Mehmet Ocalan: Divê herkes bertekeke mezin nîşan bide ku deriyê Îmraliyê vebe

  • rojane
  • 09:04 1 Cotmeh 2023
  • |
RIHA - Mehmet Ocalan tekildarî salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan anî ziman ku divê hemû kes bertekeke mezin nîşan bide ku deriyê Îmraliyê vebe û wiha got: "Heke me bikariya rêya Îmraliyê vebike ev qas kesan jiyana xwe ji dest nedida."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmehê 1998'an de bi komloyekê navneteweyî ji Suriyeyê derket. Dewletên navneteweyî bi komloyeke mezin piştî 5 mehan di 15'ê Sibatê de Abdullah Ocalan li Kenyayê girtin û anîn Tirkiyeyê. Komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan pêk hat nêzî 25 sal li pey xwe hişt. Komploya navnetweyî ku hezên hegemon ji bo plansaziyên xwe yên Rojhilatanavîn pêk anî bûn îro bi tecrîdeke girankirî ya li Girava Îmraliyê didomê. Yek ji armanca hezên hegemon a bi komployê tasfiyê kirina fikir û ramanên Abdullah Ocalan û tevgera kurd bû. Lê Abdullah Ocalan ev komploya hezên hegemon bi fikir û ramanên xwe û bi têkoşîna xwe ya fikrî ya li Girava Îmraliyê pûç kir û fikir û ramanên Abdullah Ocalan îro li hemû cihanê belav dibin. 
 
Zêdetirî 30 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê tên ragirtin nayê girtin. Agahî negirtina ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê fikarên malbat û gel jî zêde dike. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan tekildarî salvegera komploya navneteweyî bi lêv kir ku Abdullah Ocalan bi fikir û ramanên xwe komlo pûç kiriye lê îro ev komplo bi tecrîda girankirî didomê û got ku ji bo ev tecrît bê rakirin divê bertekên mezin ên demokratîk bên nîşan dayîn. 
 
'DI ŞEXSÊ SEROK DE JI KURDAN RE CIH TUNE BÛ'
 
Mehmet Ocalan anî ziman ku wan jî pêvajoya destpêkirina komployê bi awayekî bifikar li ser televîzyonê şopandine û wiha got: "Derketina Serok a ji Şamê ne bi xwesteka wî bû. Dewleta Tirkiyeyê li ser dewleta Suriyeyê ferz kiribû ku Serok ji Şamê derxînin, heke dernexînin wê êriş bikin. Serok jî ji bo êriş li dijî gelên li Suriyeyê çenebê ji Şamê derket. Rola gelek dewletan di komployê de hebû. Amerîka, Rûsya, Misir, Îsraîl û dewletên Ewropayê di komployê de rol lîstin. Piştî ku Serok ji Şamê derket destpêke çû Yewnenistanê, dewleta Yewnenistanê jî serok vexwendibûn lê piştî ku serok çû Yewnenistanê wan qebûl nekir. Yanî ji hemû kesan re cih hebû lê ji Serok re cih tune bû yanî di şexsê Serok de ji kurdan re cih tune bû. Ev ji bo dewletên navneteweyî rûreşiyeke. Ji hemû kesan re derî vekiribûn lê di şexsê Serok de ji kurdan re derî girtibûn."
 
'KOMPLO LI DIJÎ FIKIR Û RAMANÊN SEROK BÛ'
 
Ocalan, anî ziman ku yek ji armanca komployê pêşî lê girtina fikir û ramanên Abdullah Ocalan bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Serok gelê kurd ji asta tunebûne anî asta hebûnê. Wan jî xwest pêşiyê li vê têkoşînê bigirin. Dewletên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe Kurdistan di nav Suriye, Îran, Irak û Tirkiyeyê de parvekirin lê li dijî vê yekê ji bo kurdan ronahiyek hilat. Li ser vê ronahiyê dewletên navneteweyî jî ketin dewrê û xwestin wê ronahiyê bigirin. Ji bo wê jî ev komplo ji aliyê dewletên navneteweyî ve pêk hat. Ev komplo nayê qebûl kirin ji bo dinyayê rûreşiyeke mezin e. Komplo li ser xeta Serok û paradîgmaya wî pêk hat. Hemû mirov, pêkhate û nasnamê dikarin xwe di wê paradîgmayê de bibînin. Ji ber wê jî dewletên navneteweyî xwestin paradîgmaya Serok ji holê rakin."
 
