STENBOL - Serokê Lijneya Îcra ya Rojnameya Cumhuriyetê Akin Atalay beşdarî heftaya 56’emîn a Nobeta Edelatê bû û got: “Xwezî min bigota hikûmet serdeste, edaleta heye û baweriya min vê yekê bihata. Lê ez bawer nakim. Niha li Tirkiyeyê edalet tuneye.”
Parêzer û hiqûqnasan, li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê di hefteya 56'emîn de çalakiya Nobeta Edaletê pêk anîn. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo hemû kesê edalet” hat vekirin. Serokê Lijneya Îcra ya Rojnameya Cumhuriyetê Akin Atalay ê di çarçoveya doza rojnameya Cumhuriyetê de di 25’ê Nîsanê hat berdan, Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, gelek rojnameger û parêzer beşdarî çalakiyê bûn.
Parêzer Kemal Aytaş di çalakiyê de axivî û wiha got: “Duh biyarek hat dayîn. Em vê biryarê qebûl nakin. Ên ev biryar dan dê dibin de bimînin.”
Dûre Parêzer Akin Atalay ê piştî 542 roj şûn de azad bû axivî. Atalay, diyar kir ku derve ji hûndir de baştire û wiha got: “Bi vê nobetê peyamên girîng tên dayîn. Bû hêviyek girîng. Em spasiya hemû kesên piştgirî dan me dikin.”
‘DIXWAZIN EM DERKEVIN JI DERVEYÎ HIQÛQÊ’
Atalay, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Xwezî min bigota hikûmet serdeste, edaleta heye û baweriya min vê yekê bihata. Lê ez bawer nakim. Li Tirkiyeyê niha edalet tuneye. Peyama bi vê biryarê re dan me girînge. Dixwazin em jî derbikevin ji derveyî hiqûqê. Lê em tu carî dest ji hiqûqê bernadin. Em mirovên şerim dikine. Ji ber vê ne keyfxweşim ku derketime. Gelek mirovên mexdûr bûyîn hene. Di hûndir de rojnameger, siyasetmedar, hiqûqnas û xendekar hene. Bi hêvîdarim ew jî di demek kinde bigihin azadiya xwe. Wê demê em ê hemû bi hevre keyfxweş bibin.”
KERESTECÎOGLU: PIŞTÎ 24’Ê HEZÎRANÊ
Piştî Atalay Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu axivî û wiha got: “Em hêvîdar dê rojekê edalet bê Tirkiyeyê. Piştî 24’ê Hezîranê emê hîn zêdetir bêhnê bigirin û jiyanek xweş bijîn.”
Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî got, “Li cihekê daraz tunebe, li wir edalet jî tuneye.”