Rojnamevan Kanbal: Armanca van operasyonan krîmînalîzekirin e

  • rojane
  • 09:05 8 Cotmeh 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Rojnamevan Ahmet Kanbal anî ziman ku bi binçavkirin û lêpirsînan xebatên wî tên astengkirin û got: "Ev operasyon ji bo xapandina raya giştî bû." 
 
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal ku ji ber nûçeyên xwe û parvekirinên xwe yên li ser medyaya sanal di 6'ê cotmehê de li Mêrdînê hat binçavkirin, piştî îfadeyê di heman rojê de hat berdan. Kanbal ku di 6 mehên dawî de du caran hatiye binçavkirin, heya niha ji ber kar û barên wî yên rojnamevaniyê der barê wî de 25 lêpirsîn hatine destpêkirin û 5 jê di avaêtina ser malan de 12 caran hatiye binçavkirin. 
 
Rojnamevan Kanbal ku hema bibêje polîs û daraz ew dorpêç kirine, behsa tiştên tên serê wî kirin. 
 
‘AVÊTINA SER MALÊ, KRÎMÎNALZEKIRIN E'
 
Kanbal anî ziman ku polîsên tevgera taybet saet li dor 05.40'ê sibehê avêtine ser mala wî û got: "Berê jî avtibûn ser mala min, lê avêtina vê carê pir cuda bû. Komeke qelebalix, bi çekên giran avêtin ser mala min. Wekî operasyoneke pir girîng û mezin tê kirin dabûn der. Her wiha gelek wesayîtên zirxî hebûn. Bi vî awayî avêtina ser mala min fikar hem li min hem jî li cîranên min peyde kirin." 
 
Kanbal bilêv kir ku bi avêtinên ser malan ên bi vî rengî hem tê xwestin wî li taxê krîmînalîze bikin hem jî di dema biçavkirinê de ji bo sedema binçavkirinê tu tişt ji wî re nehatiye gotin. Kanbal wiha domand: "Gava em çûn midûriyeta polîsan, hîn bûm ku ez bi awayekî kêfî hatime binçavkirin. Ez rojekê di binçavan de mam. Me dît ku bê dosye çi qasî pûç e û ev operasyon bi awayekî kêfî hatiye kirin. Ji lew re gava ez çûm midûriyeta polîsan, ez hîn bûm ku haya dozger jî ji vê dosye û operasyon tune ye." 
 
Kanbal destnîşan kir ku polîsan hewl daye ji bo wî sûcekî çêbikin û got ku ji bo vê ketine hesabê wî yê medyaya sanal û çend parvekirinên wî yên berê wekî hinceta sûc dane ber wî. Kanbal diyar kir ku parvekirinên navborî di lêpirsînên berê de jî hatine bikaranîn û der barê wan de biryara neşopandinê hatiye dayîn. Kanbal got: "Ev operasyon pûç bû, ji lew re li ber desê wan tu tiştekî bibe sûc û dosyeyek tune bû. Piştî teqîna Enqereyê, bi fermaneke giştî ya wezaretê em hatin binçavkirin. Tevî min 12 kes hatin binçavkirin. Ev operasyon, operasyona xapandina raya giştî bû. Axirê em hemû kes bi şev hatin berdan." 
 
Kanbal anî ziman ku bi van avêtinên ser malan re hem tê krîmînalîzekirin hem jî kar û barên wî yên pîşeyî tên astengkirin û got: "Ji lew re di nava 6 mehan de du caran avêtin ser mala min û di dema avaêtina ser malê de 3 telefon, kamerayek, wênegirek, du komputer û du hardîskên min hatin desteserkirin. Hê jî ekîpmanên min ên di 25'ê Nîsanê de hatin desteserkirin nedane min û car din dest danîn ser ekîpmanên min. Gava hûn li maliyeta wan a niha mêze dikin, gelekî zêde ye. Ev di heman demê de bi xwe re şideteke aboriyê jî derdixe holê. Ev yek jî nîşan dide ku dixwazin kar û barê min asteng bikin. Ji lew re gava herî dawî hatim binçavkirin, telefona hemû kesên bi min re hatin binçavkirin dan wan, lê yên min nedan min. Ev jî nîşan dide ku ev ji ber nûçeyên min ên li Mêrîdnê û herêmê ne. Ji ber van nûçeyan nerihet dibin." 
 
‘ROJNAMEVANÎ, PEYWIRA GEL E'
 
Kanbal anî ziman ku bi binçavkirin û lêpirsînan dê dest ji karê xwe bernede û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dê nikaribin bi van operasyonan rojnamevaniya me bidin sekinandin û astengkirin. Em rojnamevan in. Hewce be em ê bêyî ekîpman jî fikirên xwe ragihînin gel. Em kedkarên Çapemeniya Azad berê em berê çawa têkoşiyane em ê ji niha û pê ve jî bitêkoşin. Rojnamevanî ne sûc e, rojnamevanî peywireke gel e û em ji bo vî deynê xwe bidin gel em ê rojnamevaniya xwe bidomînin." 
 

Sernavên din

11/10/2023
14:14 Li Mêrdînê malbatekê cenaze teşhîs kir
14:04 Baroya Rihayê dê giliyê kesên penaber dersînor kirin bike
13:37 Dadgehê bi heman îdiayê du caran ceza li siyasetmedar birî
12:59 Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê dan Ûca û Ozsoy
12:15 Di şerê Îsraîl-Filistînê de hejmara miriyan derket 2 hezar û 150 kesan
12:12 Di doza DÎAYDER’ê de dê dozger mutalayê amade bike
11:54 Penaberên ku hatin dersînorkirin radestî OSO’yê hatine kirin
11:48 MYK’a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê civiya
11:47 Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin
11:44 Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi girseyî tên oxirkirin
11:39 Pirsa ji hevserokên girtî hatiye kirin: Hûn çima tev li xebatên jinan bûn?
11:18 Dozger heqaret li Mîr Perwer kir û got ‘divê mirov van tevekan bişewitîne!’
11:12 Aydenîz: Ha Tirkiye ha DAIŞ ferqa wan ji hev nîn e
11:05 Rapora Girtîgeha Sîncanê ya Jinan: Tu girtiyek siyasî ji mafê berdana bişert sûdê wernagire
11:03 ‘Ji destpêkê ve di doza Helîn Şen de pratîka necezakirinê hebû’
10:59 ‘Jinên Rojhilatî wê qanûnên mafên jinan asteng dikin qebûl nekin'
10:19 Xwest sûcê Tirkiyeyê veşêre û sûc bixe stûyê Îsraîlê!
10:09 Girtiyê nexweş Emîn Gurban anjiyo bû
09:44 Ji bo kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî cezayê muebbeta giran hate xwestin
09:07 Bi wesayîta zirxî Cîhan Can perçiqandibû: Dê rojê 20 TL'yî bide!
09:05 Hezex a ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ji xizmetê bêpar e!
09:04 Leşkeran goristan rûxandin
09:01 Jinên ku tev li komxebatê bûn: Rêveberiyên xwecihî nikarin bi yekzimanî xizmetê bikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:38 Li Bagokê operasyon, li Omeriya şer
10/10/2023
23:49 Êrişî Şehba û Efrînê hat kirin
22:06 Li Swîsreyê banga 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
19:24 Ên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em kujeran nas dikin
17:01 Rêxistinên Ciwanan: Em ê hesabê êrişan bipirsin
16:55 Jinên bertek nîşanî tacîza çawişên pispor dayîn îfade dan
16:50 HSD: 4 leşker hatin kuştin
15:41 Leşkerekî dewleta tirk li Başûr hate kuştin
15:34 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
15:20 Doza Kobanê: Çareserî di guftûgo û muzakereyan de ye
14:58 Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê didome
14:57 Di danişîna Eser ê polîsan qetil kir de tu biryar nehate dayîn
14:48 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Îlbasan hate girtin
14:36 OHD: Li girtîgehên Rihayê înfazên 11 girtiyan bi awayekî keyfî hatin taloqkirin
14:34 Ciwanên enternasyonalîst çûn serdana MKG’ê
14:10 Dostên gelê kurd pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî' dan destpêkirin
14:00 Partiya Çepên Kesk: Bila 10’ê Cotmehê weke Roja Bîranîn û Şînê bê îlankirin
13:57 Gelek bajaran bîranîna 10’ê Cotmehê: Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe
13:55 Rêveberiya Xweser: Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca me ya stratejîk e
13:50 ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:41 Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne
13:17 Ji bo 29 xwendekarên akademiyê derabe nehatin vekirin
