ENQERE – Parlementerê ANAP’ê yê berê Abdulbakî Erdogmûş, biryara hilbijartina zordest nirxand û got, ev yek “darbe” ye. Erdogmûş, diyar kir ku lê belê mirov dikare vê yekê veguherîne “firsend”ê û got: “Eger mixalefet bi namzetekî baş têkeve hilbijartinê, dê di tûra ewil de bi ser bikeve.”
Parlemeneterê ANAP’ê yê berê Abdulbakî Erdogmûş biryara hilbijartina zordest nirxand.
Erdogmûş ji bo vê biryarê got: “Ev tenê ne hilbijartineke zordest e, ev darbeyeke hilbijartinê ye. Her wiha cara ewil ev biryar ji aliyê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî hat girtin û ev yek cihê balkişandinê ye. Bahçelî îktîdarê mecbûrî vê hilbijartinê kir.” Lê belê Erdogmûş diyar kir ku mirov dikare vê biryara hatiye dayîn veguherîne “firsend”ê û got: “Baweriya min ew e ku di civata Tirkiyeyê de potansiyeleke ku vê yekê veguherîne firsendê heye. Wisa difikirim ku dê civakê vê firsendê bi kar bîne. Tişta mayî girêdayî muxalefetê ye.”
'MUXALEFET ROLEKÎ ERÊNÎ DILÎZE’
Erdogmûş, diyar kir ku niha helwesta partiyên muxalefetê erênî ye û divê hewldanên ji bo namzetê hevpar bidomin. Erdogmûş got: “Kiliçdaroglû roleke erênî dilîze. HDP li devereke pozîtîf disekine. Ya girîng ew e ku dê Partiya ÎYÎ’yê û Akşener li kuderê bisekinin û dê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê rolekî çawa bilîzin? Meseleya sereke ew e.”
'PÊDIVÎ MI HAKEMEKÎ KU REWŞA TIRKIYEYÊ NORMAL BIKE HEYE’
Erdogmûş, hevdîtinên der barê Abdullah Gul de wekî “Çûnhatina navbera Gul û Qesrê” wesifand û got: “Hem hevdîtinên Birêz Davutoglû hem jî hevdîtinên bi Arinç re di vê çarçoveyê de ne.” Erdogmûş, destnîşan kir ku ê xwestin Abdullah Gul derî dewreyê bê hiştin. Erdogmûş bi lêv kir pêdivî bi hakemekî ku rewşa Tirkiyeyê normal bike heye. Erdogmûş parast ku ji bo vê yekê Abdullah gul vebijêrkeke guncan e û got: “Li gorî min Gul namzetekî ku bi heman mesafeye nêzî herkesî dibe. Lê eger lêgerîna ji bo namzetekî u Tirkiyeyê bi rê ve bibe bûna, min ê jî bigotana Gul ji kelepûra AKP’ê tê. Lê Gul dikare bibe hakem. Lêgerîna li vir lêgerîna ku dê Tirkiyeyê normal bike û ji nû ve veguherîne nêvengeke demokratîk.”
'NAMZETEKÎ BAL DÊ DI TÛRA EWIL DE DI HILBIJARTINÊ BI SER BIKEVE’
Erdogmûş, diyar kir ku polîtîkaya ku AKP di demên dawî de li hemberî kurdan disepîne, rastiya xwe aşkere kiriye û got: “Helwesta wê ya Efrînê, Kerkûkê, Kobaniyê û referandûma Başûr li holê ye. Tew bi ser de çû bi MHP’ê re jî îtifaq çêkir. Kurdên ku dê deng bidin AKP’ê dê helwesta wan li hêla demokrasiyê be yan dê li hêla berdewamiya van polîtîkayan be? Mesele ev e.”
Erdogmûş, diyar kir ku lê belê mirov dikare vê yekê veguherîne “firsend”ê û got: “Eger mixalefet bi namzetekî baş têkeve hilbijartinê, dê di tûra ewil de bi ser bikeve.”
MA / Kenan Kirkaya