Jinên ku tev li komxebatê bûn: Rêveberiyên xwecihî nikarin bi yekzimanî xizmetê bikin

  • jin
  • 09:01 11 Cotmeh 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Di komxebata rêveberiyên xwecihî de polîtîkayên jinan, kargeha çand, ziman û hûnerê jî hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî kargehê bûn îşaret bi girîngiya ziman, çand û hûnerê ya di rêveberiyên xwecihî de kirin.

Di hilbijartinên 2014'an de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 106 şaredarî bi dest xistin. Lê belê Wezareta Karên Hundir bi hincetên sosret vîna gel desteser kir û qeyûm tayinî şaredariyan kir. Li gel tayinkirina qeyûman li bajarên Kurdistanê hemû kar, xebat û kreşên ziman, navendên çand û hûnerê hatin girtin û kêlî bi kêlî polîtîkayên qirkirina ziman û çandî xistin dewreyê. Heman polîtîkaya îktîdara heyî di sala 2019'an de careke din xwe nîşan da û vê carê jî 65 şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin desteserkirin. Li gel tayinkirina qeyûman a li şaredariyên bajarên kurdan her berhemeke kurdî hat tunekirin, ziman, çand û hûnera civaka kurd tune hat hesibandin. 
 
Kiryarên qeyûman ê li ser ziman, çand û hûnera kurdî didomin. Endama Lijneya Rêveberiya Xwecihî ya Navendî Hatîce Kiye û Rêvebera Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Dîlan Guvenç ku tev li komxebata Rêveberiyên Xwecihî ya Jinan bûn, di rêveberiyên herêmî de amaje bi girîngiya ziman, çand û hûnerê kirin. 
 
'DI NAVENDÊN ZIMAN Û ÇANDÊ DE BÎREK HATIBÛ AVAKIRIN'
 
Endama Lijneya Rêveberiya Xwecihî ya Navendî Hatîce Kiye bi lêv kir ku polîtîkaya "ger hûn dixwazin gelan tune bikin di serî de ziman û çanda wan tune bikin" bi qeyûman hatiye destpêkirin û wiha axivî: "Du caran qeyûm avêtin ser şaredariyên me. Di sala 2016'an de û di sala 2019'an de şaredariyên me hatin desteserkirin. Em van her du serdemên ji hev cuda digirin dest. Ji ber ku heta sala 2016'an xebateke pir mezin û girîng li tevahiya Kurdistanê hat meşandin. Bi taybetî jî li ser rêveberiyên xwecihî di bin sîwana şaredariyan de hem malê jinan hem jî navendên ziman, çand û hunerê hatin avakirin. Gelek deveran ji bo pêşvebirina ziman û belavkirina çanda civakê derfetên gelek mezin ketin destê me. Ew derfet jî bi qasî ku ji destê wan hat hate bikaranîn. Cara yekemîn di sala 2016'an de dema ku qeyûm avêtin ser şaredariyan kirinên wan ên  ewilî bû girtina navendên çand û ziman, Malên Dengbêjan û di hêla çand û ziman de saziyên ku hatine vekirin hemû bi yek carê hatin desteserkirin. Xwestin ku hundirê wan vala bikin. Di van avahiyên me de yên di bin sîwana rêveberiyên xwecihî de hatine avakirin arşîvên çand û ziman ên girîng jî hebûn. Di van navendan de bîrek hatibû avakirin. Lê belê piştî ku qeyûm avêtin şaredariyan xwestin ku wê arşîva çand û ziman ya gelê kurd jî tune bikin. Ji ber wê rêveberiyên xwecihî di vê hêlê de pir girîng in."
 
'BI RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ RE PERGALEKE NÛ HAT SAZKIRIN'
 
Kiye anî ziman ku li gel rêveberiyên xwecihî pergalek jinûve hat sazkirin û wiha domand: "Heke tu xebatekê bikî divê di serî de tu pergalekê saz bikî. Li şaredariyan sazkirina wan pergalan hêsantir e. Li gel rêveberiyên xwecihî pergalek jî hat avakirin. Di navbera salên 2016 û 2019'an de pergaleke rêveberiyên xwecihî hebû û li ser wê pergalê pir xebat hatin kirin. Di hêla çand û ziman de xebatên pir mezin hatin kirin. Ev xebat yek bi yek li nava civakê jî belav bûn. Niha dîsa hilbijartinek li pêşiya me ye û em dibêjin em pergala xwe li ser rêveberiyên xwecihî ava bikin. Ji ber wê şaredarî ji bo me pir girîng in. Îro li hemberî me pergaleke hov û faşîzan heye. Lê belê di hêla qezenckirinê de tu pirsgirêkên me nîn in. Ji aliyê parastina deskeftiyan ve xebatên me hene."
 
'CIVAK BI ÇAND Û ZIMANÊ XWE TÊ PÊNASEKIRIN'
 
Kiye diyar kir ku bi êrişên li ser ziman û çandê armanc jiholêrakirina dewlemendbûna civakan e û got ku li dijî van polîtîkayan rola rêveberiyên xwecihî girîng e û got: "Dema em civakekê pênase dikin, em wê bi ziman û çanda wê pênase dikin û em wê bi berhemên wê yên manewî nas dikin. Ji bo avakirina vê jî nêzikatiya partiyê di vê hêlê de her tim diyarker bû. Dema ku pergal bi rêveberiyên xwecihî pergala xwe ava kir, li her deran weke sazî cihên cuda cuda sazkirin. Kreşên zarokan, malên jinan, Malên Dengbêjan avakirin. Hêmanên di nava civakê de ku mirov pê dijî û xwe bi wê pênase dike avakirin. Li hemberî me pergaleke faşîzan jî heye, lê belê di vê hêlê de rêgezên partiyê zelal in. Ji vir pê de jî dema ku em hatin em li ku mabin em ê ji wir dest pê bikin û bidomînin û zêdetir bikin. Ji bo ku ziman pêş bikeve û ji bo ku bajarên kurdan û civak xwe bi zimanê xwe bidin naskirin dê xebatên girîng çêbibin."
 
'RÊVEBERIYÊN HEREMÎ NIKARIN BI YEKZIMANIYÊ XIZMETÊ BIKIN'
 
Rêvebera MED-DER'ê Dilan Guvenç ku li ser navê Komîsyona Navendî ya Rêveberiyên Xwecihî tevlî komxebatê bû, bal kişand ser rol û mîsyona Rêveberiyên Xwecihî ya ji bo jiyîna ziman û çandan û wiha axivî: "Di rêveberiyên xwecihî de mijara çand û ziman rastiya civakê nîşanî me dide. Ji ber wê yekê dema ku em dibêjin rêveberiyên xwecihî, di vir de pirsa herî girîng herêm çi ye, rêveberî çi ye û daxwazên gel çi ne? Ew herêm bi kîjan çand, bi kîjan huner û bi kîjan zimanî hene. Nîqaşên me jî li ser van esasan çêbûn. Di rêveberiyên xwecihî de xala herî esas jî ziman, çand û hunera bajaran e. Dema ku rêveberiyên xwecihî vê xalê esas negirin wê demê wî bajarî û wê civakê jî esas nagirin. Ji ber vê em dibêjin xeta bingehîn a rêveberiyên xwecihî divê pêşiyê ziman û çanda wî gelî be. Modernîteya kapîtalîst û pergala faşîzan îro bi her awayî polîtîkayên xwe li ser qirkirina çand û zimanan dide meşandin."
 
Guvençê wiha domand: "Di heman demê de dema ku em li qeyûman dinêrin, em dibînin ku herî zêde êrişê dibin ser saziyên jinan, ziman, çand û hunerê. Di vir de dixwazin ku rastiya gelekî tune bikin. Dixwazin li ser esasê xwe yê yekzimanî, yekneteweyî, yekbaweriyê û yekçandiyê civakekê ava bikin. Di rêveberiyên xwecihî de polîtîkayên ziman, çand û hunerê divê çi bin? Rastiya gel û civakê çi ye? Divê ev xal li ber çavan bên girtin. Ev du roj in xebatên me di vê çarçoveyê de hatin meşandin. Her civakek xwedî ziman, çand û hunerê ye. Ji bo parastina van esasan divê rêveberiyên xwecihî çi bikin? Ji ber ku rêveberiyên xwecihî xizmeta gel dikin, nikarin xîzmeta gel bi yekzimanî û yekçandî bikin. Ji ber vê jî armanca me jî ew e ku di rêveberiyên xwecihî de gel bi zimanê xwe û çanda xwe karibe xwe bi rê ve bibe.
 
'JIN DI PÊŞVEBIRINA ZIMAN Û ÇANDÊ DE XWEDÎ ROLEKE GIRÎNG IN'
 
Guvençê anî ziman ku jin hilgirê herî mezin ên ziman û çandê ne û got ku ji ber wê di şexsê jinan de qirkirineke zimanî û çandî di meriyetê de ye û wiha got: "Îro mixabin di her sazî û dezgehên dewletê de kurdî tê astengkirin û qedexekirin. Ji ber vê yekê divê ku armanca rêveberiyên xwecihî jî ew be ku pêşî li van polîtîkayan bigire. Pêşketina ziman û çandê bi rêya saziyan çêdibe. Dema ku sazî hebin xwegihandina çand û ziman hêsantir dibe. Dema ku akademiyên çandî hebûn gelek xebatên akademiyan li ser ziman, çand, wêje û zanistê çêdibûn. Lê belê îro em dibînin ku li gel tayinkirina qeyûman ev deskeftiyên gelê kurd hemû hatin tunekirin. Piştî qeyûman valahiyeke mezin çêbû. Lê belê di vê valahiyê de me saziyên sivîl ava kirin. Di warê ziman û çandî de gelek xebat hatin meşandin. Lê mixabin ev têr nake. Divê sazîbûyînek hebe da ku em karibin xwe hêsantir bigihînin gel." 
 
Guvençê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dibînin şerê taybet herî zêde li ser jinan tê meşandin. Ev polîtîka jî polîtîkayên dûrxistina ji nasname û hebûnê ye. Ji ber vê yekê jin di pêşvebirina çand û ziman de rol û mîsyoneke girîng dilîzin. Ji ber wê divê em li hemberî polîtîkayên şerê taybet û pişavtinê çi bikin û polîtîkayeke çawa bidin pêşiya xwe? Li bajaran, li taxan û gund bi gund em xebatan bidin pêşiya xwe. Dema me ev xebat dan meşandin, dê di nava civakê de jî ew hişmendiya yek zimanî û çandî jî qir bibe. Helandina vê hişmendiyê di rêveberiyên xwecihî de bi zêdekirina xebatan û birêxistinkirina civakê pêkan e." 
 

Sernavên din

13/10/2023
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
14:34 Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat
13:07 Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin
12:55 Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin
12:34 Beştaş: Şaxa zeytûnê dirêjî Filistînê dikin lê li kurdan bombeyan dibarînin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgerî û girtîgehê dan
11:49 Mihemed Hemîd: Ez dixwazim hesab ji dewleta tirk bê xwestin
11:15 Şerê Îsraîl-Filistînê: Herî kêm 2 hezar û 400 kes mirin, 338 hezar kes koçber bûn
11:14 AYM'ê ji bo Can Atalay biryar da
11:07 Bi ser qetilkirina Hevrîn Xelef re 4 sal derbas bûn: Li Rojava dîrok jinûve tê nivîsandin
11:05 Çalagan: Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin îradeya jinan e
11:00 Temel: Em ê bi kongreye destpêkekî nû bikin
10:37 Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dê bê berfirehkirin
10:02 Dr. Berwarî: Tirkiyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye
10:00 Li gundê Banayê 29 roj in çûna nav zeviyan û baxçeyan qedexe ye
09:53 Poşmantî li Sevilgenê 30 sal in di girtîgehê de ye tê ferzkirin
09:11 Ciwanên enternasyonalîst: Têkoşîna jinên kurd dê bi sînordarkirina erdnîgariyê re kêm bimîne
09:09 Girtiyên bi kurdî parastin kirin wekî mafê bêdengiyê bikaranîne hat hesibandin!
09:07 Di înşeata nexweşxaneya 500 nivînî de 5 karker dixebitin
09:06 Rencus: Li Rojava sînordarkirina hêza kurdan ne pêkan e
09:04 Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan
09:02 ‘Li dijî tundiya li ser jinan hewceye çareseriyên kolektîf bên pêşxistin’
09:01 Lîstokên hilbijartinê yên AKP'ê li Botanê dest pê kirin: Divê gelê me yê Botanê hişyar be
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'YAN
11/10/2023
23:37 Şahînê HPG'î li gundê xwe hat veşartin
22:22 Li Silêmanî êrişa çekdarî: Êrişkar hat kuştin
19:35 Li Amedê ji bo zarokan 'Kargeha Çîrokên Afirîner'
19:00 Senatorê Awûstralyayî: Divê Tirkiye hesabê sûcên kiriye bide
17:28 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:00 Di doza berteka li dijî tecrîdê de biryara beraetê: Tundî û gef tê de tune ye
16:52 Bafil Talabanî: Tirkiye nikare bi gef û êrişan pirsgirêkan çareser bike
16:29 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû wê di 7’ê kanûnê de derkeve pêşberî dadger
16:28 HDP’ê paçên reş bi avahiyên xwe ve danîn
16:18 Cerdevanekî li Mêrdînê hevjîna xwe qetil kir
16:08 Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
15:32 Di êrişên dewleta tirk de 2 jê zarok 47 kes hatin qetilkirin
15:06 Doza Kobanê: Em li dijî tunehesibandinê têdikoşin
15:05 5 roj in qeyûm avê nade gundê Kabê
15:03 Lîmona ji bo paqijkirina kilsê xistin semawerî kirin hinceta taloqkirina înfazê
14:53 Ji bo kesê êrişî HDP’ê kirî biryara destgîrkirinê hate dayîn
14:31 Li Kobanê û Dêrikê cenazeyên 12 şervanan hatin veşartin
14:27 Ji bo parlamenter Turkoglû dê li benda bersiva Meclisê bisekinin
14:14 Li Mêrdînê malbatekê cenaze teşhîs kir
14:04 Baroya Rihayê dê giliyê kesên penaber dersînor kirin bike
13:37 Dadgehê bi heman îdiayê du caran ceza li siyasetmedar birî
12:59 Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê dan Ûca û Ozsoy
12:15 Di şerê Îsraîl-Filistînê de hejmara miriyan derket 2 hezar û 150 kesan
12:12 Di doza DÎAYDER’ê de dê dozger mutalayê amade bike
11:54 Penaberên ku hatin dersînorkirin radestî OSO’yê hatine kirin
11:48 MYK’a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê civiya
11:47 Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin
11:44 Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi girseyî tên oxirkirin
11:39 Pirsa ji hevserokên girtî hatiye kirin: Hûn çima tev li xebatên jinan bûn?
11:18 Dozger heqaret li Mîr Perwer kir û got ‘divê mirov van tevekan bişewitîne!’
11:12 Aydenîz: Ha Tirkiye ha DAIŞ ferqa wan ji hev nîn e
11:05 Rapora Girtîgeha Sîncanê ya Jinan: Tu girtiyek siyasî ji mafê berdana bişert sûdê wernagire
11:03 ‘Ji destpêkê ve di doza Helîn Şen de pratîka necezakirinê hebû’
10:59 ‘Jinên Rojhilatî wê qanûnên mafên jinan asteng dikin qebûl nekin'
10:19 Xwest sûcê Tirkiyeyê veşêre û sûc bixe stûyê Îsraîlê!
10:09 Girtiyê nexweş Emîn Gurban anjiyo bû
09:44 Ji bo kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî cezayê muebbeta giran hate xwestin
09:07 Bi wesayîta zirxî Cîhan Can perçiqandibû: Dê rojê 20 TL'yî bide!
09:05 Hezex a ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ji xizmetê bêpar e!
09:04 Leşkeran goristan rûxandin
09:01 Jinên ku tev li komxebatê bûn: Rêveberiyên xwecihî nikarin bi yekzimanî xizmetê bikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:38 Li Bagokê operasyon, li Omeriya şer
10/10/2023
23:49 Êrişî Şehba û Efrînê hat kirin
22:06 Li Swîsreyê banga 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
19:24 Ên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em kujeran nas dikin