COLEMÊRG- Kerîmhan Zerender ê bi guleya ji Qereqola Dûrê ya Geverê-Şemzînanê hat berdan birîndar bû, bûyer vegot. Zerender, diyar kir ku di heman rêya qereqolê re vegeriyane û wiha got: “Me dengê qarîniya leşkeran bihîst, lê di peyre gule li wesayîta me reşandin.”
Leşkerên li Qereqola Dûrê ya navçeya Şemzînana Colemergê, di 10’ê Cotmehê gule li wesayîtekê reşand û Çetîn Başer jiyana xwe ji dest da. Kerîmhan Zerender ê di wesayîtê de bi giranî birîndar bû, bi navbeykariya xizmên xwe bûyer vegot. Zerender, diyar kir ku li ber deriyê odeya wî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê polîs nobetê digirin û wiha got: “Qereqola li ser rêya Şemzînan û Geverê gule li me reşand. Ji ber ku gule li Başer ket, wesayîta me qelipî.”
‘EM DI HEMAN RÊDE VEGERIYAN’
Zereder, da zanîn ku ew di heman rêya qereqolê ya vedigeriyan de, vegeriyan û wiha domand: “Dema em diçîn Şemzînanê mîna her çar em di rêya nêzî qereqolê re vegeriyan. Di dema vegerê de, me dengê qarîniya leşkeran bîhist, lê di peyre gule li me reşandin. Gava gule reşandin em pêşde diçûn. Piştî gule li canê Çetîn ket û şûn de tiştek din nayê hişê min.”
DÊ BÛRÊ MÎNA QEZA NÎŞAN BIDIN
Xizmên Zerender, îdîa kirin ku ji bo bavê Zerender ne axive gef lê hat xarin, polîs û leşker dixwazin bûreyê mîna qeza ji raya giştî re eşkera bikin.