EDENE – Parêzer Tûgay Bek, têkildarî danişîna duyemîn a rojnamevan Erdogan Alayûmat û neberdana wî de axivî û bal kişand ser wêneyên têkildarî qada MÎT’ê ku mijara sereke ya dozê ne. Bek got: “Di operasyona Efrînê de gelek wêne û dîmenên bi vî rengî hatin weşandin. Nexwe mesele ne wêne ne, mesele ew e ku nûçe ji perspektîfeke muxalif hatiye dayîn.”
Nûçegihanê dihaber’ê ya ku bi KHK’ê hat girtin rojnamevan Erdogan Alayûmat ku dema li ser sînor nûçe dişopandin hat girtin, di danîşan doza xwe ya duyemîn ku duh na pêr li dadgeha Cezayê Giran a 2’yan a Hatayê pêk hat de dîsa nehat berdan. Alayûmat 9 mehin girtî ye û bi tawanbariya “Bi armanca siyasî an jî sîxuriya leşkerî peydakirina agahiyên nepen ên dewletê” û “Endamtiya rêxistinê” 45 sal ceza ji bo wî tê xwestin.
'ALAYÛMAT ROJNAMEVAN E’
Alayûmat di danişînê de gotibû: “9 mehin belaheq û belasebeb girtî me. Ji ber fealiyetên xwe yên rojnamevaniyê têm darizandin. Doza berdan û beraetê dikim.” Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal ku di danişînê de wekî şahid hat guhadrîkirin destnîşan kir ku cihê ku tê îdiakirin qada MÎT’ê ye, aîdî Ofîsa Mahsûlên Axê ye û got: “Dihat îdiakirin ku ev der ji aliyê MÎT’ê ve tê bikaranîn. Gelek caran wêneyên wê hatin kişandin. Ev ne fealiyetên sîxuriyê ne. Bi armanca agahdarîkirina raya giştî hatine kişandin. Ji bo wê derê tu lewhe û hişyarkariyek nehatiye dayîn ku ev der qedexe ye. Li herêmên qedexe yên leşkerî, ji bo hişyariyê lewhe tên danîn. Her wiha me wêneyên herêmên qedexe yên leşkerî kişandin. Ji bo vê jî me destûr xwestibû. Di çarçoveya fealiyetên rojnamevaniyê de me xwest em gel agahdar bikin.”
'LI HOLÊ TU SÛCDARIYEK TUNE YE’
Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Volkan Pekal jî bertek nîşanî girtin û neberdana Alayûmat da û destnîşan kir ku Alayûmat rojnamevan e. Pekal, diyar kir ku ji ber der barê wêneyên ku tê îdiakirin ên qada MÎT’ê ne û Alayûmat ew kişandine, pirs ji Serfermandariya Giştî re hatine kirin, lê belê ji ber ku Serfermandariya Giştî hîn bersiv nedaye Alayûmat di danişîna duyem de nehatiye berdan. Pekal, bi lêv kir ku eger Serfermandariya Giştî bêje ew der ne qada leşkerî ye, dê diyar bibe ku tu tiştên nepen ên dewletê nehatine aşkerekirin û dema qebûl bike jî, dê ev yek bê wateya qebûlkirina rastiyan. Pekal got: “Li gorî me, di her du rewşan de jî li holê sûcdariyek naxuyê.”
Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Kîlîkyayê ku li Mêrsînê weşana xwe dike Tûran Dal jî, bertek nîşanî neberdana Alayûmat da û destnîşan kir ku di dozê de delîlên razber hene û rojnamevanî tê darizandin. Dal, bi lêv kir ku ligel doza Alayûmat, duh xebatkarên Rojnameya Cûmhûriyetê jî hatine cezakirin û ev yek nîşan dide ka Tirkiye çi qasî dewleta hiqûqê ye. Dal got: “Em dibêjin dê siberoj xweş bibin. Dê çapemenî azad bibe.”
'ŞABLONA BÊDENGKIRINA ÇAPEMENIYÊ YE’
Parêzer Tûgay Bek jî anî ziman ku Alayûmat ji ber fealiyetên xwe yên rojnamevaniyê hatiye girtin û di dozê de rojnamevanî hatiye darizandin. Bek, diyar kir ku îdianame li ser delîlên razber hatiye amadekirin û got: “Du tawanbarî hene. Yek jê sîxurî a din jî endamtiya rêxistinê. Herdu tawanbarî jî giran in. Lê belê di dosyeya dozê de der barê van tawanbariyan de delîlek jî tune ye. Duh di doza Cumhûriyetê de rojnamevan hatin cezakirin. Ev tawanbarî veguheriye şablona bêdengkirina çapemeniya muxalif û azad e.”
Bek, bal kişand ser wêneyên têkildarî qada MÎT’ê ku mijara sereke ya dozê ne û got: “Di operasyona Efrînê de gelek wêne û dîmenên bi vî rengî hatin weşandin. Nexwe mesele ne wêne ne, mesele ew e ku nûçe ji perspektîfeke muxalif hatiye dayîn.”
MA / Hamdullah Kesen