DÎLOK – Şaredariya Mezin a Dîlokê ji bo deynê xwe bide, qadeke 250 hezar metrekare ya Parka Çandê ya Ataturkê ya 100. Yil’ê pêşkeşî îmarê kir.
Şaredariya Mezin a Dîlokê ji bo deynê xwe bide, qadeke 250 hezar metrekare ya Parka Çandê ya Atatrkê ya 100. Yil’ê ku ev der qadên kombûyînê yên erdhejê ne, pêşkeşî îmarê kir. Parêzer Nesrîn Tûncel, ji bo betalkirina guherîna îmarê doz vekir û Dadgeha Îdareyê ya Dîlokê biryara rawestandina birêvebirinê da. Lê belê her çend ev biryara hatibe dayîn jî, Şaredariya Mezin li qadên ku guherînên îmarî lê hatin çêkirin firotina erseyan domand.
Tuncel, bal kişand ser erdheja li Samsata Semsûrê pêk hat û girîngiya qadên kombûyînê yên erdhejê careke din bi bîr xist.
'DEMA ERHEJ ÇÊBIBE DÊ MIROV LI KUDERÊ KOM BIBIN?’
Tûncel, diyar kir ku pêşkeşkirina qadên kombûyîna erdhejê ya ji bo îmarê qet nayê qebûlkirin û divê şaredarî li gorî biryara Dadgeha Îdareyê tev bigere. Tûncel, anî ziman ku dema erdhej çêbibe dê mirov li kuderê kom bibin û got: “Parka Çandê ya Ataturkê seranserê bajarê dihebîne û her wiha di nav korîdora ku bayên bakur tê re diçin de cih digire. Dîlok yek ji wan bajaran e ku hewaya wê gelekî qirêjî ye. Ji ber di parka ku korîdora bayê ye avahiyên 15-20 qatî hatine çêkirin hewa bêtir qirêjî bûye. Çimkî, bayê ku ji bakur tê dê bayê qirêjî yê li nav bajêr bi xwe re nebe.”
‘ŞAREDAR FATMA ŞAHÎN GOT ŞAREDARÎ DEYNDAR E’
Tûncel, anî ziman ku her çend biryar teblîxî şaredariyê hatibe kirin, dîsa jî şaredarî li gorî biryarê tev nagere û ji ber vê wan li Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê giliyê şaredariyê kiriye. Tûncel, bi lêv kir ku hîn jî pêvajo didome û got: “Ji bo pêşeroja zarokên me û bajarê me dê têkoşîna me ya hiqûqî bidome. Ji ber herêma ku ji bo îmarê rê li ber hatiye vekirin di nav bajêr de ye, gelekî girîng e. Yanî bi awayekî zêde berjewendî tê de heye. Dema min sedema vê guherînê ji Şaredar Fatma Şahîn pirsî, got deynê şaredariyê gelek e û ji bo vê divê ew erseyan bifiroşin.”