STENBOL – Civaknasê Êzidî Azad Bariş, diyar kir ku ji avakirina Komarê heta niha kurd wekî "dijminê hundir" hatine dîtin û wiha got: "Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Ocalan ji bo hemû mexdûrên komara Tirkiye sîwan e. Dewletê heta niha kurd wekî dijmin dîtiye. Pirsgirêkê bi qedexeyan dest pê kiriye.
Civaknas ê Êzidî Azad Bariş, der barê helwesta dewletê ya li dijî kurdan nirxandin kir. Bariş, anî ziman ku kurd ji serdema avakirina Komarê heta niha wekî "dijmin" hatine dîtin û wiha got: "Dijmina li dijî Kurdan koka xwe ji sedsala 18’emîn serdema II'emîn Mahmut ya ku Navendîbûna Osmanî pêş xist tê. Li dijî daxwaza ku Kurdan ji navendê bi rêve bibin, daxwazên kurdan ên xwe li herêmê bi rêve bibe zêde bû. Pirsgirêka kurdan piştî polîtîkayên 'Tirkirinê" perwerdehiya bi zorê ya tirkî û îskana bi zorê pêş ket. Her tişt kirin tirkî, di cemaweriyê de ji bilî tirkî her tişxt xedexe kirin. Pirsgirêka kurd bi qedexeyan dest pê kiriye.
BI KOSMOGONÎSA AVAKIRINA MÎTA MÎSTÎK, TIRK DERXISTIN EZMANAN
Bariş, anî ziman ku dewlet di aliyê nijadî de kurdan û di aliyê baweriyê de jî elewiyan ji bo xwe pirsgirêk dibîne. Hewl da wekî metotên komkujiya ermeniyan li ser kurdan pêk bîne. Sedsal derbas bûn ev meted hêj li holê ye. Rêveberiya komarê li dijî kurdan pergala eliminasyonê xistiye meriyetê. Ji ber ku hebûna kurdan li pêş netewbûna xwe asteng dibîne û hemû nirxên kurdan qedexe dike û asteng dike. Li dijî kurdan dest bi paqijiya nijadî kir û ev polîtîka xist meriyetê. Piştî avakirina komarê her tişt li ser nasnameya tirkîbûn û tirkkirinê ava kirin û saz kirin. Ev yek bi kosmogonîsa avakirina Tirk a mîta mîstîk derxistin ezmanan.
Bariş, da zanin ku li Tirkiye gelek kesên paşverû, nijadperest, kevneperest û netewperest tirkibûn mutlak kirin û derxistin ezmanan û wekî nijada herî pîroz û serdest pênase kirin û wiha got; "Komar wekî modernist a civakî girtin dest. Hemu kesen li dijî tirkîtiyê derketin jî dij modernist dîtin û reş kirin. Bekaya mîllî ya dewletê her dem kurd ji bo xwe talûke dîtin û aqilekî wisa ava kirin. Her dem aqilê ku kurd dijmin in avav kirin û belav kirin. Aqilê ku ava kirin wekî ku Dewleta Neteweya Tirk tenê dewleta tirkan e û tenê tirk li vî welatî xwediyê jiyanê ne. Piştî vê yekê li dijî kurdan polîtîkaya bê navber a ‘paqijiya nijadî' dan destpêkirin."
Bariş, anî ziman ku dema dewlet bê hêz bû, kurd wekî “dijminê hundir" pênase kirin û wiha got: "Her dem li dijî kurdan nifrînek ava kirin. Dema Tirkiye bi hêz bû jî li dijî dijminê devre bikar anî. Kurd her dem wekî dijminê hundir û derve ditin.
‘PÊŞNIYAR Û PÊŞDÎTINÊN OCALAN'
Bariş, da zanin ku ji roja komar hatiye avakirin heta niha rayedarên dewletê her dem kurd wekî dijminê hurdir dîtine û wiha berdewam kir: "Bi taybetî piştî tevgera kurd a modern, bi pêşniyar û pêşdîtinên Ocalan paradigmaya siyasî guhert û daxwazên xwe guhert pêvajoyek nû pêş ket û wiha berrdewam kir: Kurama paradigma siyasî ya nû, saziya siyasetê ji nûve pênase kir û têkoşîna siyasî xist rêyek nû. Navenda nirxên nû jî berê wan da peymanên civakî,
Peymana civakî ya mafên gerdûnî esas girt. Pişti vê yekê kurd hem li hundir û hem li devre xwe bi rêxistin kirin û bêtir li dora mafê xwe xwe bi rêxistin kirin.
Li gorî paradigimaya nû têkoşîn pêş xistin. Tevgera modern a kurd, bêtir li ser mafên gerdûnî tekoşîn pêş xist û li ser mafê gerdûnî pêş ket. Yê herî zêde rê li pêş tevgera modern a kurd ku ew arasteyî mafê civakî yê gerdûnî kir Ocalan bû. Di nava tevgera modern a kurd de rola herî çalak lîst. Di guhertina hevsengiya civîhanê de her tişt pir zirav lêkolîn kir û li gorî pê pêşeroja siyasî diyar kir. Bi analîzên xwe pirsgirêk zelal danî holê û çareserî pêş xist. Yek ji teza sereke ya Ocalan da zanîn ku ‘Moderniye Kapîtalist" ji netew dewletê heta niha nehatiye guhertin û piştî kurevîbunê daxwaza guhertinê bi pergala kapitalist re serdestiyek nû ava kiriye. Ji ber vê yekê Ocalan li şûna vê modelê teza ‘Moderniteya Demokratîk’ pêşniyar kiriye. Ev tez her ku diçe bêtir ji aliyê civakê ve tê qebûl kirin û parastin. Vê paradigma hemû heyamên hegomonik xistine nava lêkolîn û parzinandinekê. Ocalan, di şexsê kurdan de der barê Rojhilata Navîn de pêşniyarên aştiya gerdûnî ya kozmopolit kiriye. Pêşniyara rêya seyemîn a ji bo Rojhilata Navîn rê li pêş tevgera kurd a modern vekiriye. Geşedanên piştî hevdîtina bi birayê xwe Mehmet Ocalan re di sala 2016'an de kir, pêş ket, fikrên wî erê dikin.
Tevgera modern a kurd, êdî xeta têkoşîna xwe li ser paradigmaya nû ava dike û pêş dixe. Ev yek îmze davêje bin nûjeniya ku perspektifa moderniya Komarê derbas dike. Ev pêşniyara “Modela Komara Demokratîk" rê li pêş niqaşek nû ya modela rêveberiya nû vekir. Li ser vê bingehê niqaşên germ yên li ser Komara Demokratik ango Paradîgmaya Neteweya Demokratik hêj di hiş û aqilê me de ye. Ji ber ku ev pêşniyara Ocalan a nirxên nû, di heman demê de hewl dide ji nûve kud bên naskirin û dîtin. Ev Paradîgmaya Neteweya Demokratik, di heman demê de nakokiyan jî ji holê radike."
DI BINGEHA ÊRÎŞA LI SER ROJAVA DE MODERNÎTEYA KURD HEYE
Bariş, herî dawî bal kişand ser êrîşên li dijî gelê kurd ê Rojava û wiha got: "Di bingehê êrîşa li ser Rojava de modernîbûna kurdan heye. Ji bo hebûna dewletan di talûkeyê de dibînin êrîşî kurdan û pergala wan dikin. Ev heqîqet di rastiyên pêşniyar û analîzên Ocalan ên ku berê ji bo iro kiribûn de tê dîtin."
MA / Sadiye Eser