'KOMPLO PÛÇ BÛ'
 
Di berdewama axaftina xwe de Ocalan destnîşan kir ku Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe ya fikrî ya li Girava Îmraliyê komplo pûç kiriyê û wiha pê dê çû: "Paradîgmaya Serok îro li Rojhilata Navîn û hemû cihanê belav bûye. Li ser paradîgmaya serok li Rojava şoreşek pêk hat. Niha li Rojava hemû gel, pêkhate û çand di nav vê paradîgmayê de dijîn. Ev paradîgma jî ji bo hemû cihanê rêya 3'yemîn e. Edî rêya 3'yêmîn li her derê pêş vê çû ye. Ev komplo negihişt armanca xwe û pûç bû. Lê ev komplo îro bi tecrîda girankirî re berdewam dike. Tu agahî ji serok nayên girtin. Divê li dijî vê yekê jî têkoşîn bê bilind kirin. Divê hemû kes bertekeke demokratîk û mezin nîşan bide ku deriyê Îmraliyê vebe. Yê ku deriyê Îmraliyê vebike gel bi xwe ye ji ber wê jî divê çi ji dest kê bê bike."
 
'ÎRO ZÛYE LÊ SIBÊ WÊ DERENG BIBE'
 
Ocalan, diyar kir ku li dijî tecrîde têkoşîneke mezin pêwîstê û axaftina xwe wiha domand: "Tu bendewariya me ji dewleta Tirkiyeyê tune ye. Divê em li gor rastiya xwe tevbigerin. Dewletên din ji bo me tu tiştekî nakin. Yanî di Rojhilata Navîn de 50 milyon kurd bêstatû dijîn. Ji ber ku hemû kes li gor berjewendiyên xwe li kurdan dinêrin. Divê li dijî vê yekê em yekitiya xwe çebikin û bi fedakarî ji bo gelê xwe bixebitin. Ev 2 sal û nîvin tu agahî ji serok nayê girtin. Divê em hinek wijdanî bifikirin. Dibe ku îro zûye lê sibê dê dereng bibe. Heke me bikariya rêya Îmraliyê vebike ev qas kesan jiyana xwe ji dest nedidan. Divê em li gor vê yekê tevbigerin. Heke em têkoşîna xwe li ser vê rastiyê bidin em dê pêş ve biçin."
 
'HETA DERIYÊN ÎMRALIYÊ VENEBIN ÇARESERÎ ZEHMET E'
 
Di dawiya axaftina xwe de Ocalan bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Girava Îmraliyê û ev bang li gel kir: "Divê hemû kes rabin li ser lingan. Heta em deriyên Îmraliyê venekin çareseriya me jî wê zehmet bibe. Heke me paradîgmaya Serok baş fehm bikira û bimeşanda wê çareseriya me pêk bihata. Divê em têkoşîna demokrasiyê ji Tirkiye û Kurdistanê hêj bilindtir bikin. Yên ku di qada siyasetê de dixebitin jî divê bi awayekî fedakarî ji bo vî gelî tevbigerin. Ji dewletê re jî em dibêjin; tu mineta me ji dewletê nîne lê divê li gor qanûnên xwe tevbigerin lê ew qanûnên xwe jî nasnakin. Tu agahî ji wan her 4 kesan nayên girtin. Ev nayê qebûl kirin. Edî em vê yekê nikarin bi tecrîdê vê jî penase bikin. Li ser tune kirina wan sepanek tê meşandin. Heke em li dijî vê yekê têkoşîna xwe mezin nekin yên ku winda bikin jî em in."
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

05/10/2023
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand
09:02 ‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'
09:01 'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'
09:00 TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN
02/10/2023
21:18 Li Qoserê jinek hat kuştin
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir
14:46 Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn
14:41 Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin
14:22 Di doza ‘bikaranîna çekên nukleer’ de wê mutala bê amadekirin
14:13 Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
14:11 Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da
13:35 Fezlekeyên parêzbendiya 4 mebûsan li Meclisê ne
13:04 Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye
12:41 Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin
10:52 Çîçek: Em ê li dijî tecrîdê pir mezin li ber xwe bidin
10:19 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket
09:43 Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin
09:18 AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît!
09:12 Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan
09:09 ‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’
09:07 Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike
09:04 Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin