‘112 Hesp û Xezelek’ derçû

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Helbestvan-nivîskar Selîm Temo bi pirtûkek nû ya helbestê “112 Hesp û Xezelek” li pêşberî xwîneran e. 

Helbestvan-nivîskar Selîm Temo, du sal piştî çapa pirtûka bi navê "Pûnga li Bajêr" bi pirtûkeka nû ya helbestan derket pêşberî xwîneran. Navê pirtûka Temo “112 Hesp û Xezelek” e û besta xwe ji hespên dîrok û çanda kurdan girtiye. Temo di pirtûka xwe de navên 361 hespan anîne û li ser 112 ji wan helbest nivîsîne.
 
Ev pirtûka Temo ya bi navê “112 Hesp û Xezelek” ji Weşanên Darayê derçûye. Pirtûka ku demek dirêj e xwîner bi meraq li bendê bûn ji 113 helbestan pêk hatiye ku bi giştî hezar û 94 riste ne. 112 ji van helbestan ji devê hespan in û bi zimanê hespan diaxivin. Helbesta dawîn ku bi forma xezelê hatiye nivîsîn, ji 112 beytan pêk tê. Di vê xezelê de dengê helbestvan bi xwe tê bihîstin ku hem behsa cîhana xwe dike, hem jî behsa serpêhatiya xwe ya bi hespan re dike.
 
HETBAN, GOGERCÎN Û GÊJO… 
 
Ji Hetban heya Gogercîn, ji Delû Nîgarê heya Sêvoya Sêling, ji Gêjo heya Kose Etmakî, ji Xezalê heya Cilfîferazê, ji Dêroyî heya Hoqabê Şeşpê bi sedan hesp di pirtûka ‘112 Hesp û Xezelek’ê de dişehin, dixarin, dixewin û diaxivin. Cumhur Olmez edîtoriya pirtûkê kiriye û bergê pirtûkê ji aliyê Sadik Hangul ve hatiye çêkirin. 
 
Xwîner dikarin pirtûkê li ser malperên pirtûkan û ji pirtûkgehan peyde bikin. 
 
SELÎM TEMO KÎ YE?
 
Helbestkar, wergêr û akademîsyen. Di 27’ê nîsana 1972’yan de li gundê Mêrînayê Batmanê ji dayik bû. Dibistana seretayî li gundî, a navîn li Batmanê kuta kir. Bi destpêka xwendina Beşa Etnolojiyê ya Zankoya Enqereyê (1992-2000) re dest bi belavkirina berhemên wêjeyî kir. Mastera xwe (2003; Wêjebûna Laşî di Helbesta Cemal Süreya de) û doktoraya xwe (2009; Dorhêl di Helbesta Tirkî de: 1859-1959) li Zankoya Bilkentê, di Beşa Zimanê Tirkî de bire sêrî. Di 2009an de li Zankoya Artukluyê ya Mêrdînê wekî asîstant profesor dest bi hîndekariyê kir û xebata damezirandina Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bi rê ve bir. Lê piştî ku Kurdî ji aliyê dewletê ve wekî “beş” nehate pejirandin, ji lijneya damezirandinê îstifa kir. Di 2011an de wekî “mamosteyê mêvan” li Navenda Lêkolînên Kurdî ya li Zankoya Exeterê (Brîtanya) xebitî. Di hin rojnameyan de heftane nivîs dinivîse (2013-2014, Radikal / 2017-2019 Duvar /2019-2020, Xwebûn). Helbest û nivîsên wî bo Almanî, Azerî, Ermenkî, Farisî, Flamanî, Frensî, Îngilîzî, Japonî, Danî, Baskî, Îtalî, Kurdî (Kurmancî, Soranî, Kirmanckî), Spanyolî û Tirkî hatine wergerandin. Di meha pêşîn a 2017'an de ji zanîngehê hat îxrackirin ango avêtin. Salekê li Zanîngeha Paul Valéry a li Montpelliera Fransayê xebitî. Temo niha li Parîsa Fransayê dijî.  
          
