WAN - Hevseroka TUHAD-DER'ê ya Wanê ku bi KHK'ê hat girtin Aynur Bagiş û rêveberê wê Çetin Uyar hat binçavkirin.
Hevseroka TUHAD-DER'ê ya Wanê ku bi KHK'ê hat girtin Aynur Bagiş û rêveberê wê Çetin Uyar, hat binçavkirin. Bagiş û Uyar yên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Wanê. Sedema binçavkirina wan nehat zanîn.
LI ÎZMÎRÊ JÎ OPERASYON PÊK HAT
Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê jî operasyona ku navenda wê Îzmir bû li Enqere, Kocaeli, Îstanbul, Erzirom, Manisa operasyon pêk anî û gelek kes hatin binçavkirin. Di operasyonan de polîsan bi ser gelek malan de girt û gelek kes hatin binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malan de gelek alav û amûr jî desteser kirin. Hat zanîn ku der barê 41 kesan de jî biryara lêgerînê û girtinê heye. Di nava kesên hatin binçavkirin endam û rêveberên HDP'ê jî hene.
Kesên di operasyonê de hatin binçavkirin û navê wan hat diyar kirin wiha ne: "Abdurahman Turgal, Haydar Aradag, Ferhat Adar, Ahmet Ozel, Siddik Genç, Cengiz Karakuş û Mursel Çiftçî.