DÎLOK – Bi mudaxilekirina Serokomar Recep Tayyip Erdogan, dê li Dîlokê li şûna Stdayûma Kamîl Ocakê ku şêniyên bajêr dixwazin ev der bibe qada hêşîn, mizgeft bê çêkirin.
Li Dîlokê, piştî Stadyûma Yenîşehîrê hat avakirin, Şaredara Şaredariya Mezin a Dîlokê Fatma Şahîn soz dabû ku ew ê Stdayûma Kamîl Ocakê bike qada hêşîn. Lê belê Serokomar Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya Kongreya AKP’ê ya Dîlokê de ferman da ku li şûna stadyûma nû mizgeft bê çêkirin.
Mîmar Dogan Ozdînç, ev rewş nirxand û divê qad wekî qada hêşîn bê nirxandin, lê belê bi biryara hilbijartinê re nediyariyek rû daye. Ozdînç, anî ziman ku piştî Erdogan ji bi li şûna stadyûmê mizheft bê çêkirin ferman da, Holdînga Sankoyê ku nêzî hikûmetê maliyeta mizgeftê hilgirtiye ser xwe.
Ozdînç, destnîşan kir ku ku gel dixwaze şûna stadyûmê bibe qadeke hêşîn û jixwe pêdiviya bajêr jî bi qada hêşîn heye.