ŞIRNEX – Şirnexiyan diyar kir ku ew ê êrîş û çewisandinên ku bi salan e li wan tên kirin ji bîr nekirin û dê biçin ser sindoqan. Şirnexiyan bersiva daxuyaniya Wezîr Mehmet Ozhasekî ku gotibû “Em ê li Şirnexê ji sedî 99.9 deng bigirin” dan û gotin: “Em ê di 24’ê Hezîranê de bersivê bidin.”
Li Şirnexa ku di dema qedexeya derketina derve de gelek taxên wê hatin serobinokirin, xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê didomin. Çend roj berê Wezîrê Hawirdor û Bajarsaziyê Mehmet Ozhasekî hatibû bajêr û gotibû: “Bila hilbijartin çêbibe, em ê li Şirnexê ji sedî 99.9 dengan bigirin.” Şêniyên bajêr bersivê van daxuyaniyên wezîr dan û hilbijartinê nirxandin.
‘CARA DIN JÎ GOTIN JI SEDÎ 80’
Halîl Denîzê 72 salî ji bo gotinên Wezîr Ozhasekî got: “Cara dinê jî gotin em ê ji sedî 80 bigirin, lê ji sedî 20 jî negirtin.” Denîz diyar kir ku dê gelê Botan li hemberî tiştên hatin serê wan xwedî vîna xwe derkeve û got: “Dê bi rêjeyeke ji sedî 90 bersivê bide.” Şukru Aslanê 80 salî jî got: “Dê gelê Botanê roja hilbijartinê li ser sindoqê bersivê bide.”
Hamît Ayan (35) avahiyên TOKÎ’yê yên li taxên ku hatin rûxandin tên çêkirin nîşan da û got: “Nikarin bi van xaniyan me bixapînin.” Ayan, destnîşan kir ku ew ê di 24’ê Hezîranê de bi rêjeyeke zêde bersiva hikûmeta heyî bidin.
Abdurrahman Kabûl (70) jî got: “Dê kesên bi wijdanê xwe tev digerin û kesên doza aştiyê dikin bi ser bikevin.” Halît Kabûlê 32 salî jî diyar kir ku gotinên Wezîr Ozhasekî bi bîr xist û got: “Gel bi her tiştî dizane. Dê gelê Botanê di hilbijartinê de bersiveke baş bide.”
‘EM Ê TIŞTÊN HATIN SERÊ ME JI BÎR NEKIN Û BIÇIN SER SINDOQAN’
Methî Kabûlê 24 salî kirinên di sala 1992’yan de bi bîr xist û diyar kir ku 2 sal berê jî heman tişt qewimîn. Kabûl got: “Em ê van tiştan ji bîr nekin û bi vî awayî biçin ser sindoqan.”
'DÊ CIWANÊN BOTANÊ BERSIVA ÎTIFAQA AKP-MHP’Ê BIDIN’
Kabûl, bal kişand ser betaliya ciwanan û got, li bajêr tekane qada veberhênanê qada înşeatê ye û jixwe ev yek jî wekî veberhênanê nayê hesibandin. Min beşa Mekatronîtê xwendiye lê belê niha li Şirnexê karekî peyda nakim. Hatina wezîr a vê dere ji bo me bêwate ye.”
Delîl Urekê 24 salî jî, diyar kir ku ew ê di sindoqan de bersivê bidin û got: “Hêvî û vîna ciwanên Botanê tam e. Dê ciwan bi awayekî herî baş bersiva îtifaqa AKP-MHP’ê bidin.” Salîh Halît Îşlekê 66 salî jî diyar kir ku tim tê gotin “Ji Şirnexê re xizmetê dikin”, lê belê tu rastiyeke vê yekê tune ye û got: “Hayê herkesi ji van tiştan heye û divê li gorî vê dengên xwe bi kar bînin.”
‘DÊ PARTIYEK TENÊ JI SEDÎ 99 DENGAN BIGIRE, EW JÎ HDP YE’
Aysel Sarûhan (29) ku li Silopiyayê dijî, diyar kir ku ji bo hilbijartinê ew bi xwe bawer in. Sarûhan bal kişand ser gotinên Wezîr Ozhasekî û got: “Belê, dê li vir partiyek ji sedî 99 dengan bigire ew partî jî HDP ye. Gelê Botanê bi deng û rengê xwe li cem HDP’ê ye.” Asya Kiran (37) ku ew jî li Silopiyayê dijî destnîşan kir ku dê jinên Silopiyayê xwedî li vîna xwe derkevin.
Deniz Aytaş (32) got: “Di Newrozê de gelê Botanê xwedî li vîna xwe derket. Dê di hilbijartinan de jî xwedî li vîna xwe derkeve.” Leyla Arslana 50 salî jî qedexeya derketina derve ya li Hezexê bi bîr xist û destnîşan kir ku teqez ew ê bi ser bikevin.