AMED – Danişîna duyemîn a doza Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de polîs Y.Ş. ew kuşt dest pê kir. Polîsê kujer ku “cezayê muebetê” tê xwestin serbest e.
Di Newroza 21’ê Adara 2017'an de ya li Amedê ciwanê bi navê Kemal Kurkut ji Meletiyê hat xwest tev li pîrozbahiya Newrozê bibe ji aliyê polîs Y.Ş. ve hat kuştin. Kurkut li ber çavê rojnamegeran hat kuştin. Bi sûcdariya “Kuştina qestî ya muhtelemel” der barê polîs de doz hat vekirin. Danişîna duyemîn a dozê ku polîs serbest tê darizandin li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pêk ir. Li derdora edliyê û hundir tedbîrên ewlehiyê hatin sitendin.
Yên hatin salona dadgehê di lêgerîna polîsan de derbas bûn. Dayika Kurkut, Secan Kurkut û birayê wî Ferhat Kurkut, xizmên Kurkut, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, Alîkarê Hevserokên Giştî yê ÎHD’ê Racî Bîlîcî, rêveberên HDP û DBP û gelek kes danişînê dişopînin.
Polîsê serbest berdayî Y.Ş. di aliyê dozger û dadger bikar tînin de anîn salonê. Li salonê polîsan derdora Y.Ş. girt û wî diparêz in.
Danişîn bi îfade dayîna polîsên şahid dest pê kir.