MÊRDÎN – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezayî Temellî, li Qozerê gel ziyaret kir û polîtîkayên AKP-MHP'ê rexne kir. Temellî, diyar kir ku ji bo ronahiya vî welatî venemire ew dê bên ser kar û wiha got: Yên ku me nexin nava hesab, tu ferqa wan ji Qesrê tune ye. Tirkiye aramiya xwe winda kiriye em li aramî û aştiya Tirkiye digerin. "
Hevserokê Giştî yê HDP'e Sezaî Temellî û heyeta pêre, di çarçoveya xebatên Hilbijartina Zordest ya 24'ê Hezîranê de, piştî duh li Rihayê bi gel re hat cem hev, bi otobusa hilbijartinê hat Qoserê. Temellî li naveya Qoserê ya Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Di heyetê de parlamenterê HDP'ê Erol Dora, Nimetullah Erdogmuş û Ali Atalan jî tev li karwanê hilbijartinê bû. Heyeta HDP'ê li gundê Girgewrê yê Qoserê ji aliyê endam û rêveberên HDP û DBP'ê ve bi girseyî hat pêşwazîkirin. Temellî û heyeta pêre piştre li Bazara Genim welatî û esnaf ziyaret kir. Temellî piştre bi karwanek mezin derbasî nava bajar bû. Karwan di ketina bajar de ji aliyê polîsan bi maşîneyên zirxî bi hinceta "ewlehiyê" hat rawestandin. Polîsan hemû kesên di karwanê de yek bi yek tevî maşîneyan di GBT re derbas kir. Polîsan li kontrolê de li gelek ajokarên maşiyeyan cezayê pereyan birî. Heyeta HDP'ê piştî di kontrola GBT'ê re derbas bû li nava bajar tûr avêt û bi germahî hat pêşwazîkirin. Polîs bi maşîneyek sivîl ketin navbera Otobusa Temellî û karwanê û ala Tirkiye bi maşîneya xwe vekirin û bi vî rengî konvoy kirin du perçe. Temellî pişti tevî karwanê li dora navçeyê tûr avêt hatin avahiya HDP'ê ya Qoserê û bi welatiyan re hatin cem hev.
Piştî karwana HDP'ê hat ber avahiya HDP'ê girse daket û li vir govend gerand. Temellî li vir girse slav kir û girsê jî bi cepik û dirûşmeyan bersîve da. Temelli, diyar kir ku wî silavên parlamenterên HDP’ê yên girtî anine û gel slav kir.
TIRKIYE ARAMÎ Û AŞTÎ WINDA KIRIYE
Temellî, da zanin ku Tirkiye aştî û aramiya xwe winda kiriye û wiha got: "Em dê aramî, aştî û demokrasiyê bi hevre ava bikin. 24'ê Hezîranê ji bo gelên tirkiye firsendek mezin e. Em hemû bi hevre vê firsendê bi dest bixin. Em bi hevre li pêşeroja xwe xwedî derkevin. HDP bê aştî, hevî û demokrasî dê bê."
Temellî, bertek nîşanî astengiyên polîsan jî da u wiah got: "Îktîdarê bi xwe re hemû sazî û şaxên dewletê jî xera kiriye. Niha dema çûyîna îktîdarê hatiye. Temelli, bal kişand ser qutkirina ceyranê ku DEDAŞ'e ceyran li ser wilatiyan qut kiriye jî wiha got: "Ev li dijî karker û esnafan zilm e. Mutehît û şîrketên ceyranê êdî xwîna gel dimijin. Polîtîkayên şer û helwesta dijminantiyê mafê gelan binpê dike û dagir dike. Îro rêjeya betaliyê ya herî mezin li Mêrdînê ye. Li riha û bajarê kurdan e. Li Tirkiye heta pirsgirêka kurd çareser nebe tu pirgsirêkên din jî çareser nabin."