STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo biçin Îmraliyê û bi girtiyan re hevdîtin bikin cara 73'an serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji malbata Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan, bi armanca bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 19 salin di huceryê de tê girtin re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku serlêdan bê erêkirin Fatma û Mehmet Ocalan dê duşemê biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin.
Ji malbatnên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê dimînin jî birayê girtî Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê girtî Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka girtî Veysel Aktaş Sabiha Aslan da, bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê dan.
Malbata Ocalan ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha 73 caran serî li Serdozgeriya Komarê dan û heta niha 72 serlêdanê wan hatine redkirin.