HATAY - 2’yemîn danişîna doza rojnameger Erdogan Alayumat ê bi hinceta nûçeyên çêkirî hat girtin, hat dîtin. Di danişînê de rojnamger Ahmet Kanbal, şahidî kir û got: “Karê Alayumat dike weke sûc tê lanse kirin. Wê demê ez û hemû rojnamegerên cîhanê vî sûcî dikin.”
2’yemîn danişîna doza nûçegîhanên dihaber'ê ya bi KHK'ê hat girtin Erdogan Alayumat ê girtî û Nûrî Akmanê ku bi awayekî negirtî tê darizandin ku di 13'ê Tîrmeha 2017'an de li navçeya Îslahiye ya Dîlokê hatin binçavkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Hatayê hat dîtin. Ji bo her du rojnamegeran her yek ji wan 45 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Akman ê di dervede tê dirizandin beşdarî danişînê nebû. Parêzerê her du rojnamegeran Tugay Bek, malbata Alayumat û Erdogan Alayumat ji Girtîgeha Tîoa T a Bafra ya Samsunê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.
Piştî tespîta nasnameyê nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Ahmet Kanbal ê parêzerê Alayumat xwest beşdarî danişînê bibe, şahidî kir. Kambal, diyar kir ku Alayumat rojnamegerre û nêzî 4 salan bi hev re rojnamegertî kirine. Kambal, anî ziman ku karê Alayumat dike weke sûc tê lanse kirin û wiha got: “Wê demê ez û hemû rojnamegerên cîhanê vî sûcî dikin û divê bên darizandin. Alayumat di çarçoveyê xebatên rojnamegertiyê de çûye ser sînor û nûçe çêkirin. Ev şahidê vê yekê me.”
Kanbal, di dawiya axaftina xwe de got “Rojnamegertî ne sûce.”
Doza Alayumat berdewam dike.