ENQERE - Doza berpirsên windakirina 22’an a di raya giştî de weke “Doza JÎTEM’ê ya Qoserê” tê zanîn, ji ber ku bersûc û şahid Zeynep Yalçinkaya beşdar nebûn, hat taloqkirin.
Li navçeya Qosera Mêrdînê dinava salên 1992 û 1996’an de 22 kest hatin kuştin û winda kirin. 14’emîn danişîna “Doza JÎTEM'ê ya Qoserê” ya darbarê berpirsên windakirina 22 kesan de hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Enqerê hat dîtin. Bersûc beşdarî dozê nebûn. Parêzer û parêzên mexdûran Sînem Coşkun di danişînê de amade bû.
Şandeya dadgehê, ji ber ku bersûc û şahid Zeynep Yalçinkaya beşdarî danişînê nebûn, danişîn taloq kir û xwest Zeynep Yalçinkaya di danişîna bê de, bê îfa de bide. Şandeya dadgehê danişîn taloqî 13’yê Îlonê kir."