AMED - Texsîvanên Amedê ji ber zema benzîn û mazotê, teksîmetre girtin û li gorî xwe fiyetê rê diyar dikin. Ajokaran diyar kirin ku rêwî mafdar in, lê ji ber her roj mazot buha dibe nikarin tiştekî bikin.
Texsîvanên Amedê ji ber zema benzîn û masotê êdî zerar dikin. Texsîvanên ku berê li gorî taksimetre heqê rê ji rêwiya distendin, ji ber ku nikarin heqê mazota xwe derxin vê carê taksimetre girtin û li gorî xwe biha diyar dikin. Ajokarên taksîyan diyar kirin ku ji ber zema benzîn û masotê nikarin li gorî taksimetre tev bigerin û zerar dikin.
TAKSÎVAN MAZOT HER ROJ ZEM DIBE
Ajokar û texsîvan Abdullah Alptekin, diyar kir ku ew nikarin rêwiyan razî bikin û wiha got: "Bertek û rexneyên rêwiyan di cih de ye. Lê em zerar dikin. Êdî taksimetre me dixe zerarê. Hûn dizanin mazot çiqas buha bûye? Mazot her roj zem dibe. Lê di buhayê me de tu guhertin tune ye. Dema em rêwî barkin û daxin herî kêm em 7 tl distînin. Lê ji bo barkirin û daxistinê taksimetre 5 TL dinivîse. Lê mazot zêdetir diçe. Em niha heqê mazotê dernaxin. Ger ku wisa bidome em dê kilîtê bigirin. Dema em taksimetre vedikin em zerar dikin."
MAZOTÊ EM PERÎŞAN KIRIN
Texsîvan Huseyîn Çaglar ê 43 salin ajokariyê dike jî anî ziman ku tu carî bi qasî niha zerar nekiribû û wiha got: "Em êdî nikarin kar bikin. Mazotê em perîşan kirin. Texsîvan Şaban Elçin jî anî ziman ku hem texsîvan zerar dikin û hem jî rêwî bi gazinc in û wiha got: "Ji ber ku em taksimetre girê nadin welatî li erebê suyar neyê. Herî zêde rêwî bêzar û mexdûr e. Em bi taksimetreyê zerar dikin û heta em neçar nemînin em texsiyê najon.
MA / Lezgin Akdeniz