AMED – Emine Demîr di serdema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê bû hedefa guleyên polîsan û bi giranî birîndar bûbû û ji wê rojê heta niha derman dibe. Gule hêj di milê Demîr de ye. Li gel gilîkirina sûc jî her tim bi ne şopandinê encam bû.
Li taxa Lalebey a navçeya Sûrê ya Amedê di 15’ê kanûna 2015’an “qedexeya derketina kolanan” de Emîne Demîr (35) a ji bo pêdiviya zarokên xwe bikira derket derve bû hedefa guleyên polîsan. Polîsan ji maşîneya zirxî gule berdayê û ji milê xwe birîndar bû. Demîr bi giranî birîdar bûbû û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Dayika Demîr a agahiyê birîndariyê keça xwe bihîst qirîza dil derbas kir û di heman rojê de jiyana xwe ji dest da. Ji wê rojê ve dermankirina Demîr didome û li gel du caran emeliyat bûye jî ev 3 sal e bi guleya di milê xwe de dijî. Demîr der barê polîsên ew birîndar kirine de giliyê sûc kir, lê heyeta degehê nexwest mexduriyetê bibîne.
‘KETOBER GULE BARANDIN’
Demîr ji ber pevçûnan neçar ma mala xwe biterikîne û çû li taxa Peyasa Amedê bicih bû û nikare rewşa wan aborî nebaşe ku debara jiyana rojane bikin. Demîr behsa roja bûyerê kir û dema maşîneyek zirxî di kolana Melîk Ahmetê de derbas dibû ketober ew gulebaran kir û got: “Gule li min ket ez ji ser hişê xwe çûm. Li ser bûyerê dayika min jî qirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyera hat serê min, travmayek mezin derbas bû bi serê min ve.”
'HEM MIN DAYIKA XWE WINDA KIR Û HEM JÎ TENDURISTIYA MIN ÇÛ’
Demîr da zanîn milê wê hêj ne cebiriye û wiha got: “Ez hêj dermankirina derûnî dibînim. Teşhîsa xerabûna strese hat nîşandan û niha rapora min astengdariyê ya ji sedî 43 heye. Hêj zarokên min tirs dijîn. Dema ez derdikevim der ve ditirsin ku dê dîsa gule li min bikevin. Derûniya wan jî bi ya min re xera bû. Dewletê hem tendûristiya min ji destê min girt û hem jî dayika min ji me girtin.”
‘WEZARET Û WALÎTÎ DESTÛRA LÊPIRSÎNÊ NADE’
Parêzerê Demîra Ozum Vurgun jî destnîşan kir ku di dosyeyê de bê hiqûqiya herî mezin Qanûna Salahiyet û Wezîfeya Polîs (PVSK) ye û got: “Ji ber Wezareta Karê Hundir û walîtiyê destûra lêpirsînê neda, der barê polîsan de doz venabe. Bûyerê wek bûyerek ‘terorê’ binav dikin. Dibêjin ‘Jixwe terorîstan gule barandiye.’ Bi van gotinan dûrî aqilan û ji ravekirinê dûr bersivê didin me. Bi çavê her kesê li Sûrê ‘terorîst e’ li wan dinêrin. Lê em ê bibin şopdarê vê dozê û dest jê bernadin.”
MA / Esra Solîn Dal