AMED - Birayê Kemal Kurkut ê pol Y.Ş. ew di Newroza Amedê de qetil kir û niha serbest tê darizandin, Cihan Kurkut, bertek nîşanî biryara dadgehê da û got: "Me xwest polîs bê girtin, lê dadgehê bi hinceta ‘delil kêm in' daxwaza me red kir. Gelo tevî hemû delîlên aşkere ji bo heyet îkna bibe divê em kijan delîlan nîşan bidin" û hawara xwe anî ziman.
Kemal Kûrkût ê 22 salî, ji bo Newrozê di 21’ê Adara 2017’an ji Meletiyê hatibû Amedê. Kûrkût di têketina qadê de tevî bedena xwe ya tazî, polîs Y.Ş. ji pişt ve gule berdayê û ew li qada Newrozê qetil kir. Di ser kuştina Kurkut re salek û mehek (23 meh) derbas bû. Dema hat qetil kirin kêlî bi kêlî wêne hatibûn kişandin û bi raya giştî re hatibû serwîskirin. Dîsa salek şûnde dîmenê kêlî bi kêlî kuştina Kurkut hatin bidestxistin. Dîmenên kamerayê yên ku ji wesayîtên zirxî û avahiyên li derdorê hatin belavkirin, dema qetilkirinê bi awayekî zelal derdixe holê.
2'emîn danişîna doza kuştina Kemal Kûrkut li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut polîs Y.Ş. dîsa ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Heyetê danişîna dozê taloqî 20’ê îlonê kir. Polîsê kujer Y.Ş. li pêş kamera û rojnamegeran Kurkut kuştibû û niha serbest tê darizandin.
HER TIŞT AŞKERE YE'
Birayê Kemal Kurkut Cihan Kurkut, bertek nîşanî biryara dadgehê da û got: "Me xwest polîs bê girtin, lê dadgehê bi hinceta ‘delil kêm in' daxwaza me red kir. Gelo tevî hemû delîlên aşkere ji bo heyet îkna bibe divê em kijan delîlan nîşan bidi. Her tişt pir aşkere û zelal e. Tu sedema ku dîsa delîlên nû lê zêde bike tune ye. Polîsê gule berdaye li holê ye. Lê hêj dibêjin delîl kêm in. Her tişt li ber çavan e. Dîmen û wêne heye. Her tişt pir zelal û diyar e."
'GER KU KEMAL POLÎS KUŞTIBÛYA DÊ EDALET BEROVAJÎ BÛYA'
Kurkut, anî ziman ku ger li şûna polîs, Kemal polîs kuştibûya dê edalet beravajî cihê xwe dîtibûya û wiha got: “Dadgehê bi vê biryarê hem Kemal hem jî hemû malbata kemal ceza kir. Tevî vê êşa Kemal, Meletiya jî êşa me zêde kir. Şaredariyê cihê gorê neda me. Destûr neda em li gasilxaneyê cenaze bişon û av qut kirin. Dema em bi vî cavî lê binerin pirsgirêka kurd û elewî ye. Ji ber ku Kemal kurd û elewî ye li me wisa dikin."
Kurkut, anî ziman ku ew bawer dikin ku dê teqez edalet cihê xwe bibîne û wiha got: "Lê beriya ku bi vî rengî edalet were em dixwazin bêyî ku kesên din bên kuştin edalet bi lez cihê xwe bibîne. Em naxwazin zêde mirov bên kuştin. Ne tenê mijara Kemal, ji bilî kemal jî bi dehan kesên din hene. Yên Tahir Elçî Berkin Elvan kuştin nehatin cezakirin. Bi fermana yên jora xwe dikujin. Alî İsmail Korkmaz, Berkin Elvan û bi dehan kesên din bi vî rengî hatin kuştin.
DAYIK KURKUT: DEMA EM JI BO KURÊ XWE EDALETÊ DIXWAZIN ÇIMA HÊRS DIBIN
Dayika Kemal Kurkut Secan Kurkut jî bertek nîşanî helwesta dadgehê da û wiha got: "Dema em edaletê dixwazin çima xwe hêrs dikin. Çima dema ez ji bo kurê xwe edaletê dixwazin hêrs dibin. Kemal çi kir ew kuştin? Bila ew qatil cezayê xwe ji xwedê bibîne. Bila xwedê bela xwe bide wî.