DERSIM – Nûnerên saziyên civakî yên li Dersimê hilbijartina zordest nirxandin û gotin: “AKP û MHP hatiye asta hilweşandinê. Ji bo muxalefet vê rewşê bizîvirîne aliyê xwe pêwîste di bloka demokrasiyê bibe yek.”
Rêxistinên saziyên civakî yên li Dersimê hilbijartina zordest a dê di 24’ê Hezîranê de pêk bê nirxandin. Rêvebera Platforma Şaxan ên KESK’a Dersimê Eylem Ozyol diyar kir ku polîtîkaya Tirkiyeyê di her qadê de paş ve çûye û got: “Bi taybetî qirîza aborî kûr dibe. Sedemê mezin a hilbijartinê jî rewaş aborî ye. Jİ bo ev yek bêtir neyê hîskirin biryara hilbijartinê hat dayîn. Di bin siya OHAL’ê de pêkhatina hilbijartinê talûkeyek mezin e. Dê hilbijartinek asayî pêk neyê. Tişta herî baş li dijî vê yekê bê kirin, hevgirtina bloka demokrasiyê ye. Ji bo şertên li Tirkiyeyê baş bibin divê têkoşîna aştî û demokrasiyê hin bêtir bê xurtkirin.”
‘POLÎTÎKAYA LI HERÊMÊ HILBIJARTINÊ AFIRAND’
Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Dersimê Gurbuz Solmaz jî destnîşan kir ku AKP û MHP’ê xwestiye eniya muxalefetê bê amadekarî bixe pêvajoya hilbijartina zordest û xwestine bi vî awayî desthilatdariya xwe li ser piya bigirin. Solmaz anî ziman ku desthilatdariya heyî nikare Tirkiyeyê birêve bibe û got: “Di encama polîtîkayên li herêmê li ser kurdan didin meşandin de hilbijartina zordest afirandin. Divê Tirkiye ewilî bi kurdan re li hev bike.”
‘DIVÊ MUXALEFET DEMOKRASIYÊ Û AŞTIYÊ ESAS BIGIRE’
Solmaz hemû kirinên AKP û MHP’ê yên li bajarên kurdan ku kevir li ser kevirê nehiştin bibîr xist û got: “Li dijî van rûxandinên wan û şerê AKP û MHP birêve dibe, lazim e muxalefet demokrasî û aştiyê esas bigire.”
‘AKP GIHÎŞTIYE SER SÎNORÊ XWE’
Serokê Giştî yê Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) Dursun Demîrtaş jî da zanîn ku lazimbû hilbijartin di nav şertên asayî û aram de bihata lidarxistin û wiha got: “Bi vê hilbijartina zordest re êdî AKP têkçûna xwe ya 16 salan dibîne. Hatiye sînorê têkçûnê. Piştî 7’ê Hezîranê gelek darbe pêk hatin. Heke ku muxalefet li ser esasê demokrasiyek bi hêz bikeve hilbijartinê, dê riya demokrasiya Tirkiyeyê vebibe.”
‘DI OHAL’Ê DE HILBIJARTIN NABE’
Serokê Baroya Dersimê Bariş Yildirim jî îtîrazî biryara hilbijartina zordest kir û wiha got: “Di OHAL’ê de mafê bingehîn û azadî hatine astengkirin. Em di pêvajoyek wiha de derbas dibein. Di pêvajoyek wiha de pêk anîna hilbijartinê ne rast e. Divê ewilî li Tirkiyeyê OHAL bê rakirin û pişt re hilbijartin di rewşek demokratîk pêk bê. Ji bo hilbêjir dikaribin di rewşek aram de dengê xwe bikar bînin, divê qanûn başkirina şertan bikevin meriyete. Pêwîste baro jî di warê ewlehiya hilbijartinê de peywîr bigirin ser milê xwe.”
MA / Semra Turan