NAVENDA NÛÇEYAN – Danişîna doza 12 rojnamegerên Rojnameya Cumhuriyetê piştî 2 rojan bi dawî bû. Heyeta dadgehê li 12 rojnamegeran bi giştî 62 sal û 11 meh cezayêgirtîgehê birî. Dadgehê der barê rojnamegeran de bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da. Akin Atalay ê 542 rojin girtî ye jî hat berdan.
Danişîna doza 18 jê xebatkarên Rojnameya Cûmhurdiyetê ku di navde Serokê Lijnya Îcrayê ya Vakfa Cumhuriyetê Akin Atalay jî heye 20 kesên dihatin darizandin hat dîtin. Di danişîna doza rojnamegerên Cûmhuriyetê ku 2 rojan berdewam kir de heyeta dadgehê li hemû rojnamegeran ceza birî û biryara berdanê da. Danişina doza rojnamegeran li 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Danişîna dozê li Kampusa Girtîgeha Silivrî hat dîtin. Di danişînê de Prz. Duygun Yarsuvat û Prz. Tora Pekîn parastin kirin û diyar kir ku doz siyasî ye û bi vê yekê xwestine Rojnameya Cumhuriyetê bêdeng bikin.
Serokê Lijnya Îcrayê ya Vakfa Cumhuriyetê Akin Atalay jî parastin kir û ew dê her dem rojnameya Cumhuriyetê biparêzin û her dem li dijî xerabiyan li ber xwe bidin."
Heyeta dadgehê der barê Akin Atalay ku 542 rojin girtî tê darizandin biryara berdanê da. Der barê hemû rojnamegeran de jî şertê kontrola edlî da.
Dadgehê her wiha li hemû rojnamegeran ceza birî. Heyeta dadgehê li Rojnameger Akin Atalay 7 sal û 3 meh û 15 roj, li Rojnameger Murat Sabuncu 7 sal û 6 meh, li Rojnameger Kadri Gursel 2 salû 6 meh, li Rojnameger Orhan Erinç 6 sal û 3 meh, li Musa Kart 3 sal û 9 meh, li Rojnameger Aydın Engin 7 sal û 6 meh, li Rojnameger Hikmet Çetinkaya 6 sal û 3 meh, li Rojnameger Onder Çelik, Hakan Kara, Mustafa Kemal Gungor ji bo her yekî 3 sal û 9 meh, li Rojnameger Ahmet Şik 7 sal û 6 meh, li Rojnameger Emre İper ji 3 kal û mehek û 15 roj ceza birî.
Heyetê der barê Turhan Gunay, Bulent Yener û Gunseli Ozaltay de jî biryara beraetê da.