ENQERE – Hevberdevê Koma HDP'ê Ayhan Bilgen, bal kişand ser astengiyên li pêş Hilbijartina Zordestk ya 24'ê Hezîranê û diyar kir ku ew bi hilbijartinek bê edalet û firsenda ne wekhevre rû bi rû ne. Bilgen, anî ziman ku karwanên wan ên hilbijartinê di kontrola nasnameyan re derbas dibin û cezayê pereyan li ajokarên maşîneyan tên birîn.
Hevberdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen, têkildarî geşedanên hefteyê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Bîlgen di axaftina xwe de wiha got: "Ger ku rewş baş e çima Tirkiye diçe hilbijartinê. Na ger ku rewş xerab e krîza aborî û siyasî heye berpirsiyarê vê yekê kîye. Niha em diçin hilbijartinê, lê em di şertên pir bê edalet de diçin hilbijartinê. Li ser xebatên me yên hilbijartinê astengiyên gelek mezin heye. Minak Îro Hevserokê me yê Giştî birêz Sezaî Temellî çû Qoserê. Di ketina Qoserê de karwana me bi maşineyên zirxî hatin rawestandin. Di kontrolê re derbas kirin. Pereyên zêde li ajokarên maşîneyan birîn. Dîsa li şûna rojnamegeran polîs bi kamerayan karwanê dişopîne û hilbijêran dixin bin fikaran.
DI OHALÊ DE WEKHEVIYA FIRSENDÊ TUNE YE
Em di şertê OHAL'ê de dikevin hilbijartinê. Ev ne raste. Di şertê OHAL'ê de firsenda wekhev ne pêkan e. Minak îro Alî Fuat Başgîl diyar kir ku ew dê namzetiya xwe ya serbixwe aşkere bike û dixwaze bibe namzetê Serokomar. Rastî gefa 'Em dê wî ji tirênê bavêjin' hat. Nêzî 120 hezar qadên îstîhdamê hatin avakirin. Nêzî tevahiya van qadan dê şaredariyên AKP'î wan têxe meriyetê. "
TRT DÊ BIÇE EDÎRNEYÊ?
Bîlgen, anî ziman ku ew dixwazin pirsa herî hêsan bipirsin û wiha got: "Dema em Selehattîn Demîrtaş ê ku herî zêde têxwestin hilbijêrin gelo dê TRT biçe wir. Ji bo Demîrtaş karibe propaganda xwe bike TRT dê biçe wir an dê wî bînin TRT'ê. Me di 16'ê nîsanê de jî helwesta xwe ya li dijî vê pergala Serokdewletiyê û yek zilam anî ziman. Me diyar kir ku ev model dê kaos û bêedaletiyê bîne. Em li dijî pergala yek zilamî ne. Ev bi xwe re rejîma otorîter û serdest tîne. Ev li dijî demokrasiyê ye. Ev ne Erdogan kesekî din be jî heman pirsgirêk e. Ger ku di hilbijartinê de kijan alî here tûra duyemîn dê şensa wan zêdetir be. Ger ku partî tenê li partiya xwe bifikirin û têkevin hilbijartinê dê Tirkiye winda bike. Ger ku bi pêşdarazan tev bigerin dê bi destê xwe rê li pêş demokrasiyê bigirin. Bi taybetî em bang li muxalefeta sereke dikin. Ger ku hêj lêgerîna partiya Saadetê ya namzet didome em dibêjin bila dest jê berde.
Niha di partiya me de namzetê di nava gel de derdikeve pêş Birêz Demîrtaş e. Lê dê dirojên pêş de zelal bibe. "
Bîlgen, anî ziman ku di tûra yekem a wekîltiyê de çiqas namzet zêde be di tûra duyemîn de jî îhtîmala ku muxalif bêtir derkeve pêş heye û wiha got: "Dema em namzetan hildibijêrin em dixwazin hem ji partiya xwe û hem ji partiyên din dengan bigirin. Em ji partiyên din jî vê yekê dixwazin. Em dixwazin dema namzetên xwe diyar bikin hem ji partiya xwe û hem ji partiyên din dengan bigire û li gorî wê namzetên xwe diyar bikini ku di tûra duyemîn de şensa wî zêdetir be."
Bîlgen, anî ziman ku ew di hilbijartina namzetan de li kesekî xelasker nagerin û wiha got: "Em dixwazin bi vê hilbijartinê pêvajoya derbasokê derbas bikin. Em dixwazin meclis dîsa li rol û mîsyona xwe vegere. Dîsa Tirkiye li rewşa asayi vegere û rê li pêş demokrasî, mafên mirovan vegere.
‘FIKARA ME YA BENDÊ TUNE YE
Tu fikara HDP’ê ya bendê tune ye. Em ne mecbûrin kampanya hevpar bimeşînin. Der barê ewlehiya hilbijartinê de me berê jî diyar kir ku wekî 4 partiyên muxalif em dikarin hevkariyê bikin. Me berê jî got ji bo em li Tirkiye OHAL'ê bi dawî bikin em dê di nava xebatê de bin."