ŞIRNEX – Li herêma Çiyayê Kato ya Şirnexê operasyona leşkerî dewam dike. Karwanê ji dehan wesayît pêk tên ji bo lêgerîna petrolê sewqî herêma operasyonê kirin.
Li herêma Çiyayê Kato ya bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve hefteyek berê operasyona leşkerî dest pê kiribû û didome. Li aliyekî tevgera hewayî didome û li aliyê din jî ji bo baregeha leşkerî ya par dest pê çêkirina wê kirin sewqiyat didome.
KARWANÊ JI 100 WESAYÎTAN TÊ
Li aliyê ji bo li herêmê li petrolê bigerin, komek qelebalix hat bajêr. Karwanek ekîba yên li petrolê digerin, ku ji nêzî 100 wesayîtan pêk dihat hat nevenda navçeyê. Hat zanîn ku dê ev ekîb di rojên pêş de biçe li herêmê li petrolê bigere.