STENBOL - Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, damezrîner û yekem Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kemal Turkler ê di 22’yê Tîrmeha 1980’î de hat kuştin, li ser gora wî bibîr anî.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Stenbolê, damezrîner û yekem Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kemal Turkler ê di 22’yê Tîrmeha 1980’î de hat kuştin, li ser gora wî ya li Goristana Çamlik a Topkapi bibîr anî. Hevseroka HDP’ê ya Stenbol3e Esengul Demîr, Hevberdevkê HDK’ê ya Stenbolê Atîlla Ozdogan û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.
‘DÊ LI BER DÎROKÊ BÊN DARIZANDIN’
Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr li ser gora Kemal Turkler axivî û wiha got: “Pergala ji Kemal Turkler ditirsiya, ji ber vê kuştin. Kemal ji aliyên faşîstan ve li ber mala xwe hat kuştin. Bi hevkariya dewletê faîlên wî bi salan hatin veşartin. Ji ber ku li Tirkiyeyê pergala darazê di tarîtiyê deye, faîlên bi dehan komkujiyan nayên dîtin û darizandin. Emê xwedî doza wî derbikevin û em Kemal bi rêz bibîr tînin”
‘DI 1’Ê GULANÊ DE EM Ê LI QADAN BIN’
Endanê MYK’a HDP’ê Ridvan Turan jî, diyar kir ku ew Kemal bibîr tînin û wiha got: “Ligel zordestiya rejîma OHAL’ê jî, emê bi dirûşmeya aştî û edaletê di 1’ê Gulan de dakevin qadan. Di Newrozê de em çawan daketin qadan, emê di 1’ê Gulanê de jî dakevin qadan. Hêza wan nikare me têk bibin. Em ê têkoşîna Kemal Turkler a haya roja îro anî berdewam bikin.”