STENBOL – Namzetê Serokomariyê yê Serbixwe Tûna Beklevîç ku bi navê “Meşa Biratiyê” ji Enqereyê ber bi Amedê ve ket rê got: “Gel ji Tayyip, ji carcara wî û ji hemaseta wî berşoşkî bû. Dema sindoq bên, dê bêhis û pis wî di sindoqan de veşêre.”
Damezrînerê Partiya Na’yê û namzetê Serokomariyê yê Serbixwe Tuna Bekleviç, bi navê “Meşa Biratiyê” ji Enqereyê ber bi Amedê ve ket rê. Beklevîç 12 roj in di rê de ye û niha gihaştiye sînorê Mereşê. Beklevîç hilbijartina zordest nirxand.
‘JI BO BIRATIYÊ KETIM RÊ’
Beklevîç, bi lêv kir ku ji bo ew ji zarokên xwe re nebêje “bit irs li benda vê felakete bûm” û ji bo vê mîrateyê ji wan re bihêlê dest bi meşeke wisa kiriye. Beklevîç got: “Ez ê bêjim ji bo biratiyê ji Enqereyê heta Amedê meşiyam. Li welat her diçe rageşiya di navbera kurd û tirkan de zêdetir dibe. Ji dêvla ku siyaset vê rageşiyê kêm bike, hîn zêdetir dike. Em ji hev dûr dikevin. Em dibêjin bisekinin em bira ne. Lê belê kes dengê me nabihîse. Qîrîniya aştiyê dibe qurbanê qubedetiya şer. Ji bo kêmkirina rageşiya navbera kurd û tirkan, ji bi biratiyê û aştiyê em ketin rê.”
DÊ LI SÛRÊ BI DAWÎ BIBE
Beklevîç got: “Dema em rageşiya navbera kurd û tirkan bînin ber çavê xwe, li Sûrê bidawîbûna meşa me dê hayjêhebûnekê peyda bike. Niha em di roja 12’an de ne. Tenê em nameşin. Di rê de em bi mirovan re jî sohbete dikin. Li gundan sohbete dikin. Di bajarên ku em tê re diçin de serdana malan jî dikin. A rastî heta ji destê me tê em pêwendiyê bi welatiyan re datînin.”
Beklevîç, diyar kir ku ew wisa difikirin ku di her gavê de samîmiyeta wan bêtir tê fêmkirin û gelek derdor ew pîroz dikin. Beklevîç, anî ziman ku bêyî ku ew dawiya vê meşe bihesibîne wî gav avêtiye û got: “Di gava ewil de min halê ewil ê Sûrê xeyal kir. Duxana li Şirnexê çavê min şewitandin. Hêstirên Geveriyên ku ji malên xwe hatin koçkirin dilê min dax dan. Dû re rabûm ser piya û min dest bi meşê kir. Ez ber bi Sûrê ve dimeşim. Dema ez bigihîjim Sûrê, em ê tevî mirovên li wir biryara ku dê çi bikin bidin. Înşelleh ez ê bigihîjim Sûrê. Înşelleh em ê vê xeyala xwe pêk bînin.”
'EGER ENQAZA ERDOGAN BÊ RAKIRIN DÊ TIRKIYE BI SER BIKEVE’
Beklevîç, bal kişand ser biryara hilbijartina zordest ku îtifaqa AKP-MHP’ê biryara wê da û got: “Dîroka hilbijartinê ne zû ye. Erdoganê ku enqazeke siyasî ye û qediyeya, ji zûv de li holê gog digerand. Vegotina nefretî ya ku Rewşa Awarte ew afirand, mexdûriyetên ji ber KHK’yan, hêzdarbûyîna nêvenga tirsê, kêmaniya cariy ku bi operasyona Efrînê zêdetir bû, zêdebûna betalbûyînê û yeko yeko kişfbûna nelirêtiyên îktîdarê êdî rêveberinê pûç kiribû. Bi ya min biryara hilbijartinê dereng hat dayîn. Diviya ku di payîza 2018’an de bûna. Madem heta niha Erdogan gog gerand. Nexwe dê rizgarî div ê Hezîranê de pêk bê. Lê belê di meseleya me ya muxalifên Tirkiyeyê wê demê dest pê bike. Dê wê demê samîmiyeta me bê ceribandin. Dê rakirina enqazê zehmet be. Eger pergaleke parlementeriya ya ku her derdor têde tê temsîlkirin enqazê rake, dê Tirkiye bi ser bikeve. Lê eger îktîdareke ku zimanekî pevçûner û veqetîner esas digere be, mixabin tê Tayyibên nû biwelidin.”
'DIVÊ DI TÛRA EWIL DE HERKES BI RENGÊ XWE BIBE NAMZET’
Beklevîç bal kişand ser xebatên xwe yên ji bo hilbijartina serokomariyê jî û got, divê di tûra ewil de deng û rengên cuda hebin.
Beklevi, diyar kir ku wisa dixuyê ku tu şenseşeke ku îtifaqa Cûmhûrê ya ku li dor faşîzmê hatiye vakirin bi ser bikeve tune ye û dê bi dengekî dîrokî bên veşartin. Beklevîç got: “Gel ji Tayyip, ji carcara wî û ji hemaseta wî berşoşkî bû. Dema sindoq bên, dê bêhis û pis wî di sindoqan de veşêre.” Her wiha Beklevîç, destnîşan kir ku eger ew bê hilbijartin ew ê ji bo koalîsyonê li deriyê HDP’ê xwe û HDP’ê li nav koalîsyonê bi cih bike.
Beklevîç, diyar kir ku rehîngirtina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattin Demirtaş dilê wî diêşîne.
MA / Bilal Seçkin