13:10 Ûçar: Komploya 9’ê Cotmehê hatiye pûçkirin
13:00 Li dijî dozên Kobanê û Geziyê îtîraz hate kirin: Êdî bes e
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:47 Îsraîl: Cenazeyên hezar û 500 milîtanên Hamasê hatin dîtin
10:56 Partiya Çepên Kesk: Hewl didin Doza 10’ê Cotmehê di tariyê de bihêlin
09:58 Komkujiya 10’ê Cotmehê: Têkoşîna edaletê dê bidome
09:15 Endamên Polîtburo ya YNK’ê diyar bûn
09:15 104 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:11 'Tirkiye dixwaze tişta ku DAIŞ'ê nikaribû bike temam bike'
09:07 Rojnamevan Cûma: Gelên Rojava bi yek helwestê li dijî êrişan radibin
09:05 Keça girtiyê nexweş Tanhan: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye
09:04 Di rêveberiyên xwecihî de jin: Jin di nava civakê de azadiyê derdixe pêş
09:02 AKP li Botanê gund bi gund dengê cerdevanan vediguhêze navendan
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2023'YAN
09/10/2023
23:00 Hevserokên HDP'a Îzmîrê hatin girtin
21:13 Li Geverê yek jê zarok 4 kes hatin girtin
20:38 Ji QSD′ê bîlançoya roja 4′an a êrişan
18:10 Li Eyn Îsayê 2 zarok bi obusan qetil kirin
17:00 Partiya Çepên Kesk: Komplo bi tecrîdê didome
16:46 Di navbera malbatan de şerê biçekê: Kesek mir 12 kes birîndar bûn
16:33 Li Hesekê li dijî komplo û êrişan meş hate lidarxistin
16:23 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar çû serdana DÎSK’ê
16:09 Rêveberiya Xweser: 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dan
15:26 Bayindir: Em tecrîdê qebûl nakin, birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye
15:10 Ji ber dîmenê îşkenceya li dijî zarokan a li terîqetê gilî hate kirin
15:02 Dayikên Plaza de Mayoyê piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Em bi we re ne
14:55 Salih Muslim: Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin
14:26 Bêyî ku hincetek were nîşandan 36 penaber hatin dersînorkirin
14:14 Li Serêkaniya binxetê 2 jin hatin qetilkirin
13:54 Ata: Heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’ Abdullah Ocalan dê her azad be
13:18 Ji NY'yê re nameya Rojava: Bila qada hewayî bê girtin
13:09 Hejmara miriyan ji hezar û 200 kesî bihûrî, 123 hezar kes ji warê xwe bûn
12:59 Rêxistinên hiqûqê: Hedefgirtina sivîlan a li Rojava sûcê şer e
12:54 Abdullah Ocalan, çima ji Rûsyayê dersînor kirin?
12:41 Bendewariyên hilbijêrên kurd ên ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî çi ne?
12:27 ‘Jiyana me weke beriya 10’ê Cotmehê û piştî wê bû du parçe’
12:07 Di êrişa Tirkiyeyê ya li Zirganê de 5 jinên karker birîndar bûn
12:01 Li Amedê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
11:26 Der barê 8 jinan de lêpirsîna pankartê hat destpêkirin
11:05 Guven: Komplo ji bo Tirkiyeyê darbeyek bû
09:54 Seyîdxan Anter: Mehmed Uzun wêjeya xwe bi cîhanê da qebûlkirin
09:09 Belgefîlma Casimê Celîl: Malbata Celîl ji bo kurdan kedeke mezin daye
09:08 Colemêrgî: Krîza aborî encax bi çareseriya pirsgirêka kurd re dikare xelas bibe
09:07 Ehmed Xocê yê PYD'î: Li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye
09:06 Işik: Durûtiya çepê; ji kurdan re bêdeng in ji Filistînê re xurt in
09:04 Berdevka YPJ'ê: Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war
08:59 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'YAN
07:30 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadî bi ser bikeve’ derket
08/10/2023
23:55 Mîhrîcana hunerê ya li Amedê bi konsera Sasa bi dawî bû
23:47 Di şerê Filistîn û Îsraîlê de hezar û 113 kesan jiyana xwe ji dest da
23:01 Dewleta tirk êrişî îstayoneke gazê û bîreke petrolê kir
22:39 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:27 Amedsporê li sehaya xwe Derînce 2 û 1 têk bir
19:02 Li Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê