STENBOL – Dê Koroya Pirdengî ya DÎSK’ê di 1’ê Gulanê de dê bi sirûda “Soma’nin Bulutlari” (Ewrên Somayi) bibe dengê karkerên jiyana xwe ji dest dane.
Yek ji sembolên 1’ê Gulanê Cejna Karkeran jî Koroya Pirdengî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) e ku di sala 1979’an de ji aliyê Bestekar Tîmûr Selçûk ve hat avakirin. Koroya ku dengê bindest û karkran e dê îsal di 1’ê Gulanê de bi sirûda “Soma’nin Bulutlari” (Ewrên Somayê) bibe dengê hemû karkerên jiyana xwe ji dest dane.
Şefê Koroya Pirdengî ya DÎSK’ê Berktay Akyildiz diyar kir ku di dema darbeya 12’ê Îlonê de dema DÎSK hat girtin ddengê koroyê tepisî, lê belê bi pêşengiya wî koro di sala 2010’an de careke din hat avakirin. Berktay bi lêv kir ku ew muzîkeke pirdengî îcra dikin û her wiha sirûdên yekdengî û kilaman jî dibêjin.
'KARESATA LI SOMAYÊ ENCAMA ÎHMALKARIYÊ YE’
Dr. Suat Sarp jî, ku gotinên strana “Soma’nin Bulutlari” nivîsand û dê koro wê di 1’ê Gulanê de bêje, got: “Di qezaya madenê ya Somayê de 301 karkerên me bûn qurban. Dibêjim qurban; çimkî bi qasî me ji çapemeniyê şopand dedektorên duxanê nedixebitîn, dem di ser dîroka bikaranînê ya maskeyan re derbas bûye û maske ne efektif bûne. Me xwest em stranê bi navê yekî bêjim. Ji ber vê navê Îsmaîl hat bîra me. Dema me li lîsteya AFAD’ê ya kesên mirî nêrî, navê 13 kesên di qezaya madenê de mirin Îsmaîl bûn. Min jî 13 heb heştane nivîsandin. Dema me dît ev yek li melodiya şefe me tê, me her 13 rist jî bi kar anîn û straneke 13 deqîqeyî jê derket. Min xwest div ê stranê de jî wê jibîrkirina me derxim pêş.”