STENBOL - Danişîna doza 46 rojnamegerên ji "Doza KCK'ê ya Çapameniyê" tên darizandin, li 3'yemîn Dadgeha Cezayên giran a Stenbolê pêk hat. Di danişînê de daxwaza rakirina astengiya li pêş derketina dervê welat a rojnamegeran hat redkirin.
14'emîn danişîna "Doza KCK'ê ya Çepemeniyê" ya ku 46 rojnamegerên kurd tên darizandin, li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Di dozê de kesên girtî tunene, ji derveyê Çagdaş Ulus kes tev li dozê nebû. Danişîna dozê bi tespîtên nasnameyan dest pê kir. Piştî tespîta nasnameyan hevsera Çagdaş Ulus û di heman demê de parêzera wî Prz. Mehtap Uçar Ulus, parastin kir û xwet astengiya derketina derve ya dervê welat bê rakirin. Heyeta dadgehê jî daxwaza parêzer red kir.