Komploya navneteweyî dê li Kadikoyê were şermezarkirin

  • rojane
  • 10:57 6 Cotmeh 2023
  • |
img
STENBOL - HDK û DBP’ê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ku dê 8’ê cotmehê were lidarxistin banga tevlîbûnê kirin û gotin: “Em ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bînin werin cem hev. 
 
Komploya navneteweyî, bi hevkariya hêzên navneteweyî di 9’ê Cotmeha 1998’an, bi derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir. Komploya ku ketiye 25 saliya xwe dê li Tirkiye û gelek bajarên Kurdistanê bi meş û çalakiyan were şermezarkirin. Li Stenbolê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Kesên di Anatolyayê de Xizmên Xwe Winda  Kirine re  (ANYAKAY-DER), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER), Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD), Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), Komeleya Lêkolînên Kurd û Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER), bi dirûşmeya “Ji bo tecrîdê bişkînin em ber bi azadiyê ve dimeşin” dê 8’ê cotmehê li pêşiya Peykerê Ga yê li Kadikoyê, çalakiyê li dar bixin. 
 
Hevberdevkê Partiya Herêmên Demokratîk a Herêma Marmarayê Dîlber Demîr û Hevrdevkê bajêr ê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Mehmet Karadag, ku her du jî ji Komîteya Amadekar a çalakiyê ne hemû pêkhateyên civakî vexwendin meşa ku dê di 8'ê Cotmehê de were lidarxistin. 
 
DAXWAZA YEKEM AZADIYA OCALAN E
 
Mehmet Karadag destnîşan kir ku komloya navneteweyî ya 9 Cotmehê ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye li dar xistin, destpêka polîtîkayên şer ên Rojhilata Navîn e û da zanîn ku di 25 salên derbas bûyî de ev polîtîka hê jî dom dikin. Karadag da zanîn ku ji ber hesabên komployê vala hatin derxistin, tecrîda li Îmraliyê kete dewrê. Karadag bilêv kir ku yekem armanca wan a meşa Kadikoyê, pêkanîna azadiya fizîkî ya Abddullah Ocalan, avakirina diyalogekî ser bingeha aştiyê ye û got: “Tenê bi vî awayî civak dikarin aştiyê bibînin. Rakirina tecrîda li Îmraliyê, rakirina tecrîda li ser hemû girtîgehan e. Rakirina tecrîda li ser Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn e. Ji ber ev ne tenê pirsgirêka kurdan e, pirsgirêka hemû gelên cîhanê ye. Banga me ji hêzên demokrasiyê ew e ku guh bidin meşa me ya 8’ê cotmehê ya li Kadikoyê û bi me re tevbigerin.”
 
BANGA TEVLIBÛNA ÇALAKIYÊ
 
Hevberdevka DBP’a Marmarayê Dîlber Demîr jî anî ziman ku komplo bi tecrîda Îmraliyê dom dike û di halê hazir de tecrîd belavî hemû qadên jiyanê bûye. Demîr destnîşan kir ku tecrîd bûye sedema gelek krîzan û bi bîr xist ku dema ev tecrîda ji holê rabû dê krîzên heyî jî derbas bibin. Demîr têkildarî meşa ku dê li dar bixin wiha got: “Têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya Birêz Abdullah Ocalan, hem li qada navneteweyî, hem jî li Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dike. Em ê têkoşîna xwe ya vê mijarê hêj mezintir bikin. Em her kesekê di 8’ê cotmehê de vedixwînin meşa mezin a azadiyê. Taybetî jî kurt û dostên kurdan, jin, ciwan û tevahiya gel, ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, em werin gel hev û azadiya xwe pêk bînin.”
 

Sernavên din

21/03/2024
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne