STENBOL - Hewldana 78’an, bi armanca berdevkê wan Celalettin Can bê berdan, ji rêxistinên civakî yên Tirkiye û navneteweyî re 78 kartên edaletê xandin.
Di pêşengeya Hewldana 78'an de dost û hevalên Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can û Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 78emîn roja girtina wî de ji bo azadiya wî, li ber Postexaneya Galatasarayê ya li Beyoglûyê çalakiyek pêk anîn. Piştî daxuyanî dan beşdarên çalakiyê nameyên piştgiriyê ji bo Celalettîn Can û nameyên bangewaziyê ji partiyên siyasî, rêxistinên civakî û çapemeniya netewî û ya navnetewî re şandin.
Hevalên Celalettîn Can behsa xebatên wî yên di têkoşîna ji bo mafên mirovan, demokrasî û aştiyê kirin. Ji hewldanê Yunûs Bîrcan, daxuyaniya hevbeş xwend û diyar kir ku Celalettên Can, yek ji endamên Heyeta Aqilmendan bû û wiha got: “Divê Celalettîn Can demildest serbest bimîne ku bi xebat, nivîs û tevgerên xwe ji bo pêşketina demokrasiyê, aştiyê û mafên mirovan li Tirkiyeyê hewl dida."
Parazvanê mafên mirovan û hevalê Can Nîmet Tanrikûlû jî diyar kir ku Celalettîn Can 8 sal berê krîza dil derbas kiriye û beriya ku bihata girtin, rapora wî ya biyopsiyê hebû. Tanrikûlû destnîşan kir ku Celalettîn Can bi kelepçeyê birine nexweşxaneyê û li ba cendermayan ew kontrol kirine. Tanrikûlû diyar kir ku Celalettîn Can li Girtîgeha Silivriyê ya hejmar 9'an di odeya du kesan de tê girtin û ew naxwaze ji derveyî Tirkiyeyê bijî û piştî standina tedbîran divê ew tehliyeye bibe."