COLEMÊRG - Yekem danişîna doza Necmettîn Fendîk ê li mala xwe ya Geverê hat kuştin, hat dînin. Bersûc polîsê hêzên taybet A.F.K, di danişînê de parastin kir û got: “Nêzî 30 hevalên min şehîd bûn. Ne girînge ku di hûndir de bombe yan jî çek hebin. Em dikevin hûndir û fermana daye me em pêk tînin.”
Yekem danişîna doza derbarê Necmettîn Fendîk ê di 18’ê Tîrmeha 2017’an de li mal xwe ya navçeya Geverê ya Colemêrgê di serdegirtinê de hat kuştin, li Dadgeha Cezayê Aslî ya 2’yemîn a Geverê hat dîtin. Di dozê de bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê” ji 2 salan heya 6 salan cezayê girtîgehê ji bo bersûc polîsê hêzên taybet A.F.K, re tê xwestin. A.F.K, ê li Stenbolê erkdare bi SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû. Parêzerê malbata Fendîk Necmettîn Çoruh beşdarî danişînê bû.
CARDIN ÎDÎA KIR KU DI DESTÊ WÎ DE ÇEK HEBÛS
Bersûc polîs A.F.K, paratina xwe ya berê dayî dozger dubara kir û cardin îdîa kir ku di destê Fendîk de çek hebû. Lê di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Geverê derbarê bûyerê amade kir de agahiyek wiha qet cih negirtibû.
Bersûc polîs di dewama parastina xwe de wiha got: “Ez mertalgêr bûm. Di serdegirtina malê de gava me bi balyonê derî şkand, ji bo tiştek bi polîsên li pişt min yê, min xwe nêzî derê kiribû. Gava ez ketim erdê min dît ku di destê Fendîk de çek dît. Ez çawan ketim çek amin teqiya û gule li Fendîk ket. Mûdaxileya dest pê kê me kir. Dûre li nexweşxanê mir. Heya niha nêzî 30 hevalên min şehîd bûne. Ne girînge ku di hûndir de bombe yan jî çek hebin. Em çawan dikevin hûndir fermana ji bo me hatî dayîn em pêk tîn in.”
DÊ ŞAHID BÊN GUHDAR KIRIN
Şandeya dadgehê piştî parastina bersûc polîs A.F.K, li ser daxwaza parêzerê malbata Fendîk, biryara şahidên bûyerê karmendên polîs, hevjînê Fendîk Kudret Fendîk û Keyayê Taxa Gongor Mehmet Arîf Bayrak bên guhdar kirin, da û danişîna dozê taloqî 28’ê Hezîranê kir.