RIHA - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Rihayê tev li xebatên hilbiartinê bû û got: "Efrîn li ber xwe dide. Dê van talankeran defin bikin. Em jî dê îktîdara ku ku li serê aştiyê bûye belav û nexweşî di 25'ê Hezîranê de defin bikin."
Heyeta HDP'ê ku di navde Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, Dîlek û endamên rêveberiya giştî û saziyên civakî jî hene li salona Konferansê ya Nobelê ku rêxistina HDP'ê ya Rihayê amade kiribû hatin cem hev. Gel eleqeyek mezin nîşanî civînê da.
Beriya civîn dest pê bike polîsan der û dorê avahiyê dorpêç kar û kesên çûn salonê di kontrola GBT'ê re derbas bûn.
Di civînê de parlamenterê HDP'ê Nimetullah Erdogmuş û Feleknas Uca axaftin kirin. Uca, bal kişand ser zilma li ser gel tê meşandin û got: “Têkoşîna li dijî zilmê şert e. Hatima me ya îro li vir bersîva vê yekê ye. Îktîdara ku digot pirsgirêka kurd pirsgirêka min e îro tehamulî navê kurd û Kurdistanê nake. Gelê kurd her dem hem û dê her dem hebe. Her dem em dibêjin berxwedan jiyan e û jiyan berxwedan e. Azadi nêzîk e. Em tê bi têkoşîna xwe Birêz Ocalan û hemû girtiyên din azad bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî bal kişand ser danûstandinên bêyî HDP'ê têne kirin û got: "Em nebin nabe. Çareserî em in." Temellî bi bîr xist ku desthilatdariya heyî bi îdîaya "ez demokrat im, ez ê meseleya Kurd çareser bikim" bû desthilat û got, "Lê belê ji hemû desthilatdariyên beriya xwe bêhtir dijminatiyê li Kurdan dike. Weşan û saziyên Kurdî qedexe kir, wekîltiya parlamenterên Kurdan betal kir û nikare xwe li peyva bajarê Kurdan jî rabigire."
EFRÎN A EFRÎNIYAN E, JI WIR DERKEVIN!
Sezaî Temellî da xuyakirin ku ji 7'ê Hezîranê ve polîtîkaya şer li ser Tirkiyeyê tê ferzkirin û got: "Destpêkê êrîşî bajarên Kurdan kirin. Bi hezaran mirov mexdûr kirin. Gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Qîma xwe bi vê yekên eanîn. Ne tenê li hundir, li Efrînê jî heman tişt kirin. Tevî çeteyên ji ber DAÎŞ'ê mane dest bi talankirina Efrînê kirin. Efrîn a Efrîniyan e, derkevin ji wê derê."
DI 25'Ê HEZÎRANÊ DE EM Ê VÊ DESTHILATDARIYÊ BIQEWIRÎNIN!
Temellî destnîşan kir ku roja 25'ê Hezîranê wê desthilatdariya bûye belayê serê welêt biqewirînin û bi dewamî got: "Polîtîkaya şer ku bi dijminatiya li Kurdan dimeşînin, li Sûriyeyê jî didomînin. Tê bîra we; hewl dan heman tiştî li Kobanê jî bikin. Gelê Kobanê li ber xwe da. Îro jî gelê Efrînê li ber xwe dide û wê van talankeran ji Efrînê biqewirîne. Em ê jî vê desthilatdariya ku bûye belayê serê welêt roja 25'ê Hezîranê biqewirînin."
Temellî hişyariyên xwe bi bîr xist ku beriya niha gotibûn, 'eger meseleya Kurd çareser nebe, wê her tişt birize' û got: "Weke HDP, KCD û HDK'ê me got; eger hûn meseleya Kurd çareser nekin, ev yek wê bibe sedem ku her tişt birize. Wê rê li ber pirsgirêka demokrasiyê veke. Li vî welatî eger pirsgirêka demokrasiyê çareser nebe, meseleya Kurd jî çareser nabe. Em pê bawer in ku bi têkoşîna demokrasiyê, di serî de meseleya Kurd em ê hemû pirsgirêkan çareser bikin."
FIRSENDEK LI BER ME YE
Temellî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha firsendek derketiye pêş me" û wiha dewam kir: "Bi geşkirina vê têkoşînê re derfetên rizgarkirina ji vê desthilatdariyê dikarin bên afirandin. Werin em bi hev re têkoşînê geş bikin û ji vê Qesrê, ji vê feraseta tekparêz rizgar bibin. Yên ku herî zêde bi vê rastiyê zanin, mirovên li vê erdnîgariyê ne. Dem hatiye ku êdî em dawî li vê yekê bînin."
JÊ HEYE KU WÊ BI SER BIKEVE
Temellî, anî ziman ku îktîdarê di nava panîkê de biryara hilbijartinê da û wiha lê zêde kir: "Di nava panîkê de biryara hilbijartinê da. Jê heye ku wê bi ser bikeve" û wiha dewam kir: "Tu yê bi ser nekeve. Roja 24'ê Hezîranê em ê te ji vir bibin. Em ê dawî li vê zilmê bînin. Namzetê me namzetê Tirkiyeyê, namzetê jiyana nû, paşerojê, hêvî û têkoşîna demokrasiyê ye. Bala xwe bidinê; li her derê li namzetan digerin, dikin nakin nabînin. Bazarî, danûstandinan bêyî HDP'ê dikin. Bêyî me nabe. Em çareserî ne. Hûn bi nedîtina me re xwe dişibînin Qesrê. Her kes wê qebûl bikin ku bi me re siyasetê bikin. Bi dijminatiya li me re hûn nikarin pêşî li welêt vekin. Werin em li dora namzetê Tirkiyeyê, namzetê hêzên ked û demokrasiyê, namzetê têkoşîna gelan bicivin. Bi vî rengî em bi hev re pêşî li Tirkiyeyê vekin."
DI TÛRA DESTPÊKÊ DE JÎ EM Ê BI SER BIKEVIN
Temellî herî dawî wiha got: "Ji me dipirsin; 'Wê di tûra duyemîn de çi bibe?' Di tûra yekemîn de çi bibe, wê di tûra duyemîn de jî ew bibe. Di tûra yekemîn de em ê bi ser bikevin, di tûra duyemîn de jî. Ti carî dev ji vê hêviyê bernedin. Çi dibêjin bila bêjin, guhertina vî welatî di destê me de ye. Her ku em bimeşin wê pêşî li demokrasî û azadiyê vebe.
Em ê têkoşînê geş bikin. Kî ji rêya xwe vedigere bila vegere, em ji rêya xwe venagerin."
Temelî û heyeta pêre piştî axaftinan li nava esnafên Rihayê geriya.