AMED – Teşkîlata AKP’ê ya Yenîşehîrê, li welatiyê bi navê Erdal Bozkûrt ku bi KHK’ê ji kar hat avêtin geriya û jê xwest di hilbijartinê de ji bo AKP’ê bixebite.
Xebatkarê Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya Mezin a Amedê Erdal Bozkûrt ku di 17’ê Cotmeha 2017’an de bi KHK’ê ji kar hat avêtin, îdia kir ku hin kesên Teşkîlata AKP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê gefan lê dixwin. Bozkûrt, bi lêv kir ku ew li gundê Alangul ê Yenîşehîrê dijî û duh hin kes lê geriyane û diyar kirine ku ew ji AKP’a Yenîşehîrê digerin û jê xwestine wî bibînin.
'XWESTIN JI BO WAN BIXEBITE’
Bozkûrt, bi lêv kir ku kesên bi telefonê lê geriyane avahiya AKP’a Yenîşehîrê ji wî re tarif kirine û ew jî çûye wê dere. Bozkûrt got: “Dema min ji wan re got hûn ê çi bipirsin, ji min re gotin bi telefonê name, were vir. Ji ber vê çûm. Mêrekî ku xwe wekî kadroya Baskên Ciwanan a AKP’a Yenîşehîrê da naskirin û 3 jin bi min re hevdîtin çêkirin. Ji min atmosferas siyasî ya li gund pirsîn. Min jî mexdûriyeta mirovan bi lêv kir. Ji min pirsîn ka ez ê dengê xwe bidim kê. Min got ez ê dengê xwe bidim gelê xwe. Min got, ez ê dengê xwe nedim kesên min bi KHK’ê ji kar avêtin. Ji min re gotin ew ê bên gund û xwestin ez alîkariya wan bikim. AKP’a ku min ji kar derxist dixwaze di hilbijartinê de ji bo wan bixebitim. Min got, deriyê mala min ji we re girtiye. Min got, gundî jî bertekê nîşanî AKP’ê didin. Li ser vê xwe aciz kirin û gotin eger bibe em ê bi çekan werin û rabû ser xwe. Eger jinên li wir neketana navberê, dê êrîşî min bikirana.”
Bozkûrt, diyar kir ku ji sedî 20 ew nexweşê epîlepsiyê ye û ew wisa difikire ku ji bilî wî li hin kesên din jî geriyane.