Danişîna doza cînayeta Kemal Kurkut îro ye

  • rojane
  • 08:46 26 Nîsan 2018
  • |
img

AMED - 2'emîn danişîna doza cînayeta Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîs Y.Ş. ve hat kuştin û kuştin kêlî bi kêlî hat qeydkirin îro dê li Amedê bê dîtin. Polîs Y.Ş., ê bi cezayê muebetê tê darizandin, tevî hemû îtîrazê parêzeran hêj serbest  e û li ser kar e. 

Kemal Kûrkût ê 22 salî ji bo Newrozê di 21’ê Adara 2017’an de ji Meletiyê hatibû Amedê. Kûrkût di têketina qadê de tevî bedena xwe ya tazî, polîs Y.Ş. ji pişt ve gule berdayê û ew li qada Newrozê qetil kir. Di ser kuştina Kurkut re salek û mehek (23 meh) derbas bû. Dema hat qetil kirin kêlî bi kêlî wêne hatibûn kişandin û bi raya giştî re hatibû serwîskirin. Dîsa salek şûnde dîmenê kêlî bi kêlî kuştina Kurkut hatin bidestxistin. Dîmenên kamerayê yên ku ji wesayîtên zirxî û avahiyên li derdorê hatin belavkirin, dema qetilkirinê bi awayekî zelal derdixe holê. Di dîmenan de tê dîtin ku Kûrkût çawa hatiye qetilkirin. Ev dîmen di heman demê de ketin dosyeya dozê jî. Di zabitnameyên polîsan de Kûrkût hatibû sûcdarkirin. Li gorî qeydên kameraya ewlekariyê li ser rêya ku qetilkirin pêk hatiye, Kûrkût bi gavên bi lez ber bi benda kontrolê ve dimeşe. Kûrkût hirkayê xwe derdixe û dîsa rêya xwe didomîne. Piştre li nokteya kontrolê ji aliyê polîs ve tê kuştin. 
 
PIŞTÎ QETILKIRINÊ MÛAMELEYA DERMIROVÎ!
 
Cenaze yê ku ji bo veşartinê birin Meletiyê, ji bo şuştinê xwestibûn li Goristana Alîbaba were şuştin lê ava vê derê ji aliyê Şaredariya Battalgazî hatibû qutkirin. Malbatê bi derfetên xwe cenazeyê xwe şuştibû lê rayedarên şaredariyê destûr nedabûn ku Kûrkût li kêleka gora bavê xwe were veşartin. Şaredariyê wesayîta cenaze û kon jî nedabû malbata Kûrkût. Ligel hemû astengiyan cenazeyê Kurkut li mînîbusekê hatibû kirin û li Goristana Topbaş hatibû veşartin. Piştre derketibû holê ku Kûrkût ji qetlîama 10’ê Cotmehê ya Enqereyê filitîbû ya ku 109 kesên sivîl ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibûn qetilkirin.
 
POLÎSÊ KUJER HÊ JÎ LI SER PEYWIRA XWE YE
 
Piştî nerazîbûna di raya giştî de Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî 2 polîsên ku gule bera Kûrkût dane lêpirsîn da destpêkirin. Polîsê bi navê Y.Ş. (32) ê ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibû destgîrkirin, piştre ji aliyê dadger bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan.
 
Bersûc Y.Ş. ê ku di çarçoveya lêpirsînê ji peywira xwe hatibû dûrxistin, piştî 3 mehan dîsa dest bi peywirê kir. Serdozgeriyê piştî qetilkirina Kûrkût bi 7 mehan têkildarî polîsê bersûc, bi daxwaza cezayê girtîgehê yê muebbet îddîaname amade kir. Li cihê bûyerê 13 guleyên 9x19 hatin dîtin. Dozger tespît kir ku parçeyê guleya li tilîka çepê ya Kûrkût ketiye çeka aîdî Y.Ş. ye.
 
Polîsê bi navê O.M yê ku tevî Y.Ş. hatibû destgîrkirin jî bi hinceta ku guleya di bedena Kûrkût ne aîdî çeka wî ye, biryara neşopandinê hate dayîn. Di rûniştina pêşîn a dozê de ligel ku dozger xwest bersûc were girtin jî, dadgehê biryar da ku bila bersûc neyê girtin lê were darizandin.
 
Rûniştina duyem a dozê îro dê bê dîtin. 
 
