AMED – Qeyûmê Şaredariya Sûrê Bîlal Ozkan ji bo bibe bernamzetê AKP’ê yê Mêrsînê ji peywîra xwe îstîfa kir.
Qeyûmê Şaredariya Sûrê ku di heman demê de Qeymeqamê navçeyê bû Bîlal Ozkan ji bo di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bibe bernamzetê AKP’ê yê Mêrsînê ji peywîra xwe îstîfa kir.
Piştî îstîfaya Ozkan, Qeymeqamê navçeya Peyasa Amedê Tolga Togan bi wekaletî tayînî Qeymeqamiyê kirin. Alîkarê Waliyê Amedê Hasan Gokpinar jî wek qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin.
Di 11’ê îlona 2016’an de Bîlal Ozkan wek qeyûm tayînî şaredariya Sûrê hatibû kirin. Şaredariya Sûrê ev çar serdem bû ji aliyê DBP’ê ve dihat birêve birin.