Berhemên wî: 
 
Helbest: Ah! Tamara (1995), Kırgın Nehirler Meseli (1996), Uğultular (2000), Sê Deng (2011), Keştiya Bayê (2016), Pûnga li Bajêr (2021). Roman: - Çiftlere Cinayet Dersleri (1998). Antolojî: Kürt Şiiri Antolojisi (2007). Pirtûkên zarokan: - Serê Şevê Çîrokek (12 pirtûk, 2006-2010). Werger: Amidabad: Göç, Çocuk, Irmak (Vehênana Fawaz Husênî-2004), Solgun Romans (Çîrokên Firat Cewerî-2005), Abdalın Bir Günü (Romana Mehmed Uzunî-2005), Sen (Romana Mehmed Uzunî, roman, 2006), Yaşlı Rindin Ölümü (Romana Mehmed Uzunî-2006), Yitik Bir Aşkın Gölgesinde (Romana Mehmed Uzunî-2006), Aşk Gibi Aydınlık Ölüm Gibi Karanlık (Romana Mehmed Uzunî-2006), Mem ile Zîn (Mesnewiya Ehmedê Xanî-2016), Kar ve Ateş (Helbestên Mueyed Teyibî-2016). Lêkolîn û gotar: Türk Şiirinde Taşra (2011), Ruhun Bedeni (2014), Uzak Komşu: Kürt ve Türk Şiiri İlişkileri (2015), Horasan Kürtleri (2018), Cemal Süreya Şiirinde Beden ve Erotizm (2021). Tîpguhestin: Ne Ba Min Siwar Dike, Ne Ax Min Peya Dike (Helbestên Mueyed Teyîb, 2014). Edîtorî: Rojên Wêjeya Kurdî (Ligel Îbrahîm Seydo Aydogan, 2011). 
 
Xelatên ku wî wergirtine:
 
* Xelata Yaşar Nabi Nayır a Helbestê, 1997
* Xelata Halkevleriyê ya Romanê, 1998
* Çirayên 2011'an, Weqfa Hrant Dink
 

