AMED – Dema hevşaredara Pasûrê Sadiye Surer Baran sewqî Girtîgeha Jimare 2 a Osmaniyeyê kirin, heqaret lê kirin û lêgerîna tazî lê ferzkirin.
Hevşaredara Navçeya Pasûrê ya Amedê Sadiye Surer Baran, dema ji Girtîgeha Jimare 2 a Xelefetiya Rihayê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2 a Osmaniyeyê hat kirin heqaret lê hat kirin û lêgerîna tazî lê hat ferzkirin. Baran bi riya telefonê li malbata xwe geriya û agahî dan. Baran destnîşan kir ku dema ew xistine rîngê heqaret lê kirine û li derbaseya Girtîgeha Osmaniyeyê jî lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin. Baran, bi lêv kir ku gardiyan û leşker bi awayekî çewsîner bi ser wan de diçin û dema wê ji girtîgehê ji bo danişînê birine dadgehê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin. Baran, destnîşan kir ku gardiyan tim û tim heqaretê li wê û 2 hevalên wê yên qawîşê dikin.
Baran, bang li raya giştî û parêzvanên mafên mirovan kir û xwest bi awayekî hesas tev bigerin.