ENQERE – Di vê serdema ku ber bi hilbijartina zordest ve diçe de, di 16 salên îktîdara AKP’ê de jin mehkûmî saziya malbatê hatin kirin û hîn bêtir bi polîtîkayên şidet û zayendîparêz re rû bi rû man. Di serdema AKP’ê de istismarkirina zarokan ji sedî 700 zêde bû û ji ber şidetê jî 14 hezar û 293 jin hatin kuştin.
Di serdema ku Tirkiye ber bi hilbijartina zordest ve diçe de, di 16 salên îktîdara AKP’ê de herî zêde polîtîkayên hatin sepandin tesîr li jinan kir.
Îkîtdara ku wekheviya jin û mêran esas negirt, di sala 2003’yan de bi hin guherînên Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) re ev yek nîşan da. Dogan Soyasal, şêwirmendê wezîrê wê demê Cemîl Çîçek, bi gotinên xwe yên “Kes naxwaze bi jina ne xama re bizewice. Dema kesê direvîne bi keça ku dest avêtiyê re bizewice ma ne çêtir e?” nêzîkatiya AKP’ê ya ji bo jinan aşkere kir. AKP’ya ku malbatbûyînê teşwîq dikir, di 13’ê Mijdara 2004’an de Qanûna Der Barê Teşkîlat û Peywirên Gerînendetiya Giştî ya Lêkolînên Malbat û Civakan ev yek pêk anî. Di 8’ê Hezîrana 2011’an navê jinê ji Wezareta Jin û Malbatê derxist û kir Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakiyî.
Di 1’ê Adara 2011’an de Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin, pêşnûmayek berpêş kir ku jinên ew hevjînên xwe, derxistiyên ji hev veqetiyane û mexdûrên malbata ne bên parastin. Lê belê Desteya Wezîran ev yek red kir.
RASTERAST MUDAXILEKIRINA BEDENA JINÊ
Ji bi kurtaj bê qedexekirin AKP giştînameya bi navê Birêvebirina Xizmetên Plansaziya Malbatan a Li Nexweşxaneyan weşand. Di giştînameyê de hat diyar kirin ku ger ji bo bijîşkan guncan be, jinên ku bên kurtajkirin divê heqê xwe bidin cih girt. Di sala 2012’an de jî hikûmetê kurtaj qedexe kir. Îktîdarê qîma xwe bi vê yekê neanî, vê carê jî navê ji dêvla ku pirsgirêkên der barê malên “Malên Hêwirandinê” yên jinan çareser bike, ev nav guheran û kir “Mêvanxane”. Her wiha kreşên di bin banê sazî û dezgehên cemaweriyê de di 21’ê Çileya 2013’an de hatin girtin û butçeya ji bo wan hat astengkirin.
MARA OLÎ HAT REWAKIRIN
Tevî van tiştan hemûyan, polîtîkayên hikûmetê rê li ber zewaca di temenên biçûk de vekir. Di sala 2014’an de nêzî 20 hezar malbat doz vekirin ku zarokên wan di 16 saliyê de bên zewicandin. Di Gulana 2015’an de Qanûna Bingehîn cezakirina mele û hevjînên hev ên berî mara fermî mara olî dibirin rakir. Qanûnên ku berê zewaca di temenên biçûk de qedexe dikirin, bi mara olî re zewca di temenên biçûk de rewa kir û di sala 2017’an de jî erka marbirînê ket destê miftiyan.
BI REWŞA AWARTE RE SAZIYÊN JINAN HATIN GIRTIN
Piştî Rewşa Awarte hat îlankirin jin bêtir bi şideta polîsan re rû bi rû man. Her wiha li bajarên kurdan bi tayînkirina qeyûman re destekftiyên jinan hedef hatin girtin û gelek malên hêwirandinê û navendên jinan hatin girtin.
ÎSTISMARKIRINA ZAROKAN JI SEDÎ 700 ZÊDE BÛ
Di 10 salên dawî de 482 hezar û 908 zarok bi destûra dewletê zewicîne û di 6 salên dawî de jî 142 hezar û 298 zarok bi mara olî hatine zewicandin û zarok anîne dinê. Li cîhanê di warê zewicandina temenênz aroktiyê de Tirkiye din nav 10 welatên ewil de cih digire û temenê zarokên keç ê zewicandinê daket heta 12 salan. Her wiha rêjeya bûyerên îstismarkirina zarokan ji sedî 700 zêde bû. Li gorî daneyên Wezareta Dadê salê nêzî 17 hezar dozên îstismarkirina zarokan tên kirin.
232 HEZAR Û 313 ZAROK BI ZORÊ HATIN ZEWICANDIN
Li gorî daneyên TUÎK’ê, di navbera 2011-2016’an de 232 hezar û 313 zarok hatin zewicanddin.
DI DEMA REWŞA AWARTE DE 476 JIN HATINKUŞTIN
Di navbera Tîrmeha 2016’an û Adara 2018’an de 476 jin hatin kuştin. Li gorî daneyên rêxistinên jinan meha Çileyê ya 2017’an jî di nav de di 15 salên dawî de 14 hezar û 293 jin bi şideta mêran hatine kuştin.
MA / Berivan Altan