EDENE – Li Edeneyê bi hinceta molotof kokteyl li ser zarokek hebûye hat binçavkirin.
Li taxa Mîthatpaşa ya Seyhana Edeneyê duh êvarê bi binoyea salvegera 9’ê Cotmehê Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji Sûriyê hat derxistin çalakiyek pêk hat. Polîsan mudaxeleyî çalakiyê kir. Di mudaxeleyê de zarokê S.O. yê 16 salî hat binçavkirin. Polîsan angaşt kir ku ji ber molotof kokteylî li ser S.O. hebûye hatiye binçavkirin. Hat zanîn S.O. li Midûriyeta Polîsan a Şaxa Zarokan tê tê ragirtin.