MALBATA KURKUT BANGA TEVLÊBÛNA DANIŞÎNÊ KIRIN
 
Malbata Kûrkût, beriya danişînê li ser medya civakî banga tevlêbûna danişînê ya di 26'ê Nîsana 2018'an de (îro) bê dîtin kirin. Malbatê diyar kirin ku dilê wan dê ji bo birayê wan ê li Bajarê Kurdan Amedê ku dilê wan e ji aliyê polîsê dewletê ve hat kuştin, bavêje. Hêrs û kîna me zindî ye. Di şexsê polîsê qatil de hemû qademeyên ku bûne şirîkê sûc dê destê me di qirika wan de be. #JiBoKemalKurkut Edalet. Nûnerên Rêxistinên Civakî, rojnameger, wekîl û hemû kesên xwedî sinc û wîşdan em dixwazin tev li danişîna Kurkut bibin. 26'ê Nîsanê roja Pêncşemê  #DiŞexsêKemalKurkut de ji bo Ugur, Ceylan, Berkin û hemû zarokên hatin kuştin em li Amedê ne" 
 

Sernavên din

26/04/2018
12:22 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê cara 14’emîn hat taloqkirin
12:12 Turkyilmaz: Xaza Tirkiye ji sedî 99.5 girêdayî derve ye
11:43 Bîlgen: Di tûra duyemîn de, dê destê me xurtir bibe
11:23 Şêxmaqsud ji bo çareseriya Sûriyeyê mînake
11:17 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 750 serlêdan kirin
11:06 Dadgehê daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut red kir
10:47 Doza Kemal Kurkut dest pê kir
10:06 Nûnerên saziyên Dersimê: Divê muxalefet di bloka demokrasiyê de hev bigire
09:55 Texsîvanên Amedê ji ber zema benzîn û mazotê taksîmetre girtin
09:31 Şirnexiyan bersiva gotina ‘ji sedî 99.9’an da: Li benda 24’ê Hezîranê bin
09:30 'Di zagonên xwezaye de qedexe tune ye'
09:30 Erdogmuş: Ger muxalefet namzetekî baş nîşan bide dê di tûra ewil de bi ser bikeve
09:29 Şaredarî ji bo deynê xwe parkê difiroşe
09:28 Bi KHK’ê ji kar avêtin, niha jî ji bo hilbijartinê dixwazin ji bo wan bixebite
09:28 Lêgerîna tazî li Hevşaredara Pasûrê ferz kirin
09:27 Derhêner Çakiral: Em jiyanek hevpar ava nekin emê tune bibin
09:26 Di serdema AKP’ê de 14 hezar jin hatin kuştin
09:25 Civaknas Bariş: Bi nijadperestiyê tirk derxistin ezmanan
09:25 Jan û êşa jinan kir pirtûk
09:24 HDP: Em ê di çarçoveya daxwazên gel de bi xebitin
09:23 35 salî fêr bû 25 sal in hoste ye
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2018'AN
08:46 Danişîna doza cînayeta Kemal Kurkut îro ye
08:30 Li 12 rojnamegeran 62 sal û 11 meh ceza birîn
25/04/2018
18:26 Rojnameger Alayumat nehat berdan
16:18 Di danişîna rojnameger Alayumat de hempîşeyê wî şahidî kir
15:54 Hewldana 78'an ji bo Can 78 daxwazname şandin
14:46 Ji bo parêzerê Ocalan ê got ‘Rêberê Gelê Kurd’ doz hat vekirin
14:39 Doza Nûnerê Cizîrê yê TÎHV'ê ji nûve hat dîtin
14:17 Keskîn: Binçavkirinan ramanên me yên derbarê komkujiyê de nedan jibîr kirin
13:45 'Xeyal Parîs, rastî Sûriye'
12:34 Li Amedê banga mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
12:31 Di HDP’ê de trafîqa hilbijartinê
12:11 Li Wêranşarê ji ber tora civakî 5 kes hatin girtin
12:10 Tirkiye di nava 180 welatan de li pişt 157 welatan e
11:55 Dr. Pekoz: Dê şer li Efrîn, Idlib û El Babê dijwar bibe
11:51 ÎHD’ê xwest Ceylan ê nexweş bê berdan
11:48 Esnafên bazarê: Tu tehma kar nemaye
11:29 Li sêgoşeya Lîcê, Pasûr û Dara Yêne operasyona leşkerî
11:19 Temellî berî hilbijartinê dê Rihayê ziyaret bike
11:03 Mijara şevbihêrkê ‘Teşî’ û ‘Rêwî’ bûn
11:01 Der barê nûçegihanê 1HaberVar de doz vebû
11:00 Miftiyê Silopiyê der barê melayan de îfadeyên sosret da
10:08 Toguç: Yekîtiya neteweyî meseleyek di ser partiyan re ye