Sernavên din

23/03/2024
20:15 DEM Partî li qadê ye: Divê em bi dengên xwe yên helal pêşî li ber hilbijêrên sexte bigirin
18:43 Zana: Eger dilê we û jiyaneke hevpar hebe, divê hûn li gel fikira kurdan bin
18:18 Eleqeyeke zêde ji bo Tifaqa Dêrsimê
18:12 Hejmara kesên di êrişa li Moskowê de jiyana xwe ji dest dan gihaşt 133'yan
17:03 Ciwanên rexne li Erdogan kirin li naverasta kolanê hatin îşkencekirin
16:55 Tevî berfê jî xebatên hilbijartinê hatin domandin
16:53 Girtiyan ji bo Newroza Rihayê peyam şand: Dê agirê di dilê me de venemire
16:44 Putîn: Em ê hemû faîl û organîzatoran tespît bikin û ceza bikin
16:42 Bakirhan ji Abdullah Ocalan re got: Newroza te pîroz be
16:39 Agirê Newrozê li Bazarcixê geş kirin
16:18 Beşdarên Nobeta Edaletê: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
16:16 Ji bo girtiyên nexweş Aygun û Yavuz bang kirin
15:48 Li quntarê Çiyayê Gomanê pîrozbahiya Newrozê: Ronahiya roja me bi têrî me tevan dike
15:33 Li Mûşê pîrozbahiya Newrozê: Gelê kurd ji bo azadiyê qadan dadigire
15:28 Xizmên Windakiriyan bertek nîşanî biryarên ‘demborînê’ dan
15:10 Zana: Rêya Sêyemîn rêya demokrasiyê ye
14:54 Parêzera Hatîce Yildizê: Pere di bin kontrola dewletê de hatiye şandin, biryar derhiqûqî ye
14:40 Dayikên Şemiyê faîlên Hasan Ocak pirsîn
14:36 Li Rihayê coşa Newrozê: Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan e
13:55 HSD: Li dijî DAIŞ’ê hewcehî bi hevkariyeke bibandor a navneteweyî heye
13:47 Rêya di navbera Amed-Çewligê de ji ber berfê hate girtin
12:34 Hunermendên kurd piştgirî dan DEM Partiyê
12:33 Li navçeyên Amedê berf dibare
12:32 Ji ber êrişa Moskovê 11 kes hatin girtin
12:15 Dê ruhê Newrozê veguhêzin ser sindoqan
11:37 Xizma girtî ya 75 salî Yildiz ku bi sedyeyê ji mal derxistin hate girtin
11:36 Dê bi DEM Partiyê re şaredarvaniya zelal û gelparêz bê Dîgorê
11:22 DEM Partiyê Beyannameya Hilbijartinê ya Zarokan eşkere kir: Dê di her qadê de zarok esas bên girtin
11:15 Newroza Rihayê bi coşeke mezin dest pê kir
10:47 Namzetên bajarokê Xoşxeberê yên DEM Partiyê amadekariyên şandina qeyûm dikin
10:17 Avê nadin girtiyê nexweş Tuzun ê di hucreyê de tê ragirtin
10:07 Dê li ser sindoqê bersivê bidin polîtîkayên cihêkar ên AKP’ê
09:50 AKP'ê gotibû 'em ê bikin Parîs': Lê rê di nava heriyê de mane
09:48 DEM Partî li Norşînê li pey reqorê ye
09:47 TUGVA’yê heqê fitarayê xwe bi qeyûm da dayîn
09:33 Ji ber nûçeyan der barê 4 girtiyan de doz hat vekirin
09:24 Êrişa li Moskovê DAIŞ’ê li xwe girt
09:13 Cezayê li hevserokê berê yê MEBYA-DER'ê Karadag hatibû birîn hat erêkirin
09:11 Ji şirnexiyan li dijî êrişên gengaz banga yekitiyê
09:06 Xwest bavê wê yê nexweş û 80 salî bê berdan
09:04 151 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:01 Girtiyên siyasî bi daxwaza ‘azadiyê’ ev 118 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2024’AN
08:55 Zana: Xwedî li partiya we bi keda xwe ava kiriye derkevin
22/03/2024
22:46 Li Moskowê êrişî salona konserê hat kirin
21:57 Tulay Hatîmogullari çû serdana Emîne Şenyaşar
20:50 DAIŞ'ê 2 kes qetil kirin
20:36 Ji şaredarîvaniya wekhev û azadîxwaz re hindik ma
19:45 Li Îzmîrê 4 endamên ESP'ê hatin girtin
19:13 Ûçar: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê welêt aram bike
18:06 Siyasetmedar Zana: Her kes kesekî/ê qaneh bike
16:49 Ahmet Turk ji bo piştgiriya namzetên partiyê çû Şirnexê
16:22 Li Şirnexê danişîna doza 18 jinan hate lidarxistin
16:05 Ji Kobanê heya Lubnanê Newroz hate pîrozkirin
15:40 Agirê Newrozê îcar li Battalgazî û Haymanayê hate vêxistin
15:27 Saritaş: Em ê giliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Sêrtê bikin
15:04 Li Edeneyê agirê Newrozê dê di 24’ê adarê de bê vêxistin
15:03 Eşîra Îskiyê îdiaya ku ew ê piştgiriya AKP’ê bikin, derewand
14:33 Turk û şandeya pê re serdana malbatên ku malên wan di bin avê de mane kirin
14:27 Çîçek Kobanê û 3 girtiyên din hatin sewqkirin
14:26 Ji girtiyan peyama Newrozê
13:19 1'emîn Pêşbirka Karîkatûran a Navneteweyî dê li Stenbolê bê lidarxistin
13:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Ji 81 baroyan daxuyaniya hevpar: Em bi hev re rê li ber îstîsmarkirina zarokan bigirin
12:54 Xelat dan rojnameger Muftuogluyê
12:39 Li Cizîrê 4 avahiyên ku xetereya wan a hilweşînê hene hatin valakirin
12:04 Kesên di Newrozê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:47 Di Newroza Amedê de çi peyam hatin dayîn?
11:39 Baroya Amedê bertek nîşanî binçavkirina zarokan da
11:33 Baroya Şirnexê giliyê polîsên ku tundî li zarokan kirine kir
11:09 Daxwazên ku ji qada Newrozê bilind bûn
10:11 Coşa ‘mizgîniyê’ di Newroza Amedê de olan da
09:34 Ji karkerên înşeatê banga ji bo hilbijêrên livdar: Em bi dengê xwe ber bi DEM'ê ve biherikin
09:25 Cizîriyên malên wan di bin avê de man bertek nîşanî qeyûm dan: Ne ji bo xizmetê ji bo perexwarinê ne
09:22 Ên nikarin goşt bikirin berê xwe dane hestiyan!
09:08 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 150 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 117’an de didome
09:02 Banga ji bo beşdariya Newroza Rihayê
09:01 ROJEVA 22’YÊ ADARA 2024’AN
21/03/2024
22:33 DEM Partiyê serdana malbatên ku malên wan di bin avê de man kir
21:53 Deriyê derve yê Wezareta Dadê jî li Şenyaşarê hat girtin
20:49 Piştî Newrozê li Amedê 126 kes hatin binçavkirin
19:40 Li Cizîrê lehî rabû: Kuçe û kolan di bin avê de man
18:41 Ji kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
18:38 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di roja 100'emîn de ye
17:05 Li Gokçeadayê Newroz hate pîrozkirin
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin