HATAY - 2'emîn danişîna doza Nûçegîhanê dihaberê ya bi KHK'ê hat girtin Erdogan Alayumat ê 9 meh in girtî ye hat dîtin. Alayumat dîsa nehat berdan. Alayumat, bi riya SEBGÎS'ê parastin kir û got: "Ez ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê têm darizandin"
2’yemîn danişîna doza nûçegîhanên dihaberê ya bi KHK'ê hat girtin Erdogan Alayumat ê 9 meh in girtî û Nûrî Akman ê serbest tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Hatayê hat dîtin. Alayumat û Akman di 13'ê Tîrmeha 2017'an de li navçeya Îslahiye ya Dîlokê hatibûn binçavkirin û piştre Erdogan hatibû girtin û Akman hatibû berdan. Piştî doz li rojnameger Akman û Alayumat hat vekirin, dozger ji bo her yekî 45 sal cezayê girtîgehê xwest. Akman ê serbest tê dirizandin beşdarî danişînê nebû. Parêzerê her du rojnamegeran Tugay Bek, malbata Alayumat û Erdogan Alayumat ji Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsunê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Piştî tespîta nasnameyê nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Ahmet Kanbal ê parêzerê Alayumat xwest beşdarî danişînê bibe, şahidî kir. Kambal, diyar kir ku Alayumat rojnamegerre û nêzî 4 salan bi hev re rojnamegertî kirine. Kambal, anî ziman ku karê Alayumat dike weke sûc tê lanse kirin û wiha got: “Wê demê ez û hemû rojnamegerên cîhanê vî sûcî dikin û divê bên darizandin. Alayumat di çarçoveyê xebatên rojnamegertiyê de çûye ser sînor û nûçe çêkirin. Ev şahidê vê yekê me.”
Kanbal, diyar kir ku ew qada ku wekî wargeha MÎT'ê tê binavkirin Ofîsa Berhemên Axê ye. Kambal, anî ziman ku berê jî bi dehan caran wêneyê wir hatiye kişandin û wiha got: "Ev ne karê casusiyê ye. Ev ragihandin û agahdarkirina civakê ye. Karê rojnamegeriyê ye. Tu hişyariyên ku bêje qada leşkerî nekişîne û qedexe ye tune bû. Dema me wêneyê qada leşkerî kişandin jî me destûr xwest. Me di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de nûçe çêkir.
'9 MEHIN NEHEQ GIRTÎ ME'
Rojnameger Alayumat jî piştî Kambal mafê parastinê girt. Erdogan Alayumat ji bo xwe baş îfade bike xwest bi kurdî îfade bide. Heyeta dadgehê ev daxwaza wî qebûl kir û piştre bi kurdî parastin kir. Alayumat, bi riya tercuman parastina kurdî kir û wiha got: "Min berê parastin kiribû. Ez parastina xwe ya berê dubare dikim. 9 mehin ez girtî me. Ez neheq girtî me. Ez ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê girtî têm darizandin. Ez berdan û beraeta xwe dixwazim.
JI BER XEBATÊN ROJNAMEGERIYÊ TÊ DARIZANDIN
Tugay Bek jî parastin kir û anî ziman ku muvekilê wî rojnameger e û ji ber xebaten rojnamegeriyê tê darizandin.
Bek, da zanîn ku muwekilê wî ji ber xebatên Rojnamegeriyê hatiye girtin û tê darizandin û bal kişand ser rapora Neteweyên Yekbûyî (NY). Bek anî ziman ku NY balê dikişîne ser rojnamegerên girtî yên li Tirkiye û biryara DMME'ê ya der barê Şahin Alpay û Mehmet Alpay bibîr xist. Bek, destnişan kir ku îdîaya sîxuriyê divê bê zanîn ku bi çi armancê û ji bo kijan welatî ajanî kiriye û wêneyê ku Alayumat kişandiye bi operasyona Efrinê re 3 mehin ew herêm tê weşandin û ev yek heta niha sûc nehatiye dîtin. "
Dozger jî xwest Alayulat girtî bê darizandin. Heyeta dadgehê jî piştî navberê der barê Alayumat de berdewama girtinê da û doz taloqî 23'ê Gulanê kir.