09:57 Danişîna doza cînayeta Kemal Kurkut sibê ye
09:28 Bi dehan dêrên Nastûriyan tune bûn
09:27 Gundê hevpar ê kurd û ermeniyan: Guzereşê
09:26 Bernameya Mîhrîcana Fîlman a Yilmaz Guney diyar bû
09:24 ‘Divê artêşa betalan di 1’ê Gulanê de dakeve qadê’
09:24 Ev jî komira hilbijartina zordest e!
09:23 Pêşangeha ‘Xeyal nayên girtin’ li Enqereyê tê pêşandan
09:22 Înîsyatîfa Dijî Rewşa Awarte: Tu ewlehiya hilbijartinê tune ye, lê dê îktîdar winda bike
09:22 HDP’ê tasfiye bike, MHP’ya duyem îkame bike!
09:21 'Bi riya sînemayê em dikarin çîrokên xwe ragihînin cîhanê’
09:20 Dîrokzan Hur: Ev ne ‘pêşwext’ û ‘zordest’ e, xespkirina hilbijartinê ye
09:19 Karneya AKP’ê ya 16 salan
09:18 Komîsyona Zarokan a ÎHD'ê: Zarokan dikin amûra mîlîtarîzmê
09:18 Ji ber lêpirsîna berî 20 salan a qediyayê ji kar avêtin
09:17 Dayik: Kurê min ji gorê derxistin birin ku?
09:16 Navçeyên Wanê ji bo hilbijartinê amade ne
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2018'AN
24/04/2018
17:57 Serlêdana parêzerên Ocalan a 749'emîn jî hat redkirin
16:57 Wekîla HDP'ê beşdarî dadgehê nebû
15:59 Li Qoserê di xebata kolandinê de hestiyên mirovan hatin dîtin
15:51 Li ser cenazeyan şopên şewatê hene
15:00 HDP: Em şîn û êşên 103 salan parve dikin
14:56 Temellî: Em ê bi namzetê xwe û namzetê Tirkiyeyê bikevin hilbijartinê
14:30 Jina ku polîsan bi maşîneya zirxî ew birîndar kir baş dibe
14:29 Polîsan destûr nedan belavokên 1'ê Gulanê belav bikin
14:08 ‘Ji bo jin bi hev re bijîn, divê bikevin nava tevgerê’
13:54 Xwendekarê kurd li Zanîngeha Uludagê rastî êrîşê hat
13:47 Ji Konseya Ewropa peyama ‘hilbijartinê taloq bikin’
13:40 'Gel dê bersiva pêwîst bide'
13:38 Polîsan bîranîna Qirkirina Ermeniyan asteng kir
12:51 HDK: 1'ê Gulanê dê rewşa têkoşîna hilbijartinê diyar bike
12:41 Buldan ji bo mamoste Ayşe name şand
12:25 Buldan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi ‘tifaqa jinan’ heye
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo Ocalan belav dibe
12:01 Zarok û nevî jî rastî komkujiya hemdem hatin
11:41 Hevalên karkerên qirîza dil derbas kir: Em ê bersivê di 24 Hezîranê de bidin
11:30 Li Besta û Katoyê pevçûn: Leşkerek mir
11:29 Parêzerên Ocalan cara 749’mîn serî li dozgeriyê dan
11:08 KCD: Feraseta Îttîhat û Terrakî bi destê AKP-MHP'ê didome
11:00 Qileban: Ji ber lêçûnên şer û OHAL’ê aborî xerab dibe
10:53 Dîroknas Mehmet Bayrak: Ji her demê bêtir kurd nêzî hev bûne
10:43 Dozger banga ji bo Şex Saît ‘propaganda rêxistinê' qebûl kir
10:41 Aytemur a HDP’î: Berî her tiştî dê jin bersiva baş bidin AKP’ê
10:00 Kanî: Kurdistanê çirûsk e û hêj diçirûse
09:21 Çêkirina înşeata qonaxa ku avaniya dîrokî ya Midyadê xirab dike temam bû
09:20 Ribês li ser dezgehan e û dermanê nexweşînan e
09:19 Pir û rê li wan qedexe kirin, vegeriyan gund
09:19 Danişîna duyem a rojnamevan Alayumat sibê ye
09:18 Pêkhateyên Memleket Bizizê hewl didin dakevin kuçeyan
09:17 Hevdîtinên ji bo namzetê hevpar didomin
09:17 HDK: Mifteya qezenckirina hilbijartinê beşdarbûyîn e
09:15 Jinan got: Em ê ji bo keda xwe li qadên 1'ê Gulanê bin
09:14 Piştî têkoşîna 6 salan Îspat kir ku ne henek e
09:13 Îdiaya 'di dest wî de çek hebû' jî derew derket
09:12 Îdareya girtîgehê fotokopiyên nûçeyan ên ji Turfent re hatin şandin desteser kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2018'AN