STENBOL – Îhsan Elîaçik ku ji ber gotinên wî yên di dema qedexeyên derketina kolanan de 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn got: “Li pişt gotinên xwe me. Tiştên hatin kirin wehşet bûn û derî mirovahiyê bûn.”
Çend roj berê Dadgeha Cezayê Giran a 26’an a Stenbolê, bi hinceta “Propagandaya rêxistinê” 6 sal û 3 meh ceza da nivîskar Îhsan Elîaçik. Ji ber Elîaçik di 13’ê Kanûna 2015’an de di konferansa “Îslama Demokratîk û Azadîxwaz” ku Komîsyona Ciwanan a Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) li dar xistibû de gotibû “Tirkiye li Kurdistanê sûcdariyê dike” û ji ber axaftina xwe ya ku di 11’ê Çileya 2016’an de di hevpeyvînekê de gotibû “ Eger parastin û bilêvkirina xwerêveberiyê xayîntî be, nexwe Qanûna Bingehîn a 1921’ê jî qanûneke xayîn bû” ceza lê hat birîn.
Dadgehê der barê Elîaçik de biryara qedexekirina derketina derveyî welat û du rojan carekê ji bo kontrola edlî biryara îmzeavêtinê da.
Elîaçik biryara dadgehê nirxand û anî ziman ku biryara hatiye dayîn biryareke siyasî ye û berê hatiye dayîn.
'TIŞTÊN HATIN KIRIN WEHŞET BÛN Û DERÎ MIROVAHIYÊ BÛN’
Elîaçik, bi lêv kir ku di KÎD’ê de pirs jê hatiye kirin û wî jî wekî bersiv behsa Şerê Hendekê yê Hz. Muhammed kiriye, lê belê dadgehê ev yek bi aliyekî din ve kişandiye û hin rexneyên min ên der barê binpêkirina mafan ên hêzên dewletê de derpêş kirine. Elîaçik tiştên ku dadgehê wekî ‘propagandaya rêxistinê’ derpêş kirine wiha rêz kir: “Teşhîrkirina Kevser Erturk a PKK’yî ku li dema li Gimgimê hat kuştin û bedena wê hat teşhîrkirin, cenazeyê Dayika Taybetê ku li Silopiyayê hat kuştin û 7 rojan li nav kuçeyê hat hiştin û cenazeyê Haci Lokman Birlik ku li Şirnexê hat kuştin û bi paş wesayîta zirxî ve hat girêdan û kaşkirin. Min got, tişta li van cenazeyan hatiye kirin derî mirovahiyê ye û bêehlaqîtî ye. Û niha dîsa jî heman tiştî dibêjim. Her wiha ev tişt derî Peymana Cenevreyê ne. Li gorî Qanûna Ceza ya Tirk a 132’ayn jî tiştên li cenazeyan tê kirin sûc e. Û cezayê vê yekê jî 2 sal û 7 meh e. Wê çaxê jî min heman tişt gotin. Her wiha ev yek li gorî hikmên ola Îslamê heram in.”
‘DÊ TÊKOŞÎNA MIN A DI WARÊ HIQÛQÎ DE DEWAM BIKE’
Elîaçik, bi lêv kir ku dadgehê jê pirsiye ka ew “poşman e yan na”, lê belê wî gotiye ew ne poşman e. Elîaçik, diyar kir ku wî gotiye tiştên ku wê demê dewletê kirine niha jî ji bo wan dibêjim sûc in û divê kesên ev tişt kirine ji peywirê bên girtin û cezakirin. Elîaçik destnîşan kir ku wê têkoşîna wî ya hiqûqî ya di vî warî de dewam bike.
MA / Bilal Seçkin