STENBOL - Polîsan li Stenbolê bi ser gelek malan de girt û 5 kes binçav kirin. Di çarçoveya operasyonê de polîsan bi ser avahiya BEKSAV'ê ya Kadikoyê de girtin û deriyê wê şikandin.
Polîsan beriya 1'ê Gulanê roja karkerên cîhanê li Stenbolê bi ser gelek malan de girt û 5 kes binçavkirin. Polîsan şev nîvê şevê bi ser malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de endama Meclîsa Partiya Sosyalîstên Bindestan (ESP) Ummuhan Ozdemir, Serokê ESP'ê ya Maltepe Kerem Bukre, Rêveberê Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal ya Zeytinburnu Hasan Kilik, Rêveberê HDP'ê yê Bagcilarê Erkan Çelikcan û Mustafa Kubilay Sever binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta polîsan a Vatanê.
Di çarçoveya operasyonê de polîsan bi ser avahiya BEKSAV'ê ya Kadikoyê de girtin û deriyê wê şikandin.