin. Di qursan de ji perwerdeya bi zaravayên kurdî yên kurmancî û dimilî tên dayîn. MED-DER, bi mamosteyên xwe yên xwedî tecrûbe ve dest bi serdemeke nû ya hînkirina zimanê kurdî dike. Komeleyê diyar kir ku heke daxwaz hebe, dê polekê jî ji bo zaravayê soranî vekin. 
 
Rêveberê MED-DER’ê Mazhar Aktaş têkildarî serdema nû ya perwerdeyê û serlêdanên qeydê kir. 
 
‘ELEQEYEKE MEZIN JI BO KURDÎ HEYE’
 
Aktaş, diyar kir ku di salên dawî de zimanê kurdî gelek pêş ketiye. Aktaş, da zanîn ku tevî bêdewletbûn û nefermîbûna zimanê kurdî ya li Bakur jî, gelek gavên mezin hatine avêtin û ferhenga Zana Farqînî weke mînak nîşan da. Aktaş, axaftina xwe wiha domand: “Di Wîkîpediayê de zimanê kurdî di nava zimanên cîhanê de bû 8’emîn zimanê herî dewlemend. Zimanê kurdî ji zimanê gelek dewletan pêşketîtir û dewlemendtir bûye.”
 
‘LI GELEK DEVERÊN CÎHANÊ ELEQEYEKE MEZIN JI BO KURDÎ HEYE’
 
Bi domdarî Aktaş anî ziman ku weke saziyeke ziman û lêkolînê her ku dixebitin bêhtir ferq dikin bê ka bi zimanê kurdî çawa hatiye lîstin û wiha pê de çû: “Tevî ewqas polîtîkayên pişaftinê jî li ber xwe da û hêj li ser pêya ye. Dilxwazên ziman xwedî li zimanê xwe derketin û zimanê me heta îro anîn. Em di vî warî de xweşbîn in û ne reşbîn in. Pêşeroja zimanê me pir û pir baş e. Hema bêje li gelek deverên cîhanê eleqeyeke mezin ji bo kurdî heye.”
 
‘KENGÎ BIXWAZIN DIKARIN SERÎ LI KOMELEYÊ BIDIN’ 
 
Di berdewamê de Aktaş bal kişand ser rêbaza hînkirinê ya komeleyê û ev tişt anî ziman: “Pêvajoya hînkirinê ji çar astan pêk tê. Asta çaremîn, asta mamostetiyê ye. Perwerdehî hem weke online hem jî rû bi rû tê dayîn. Serlêdanên ji bo qursan berdewam in. Dema bidawîbûna qeydan nîne û kengî bixwazin dikarin serî lê bidin. Deriyê me bi şev û roj vekirî ye. Mamosteyên me ji bo her kesên dixwazin zimanê xwe hîn bibin û pêş bixin amade ne. Serdema me ya nû dê di 15’ê mehê de dest pê bike.
 
‘EM LI BENDA XWENDEKARÊN XWE NE’
 
Aktaş, got ku li gorî rewşa xwendekaran ew di nava hefteyê yan jî di dawiya hefteyê de perwerdeyê didin û axaftina xwe wiha qedand: “Her astek 3 mehan berdewam dike. Di halê hazir de li Bakur bi kurmancî û dimilî tê axaftin lewma em perwerdeyên van her du zaravayan didin. Lê heke ji bo soranî daxwaz hebe û serlêdan bên kirin, em dikarin pola soranî jî vekin. Her ku serlêdan zêde dibin em jî şad û bextewar dibin. Em di xizmeta gelê xwe û zimanê kurdî de ne. Em dixwazin bi şev û roj bixebitin. Divê gelê me bizane ku zimanê wan ne tenê zimanê kolanan e. Zimanê zanistê û her qadên jiyanê ye. Em li benda xwendekarên xwe ne.”
 
MA / Bazîd Evren 

Sernavên din

17/10/2023
09:07 Tundiya li dijî jinan: 'Qirkirin' jî derbas kiriye
09:05 Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin
09:04 Ji ber navê 'Andok' li ser bû formayê Amedsporê nedan girtî!
09:02 Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin
09:01 30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'YAN
16/10/2023
19:07 Dewleta tirk êrişî Şêrawayê kir: Zarokek birîndar kir
15:22 Di Doza Kobanê de piştevaniya enternasyonal
15:21 Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin
15:20 DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir
14:18 Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noq bû: 40 kes mirin û 167 kes winda ne
13:42 Rêxistinên Tamîlê piştgirî dan kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’
13:31 Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin
13:16 Rapora OHD’ê ya 9’ê Cotmehê: Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî tundî kirin
12:57 Parlamentera HEDEP'ê Çubuk: Me bi kongreyê gavek mezin avêt
12:48 Li Gazeyê 50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in
12:25 Cenazeyê rojnameger Salaz dê sibe bê definkirin
12:13 Mahmud Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake
11:26 Îsraîl 28 gundên li ser sînorê Lubnanê vala dike
11:02 Kongreya HEDEP’ê: Coşa gel nîşan da ku paşvegav neavêtiye
10:34 Serlêdanên ji bo qursên MED-DER’ê didomin: Deriyê me bi şev û roj vekirî ye
10:25 Midûrê Girtîgeha Îdirê gefê li girtiyan xwariye
10:15 Li Filistîn û Îsraîlê bîlanço zêde dibe: Herî kêm 4 hezar û 700 kes mirin e
09:49 Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî