DERSIM – Ji ber ku di 21’ê Adarê de nameya hilbijartiyan xwendin, der barê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Dersimê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Ji ber ku di 21’ê Adarê de nameya hilbijartiyan xwendin, der barê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Dersimê de lêpirsîn hat destpêkirin. Nameya ku li ser navê hilbijartiyan Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag hat şandin û piştî ji aliyê îdareya girtîgehê ve hat raçavkirin li qadan destûra xwendina wê hat dayîn.
Lê belê ji ber vê der barê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Dersimê de lêpirsîn hat destpêkirin û ji ber name xwendiye emniyetê ji bo îfadeyê gazî Hidir Odûncû kir. Odûncû ragihand ku ew ê bi riya parêzer paşê li dozgeriyê îfadeyê bide.
Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Îbrahîm Çalişkan, têkildarî lêpirsîna hat destpêkirin axivî û diyar kir ku Newroz tiştekî qanûnî ye û ji bo pîrozkirinê destûr hat stendin, lê belê dîsa jî lêpirsîn hatiye destpêkirin. Çalişkan, destnîşan kir ku Tirkiye qanûnên xwe bin pê dike û lêpirsîneke derhiqûqî hatiye destpêkirin. Çalişkan got: “Nameya ku hilbijartiyan şand, hatiye lêkolînkirin û bi riya parêzeran hatiye şandin. Xwendina nameya hilbijartiyan tiştekî xwezayî ye, lê belê lêpirsîna der barê vê yekê de nîşan dide ku li Tirkiyeyê azadiya ramanê tune ye.”