KOCAELÎ - Hevserokê HDP’ê yê bajêr Şahabettîn Işik, diyar kir ku ji bo pirsgirêkên Kolaceliyê ev hilbijartin xwedî girîngiyek mezin û got: “Em di ferqa van hemû neyîniyan dene û em ê di çarçoveya daxwazên gel de xebatên xwe yên hilbijartinê bi rêve bibin.”
Piştî biryara hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê ya îtîfaqa AKP-MHP’ê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kocaeliyê lez dan xebatên xwe. Hevserokê HDP’ê yê Kocaelî Şahabettîn Işik, diyar kir ku li Kocaelî pirsgirêkên derdorê tên jiyîn û wiha axivî: “Ji bo jiyanek nû em ê herin ser sindoqan û em ê jiyanê ji nû de ava bikin.”
‘DESTHILATDARÎ DINAVA PANÎKÊ DEYE’
Işik, anî ziman ku stratejiyan HDP’ê li ser hilbijartinan nehatiye avakirin û wiha got: “Îtîfaqa parlamentoyê ya di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de, ya li dijî HDP’ê bi hêzek mezin hat vale derxistin. Hilbijartina zordest ji bo desthilatdariyê hatiye pêşxistin. Nêzîkatiyên bê perwa yên desthilatdariyê ev derxist holê. Desthilatdariyê ji ber krîza rêveberiyê necar ma ku biçe hilbijartinê. Di serî de krîza aborî, krîza siyasî ya bi welatên cîran re û asta şerê heyî hikûmetê ber bi hilbijartinê ve dehf da. Ji ber vê desthilatdarî dinava panîkek mezin deye.”
‘EM HER TIM AMADENE’
Işik, anî ziman ku HDP her tim li qadan bi gel re ye û wiha bilêv kir: “Partiya me ji bo hilbijartinan amade ye. Çawan ku ev 50’î salin em ji bo pirsgirêka gelê kurd li çareseriyê digerin û ji bo pêşeroja Tirkiyeyê siyasetek nû ava dikin, di hilbijartinên zordest de jî em tim amade ne. Hilbijartina zordest me bandor nake. Di rojên pêş mede 1’ê Gulanê heye. Emê starta hilbijartinê di wê qada mezin de bidin.”
‘EMÊ JIYAN Û EKOLOJIYÊ JI NÛ DE AVA BIKIN’
Işik, destnîşan kir ku AKP girîngiyê nade Kocaeliyê û wiha bi dawî kir: “Ji şaredariyê bigirin, gelek saziyên bajarê di destê AKP’ê deye. Lê AKP girîngiyê nade bajêr. Gel dinava çiya û deryayê de tengav bûye. Li bajêr pirsgirêkên derdor û ekolojiyê tên jiyîn û ev pirsgirêk her roja diçe mezintir dibe. Navendên sanayî yê li vîr tên çêkirin. Bêkarî û cînayetên kar li Kocaeliyê pir zêde ye. Em ê li dijî desthilatdariya ekolojiyê tune dike, jiyana nû ava bikin. Emê bi gelê xwe re di 24’ê Hezîranê de biçin ser sidoqan. Wekîlê ku berê li bajarê me hat hilbijartin, em ê cardin bişîn in meclîsê.”