ÊLIH - Der barê Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehdî Oztuzun ê di tora civakî de ji bo mûwekîlê xwe got “Rêberê Gelê Kurd” û “Ser mûzakerevan” doz hat vekirin.
Ji bo parêzerê Baroya Êlihê Parêzer Mehdî Oztuzun bi sûcdariya di tora civakî de “Pesnê sûcdar daye” doz hat vekirin. Oztuzun di 14’ê Sibata 2018’an de, di çarçoveya lêpîrsina der barê wî hat vekirin de çû Midûryeta Polîsan a Êlihê û hat binçavkirin. Îdîanameya Oztuzun ê dûre hat berdan, temam bû.
Dozgerê Komarê yê Êlihê îdîaname amadekir û Oztuzun bi îdîaya “Pesnê sûdar dayînê” sûcdar dît. Dadgeha Cezayê Eslî ya 2’yemîn a Êlihê îdîaname qebûl kir û yekem danişîna dozê dê di 4’ê Gulanê de bê dîtin.